ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,026
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (217): Gundê “Qota” – Dizîn û baceyin, talana werza “mûsima” zeytûna, girtinine bêsûcane
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (217): Gundê “Qota” – Dizîn û baceyin, talana w...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (217): Gundê “Qota” – Dizîn û baceyin, talana w...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (217): Gundê “Qota” – Dizîn û baceyin, talana werza “mûsima” zeytûna, girtinine bêsûcane, qutkirina darên zeytûnê û şewatin li daristaneke îhracê.

Milîseyên – Kiwalisyûna Sûrî ya Ixwanî yên bi Turkiyê ve girêdayî, bi malmewdanên xelkê Herêma Efrînê re -weke ku ew di sûdegirtina de yên resen in- didin distînin, ew xwediyan neçar dikin ku belgetekezkirinên malmewdanên xwe pêşkêş bikin, û yê ku nikanibe yan ne li wir be jî, malmewdanên wan dibin xenîmeyên şer -tevî ku milîs bi serûberê xwe ve ji dervayî herêmê hatine- lê rê didin dizîna tiştê bi dest xelkê de maye, û vêrgî û baceyan jî bi şêweyên rengereng û fêlbaziyan ferz dikin…Çetayetî, zorbirin û talan tewanin açiqaşkere ne.
Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:
= G. “Qota”:
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, /22/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /150/ malî pêkhatî ye, dora /800/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya ser herêmê de tev penaber bûn, jê dora/120 malbat = 450 nişte/ vegerîn û yên din jî zorane hatin koçberkirin, û dora /30 malbat = 200 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.
Di dema şer de gund rastî topebarankirina Artêşa Turkiyê hat, û di encamê de mala “Ebid El’qadêr Qadî” bi tevahî û du mal bi piçekî hatin roxandin, û ziyanin gihîştin avahiya dibistanê.
“Maleke ziyankirî li G. “Qota”- N. Bilbilê, di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê de, li Reşmeha 2018an. Z.”
“Dibistana G. “Qota” ya ku bi piçekî ziyan gihîştiyê.”
Milïseyên “Firqit El’sultan Mûrad” gund desteser dikin, ên ku mala Hemwelatî “Henan qele” li çateriya gund kiriye biryargeh û rêbendeke leşkerî, û mala Dilovanber “Ebdo Ce’ifer” jî biryargeh ji komîta xwe a aborî re.
Û piştî ketina gund, wan piraniya heyînên malan ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û amûrên taqeta elektrîkroniyê û hinên din dizîn, û herweha jî /5/ giropên zayenda elektirîkê yên ku her yekê jê elektirîk dida giropek ji malan, makîna teqlê (qelab) a “Eslan Ino”, makînak Pîkab “Kiya” ya “Şêx Birîm Xelîl”, du tirektorên çandiniyê yên “Welîd Bekir Ibrahîm” û “Mihemed Mistefa”, guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî, kebil û dîrakên telîfûna zemînî û beşkek ji amûrên stasyûna ava vexwarinê ya gund (avhilkşok – tirumpe, betarî, kebil, tablo…) du cara.
Û “El’firqe” dest daniye ser bêtirî /3/ hezar darên zeytûnê yên hemwelatiyên ne li gund, jê (/300/ ên “Mihemed Bekir Ibrahîm”, /500/ jî yên “Bekir Bekir” in); Û ew 50% vêrgiyan li ser berhemdana zeviyine din ên ne li wir ferz dikin, û 10% jî li ser zeviyên ên li wir.
Û wan darên sindiyanê û sinoberê li dor gund û bi taybetî yên di navêna herdu gundên “Qota” û “Bîbaka” de -li ser rûberiya bêtirî /2/ hiktaran- qutkirin.
Û xelkên ku li gund mane jî rastî rengereng binpêkirinan hatin, mîna revandin, girtinên bêsûcane, îşkencekirin, kêmrûmetkirin û peresitandin, jê: Basmîşkirina kargeheke dirûnê li gund – dîrok 22.12.2021an. Z, û lêxistin û kêmrûmetkirina dora /50/ kesên têde; Û giropa dawiyê ji girtiyan li 20.9.2022an. Z bû, û çar jê hatin berdan û yê pêncê jî ta niha bêsûcane bendkiriye.
= Werza “mûsima” zeytûna:
Jerkî Efrîn li Avdara 2018an. Z ji aliyê Turkiyê û nandozên wê ve dagîr bûye, ev e werza pêncane, ku li dû hev milîs û destlat heman şêwe û pêngavan bi kar tînin, da ku bêtirîn tibab ji berhema zeytûna -jêdera serekîn a jiyankirina xelkê herêmê- biqoprînin û ji xwe re bibin, zatirê ev bi xwe jî tewaneke şer e.
Dizîn ji zeviyine zeytûna tê kirin berî ku berhema wan bibe, li ber çavên Istîxbaratên Turkiyê û encûmenên xwecihî; Ev ji bilî bizorêbirina berhema bisedhezaran darên zeytûnê yên dest danîne ser, û vêrgiyên ku li ser dora /15/ miliyon dar ferzkirî (50% ji malmewdanên hemwelatiyên ne li wir û 5-20% jî li ser ên li wir), bê ku yek kanibe wê qedexe bike yan jî vêrgiyan nede, û hin caran jî hin rastî lêdan, gef û rûmetdaxistinê tên, mîna:
– Dizîna berhema dora /150/ darên zeytûnê li Gundê “Baziya” yên Hemwelatî “Yûsêf Qadêr /60/ sal/Malbata Kumvêlik” ê ku li Bajarê Cindirêsê rûdine, li 27.9.2022an. Z, ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i El’semerqend” ve; Ji ber wê jî ew mirovê temenmezin bi seknexwînê ket, wêlomê jî derbas nexweşxanê bû, û du rojan bi hûrgilî tendurustiya wî di bin çavêdêriyê de bû.
– Pirbarekirina dizîna berhema zeytûna ji zeviyeke li Başûrê Cindirêsê – desteseriya”Feyleq El’şam”- e Hemwelatî “Ebid El’rehman Mûrad /73/ sal” ji aliyê anîndeyine çekdar ve yen di konine nêzîk zeviyê de rûniştî, û li 19.9.2022an. Z dema ku ew li pêşiya wan sekinî, wî li ser destên wan lêdaneke mekin xwar.
Bi ser wê de jî, “Odeya Çandiniya Şaxa Zeytûnê” li 25.9.2022an. Z du biryar derxistin, a yekê: Nûkirina rêdankên (destûrdan) guvêşgehên zeytûna ji bo sala 2022an. Z neçar dike, /250/ Dolarî li ser her guvêşgehekê û /800/Dolar jî li ser guvêşgeha ku cara yekê tê bikaranîn ferz dike, û biryara dudiyê: Bazirganên zeyta zeytûna neçar dike, ku rêdankên (destûrdanên) xwe yên sala 2022an. Z bidin nûkirin, û /350/ Dolarî li ser her bazirganekî ferz dike, û di gel wê jî dorpêçkirina firotina zêtê di Fabrîka (Tarim Kredi) de – Hevkariyê Gerantîkirina Çandiniyê ya Turkiyê (Te’awiniyat El’itîman El’zîra’î El’turkiyê), ewa ku nirxên daketî ji zêtê re dîdine.
“Herdu biryarên “Odeya Çandiniya Şaxa Zeytûnê” /54/ û /55/ dîrok 25.9.2022an. Z, ên bi taybetiya destûrdankirina guvêşgehan û bazirganên zêtê.”
Û li Navça Bilbilê piştî jiberçavwendabûna “Ebû Osman – El’hedîdî” (yê ji Gundewarê Heleb ê Bakur Rojhilat û serkêşê aborxaneya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ê berê) tevî hin endamên xwe li navîna Heyva Rezbera borî, vêca aborxaneya “El’firqe” û serkêşê wê yê nû “Ebû Welîd El’ize” bi lihevpeymanên ku “Ebû Osman” kirine -ên ku beşek ji zeviyên zeytûna yên desteserkirî (dora /45/ hezar dar) ji malmewdanên gundên “Kerê, Eşûnê, Zivingê, Qota, Xelîlaka, Bîbaka, Upila, Kotana, Qaşa, Qurta, Kurzêlê, Çê” bi wekalet an demane dane- mikûr nakin, û ji nû ve dest dîdinin ser tevahiya wan dar û beran, bê ku mafên kesên ku wek alî di wan hevpeymanan de were parastin.
“”Ebû Osman – El’hedîdî” yê wendayî û berpirsiyarê berê yê “Aborxaneya Firqit El’sultan Mûrad” li N. Bilbilê.”
“”Ebû Welîd El’ize” – berpirsiyarê nû yê “Aborxaneya Firqit El’sultan Mûrad” li N. Bilbilê.”
= Girtinine bêsûcane:
– Li 20.9.2022an. Z, girtina van hemwelatî “Ehmed Reşîd Mistefa /70/ sal, Ebid El’qadêr Şe’iban Seydo /24/ sal, Mistefa Menan Seydo /60/ sal û kurê wî Hemze /27/ sal, Eslan Şe’iban Seydo /31/ sal” ji xelkê G. “Qota” ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîsryên Asyêşa Bilbilê ve, bi tuhmetên pişikdariyê di payandina şevayî li dema Rêvebiriya Xweser a berê de, û piştî ferzkirina /150/ Dolarî weke sezayeke diravî li ser her yekî ji wan li roja din berdan, û tenê “Eslan” bêsûcane bendkirî maye.
– Ji du heftan ve, girtina van hemwelatiyan “Umer Mihemed Şe’iban /45/ sal, Mihemed Ne’şet Mistefa /47/ sal, Arêf Mihemed Dehdo /45/ sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Reco” ve, bi tuhmetên pişikdariyê di payandina şevayî li dema R.X a berê de, û piştî rojekê û ferzkirina sezayine diravî li ser wan hatin berdan.
= Qutkirina darine zeytûnê û şewatine daristananina:
– Li vê dawiyê, Milîseyên “Lîwa’i El’weqas” dora /180/ darên zeytûnê yên temenmezin ên hemwelatiyê zorane koçberbûyî “Behrî Cum’e Gedro” li Bajaroka “Kefirsefrê” bi giştî qut kirin, bi bagîrê ji kokê ve hilkirin û erd jî ajotin da ku şop jî werin hindakirin, û êzing jî -yê ku bi kêmanî buhayê her tonekê jê dighêje dora /140/ Dolarî – hatin guhestin.
– Li navboriya herdu rojên 24-25.9.2022an. Z, agirin bi daristanin ihracê li nêzîk Gundê “Kaxrê” – Navça Mabeta hatin xistin û rûberiyeke fere şewitand, û “Berevaniya Sivîl li Efrînê – El’dîfa’i El’medenî” tekez kir ku tîpên “tîmên” wê ew agir bi zehmetî vemrandin, û li gor wêneyên ku wê belavkirine, qutkirina fere ya berê ji darên ihracê re ji aliyê milîseyan ve baş diyar dibe, û herweha jî çawabûna bermayên darên qutkirî mîna şênbereke zû êgir hiltîne.
” Şewatine daristaneke Îhracê li nêzîk G. “Kaxrê” – N. Mabeta, 24-25.9.2022an. Z.”
Yaxmekirina malmewdanên “Herêma Efrînê – ya Kurdî ya Sûrî” yên giştî û taybet, gendelîkirina têde û qirkirina jîngehiya wê, berê û ta niha li gor şîret û hêsankirinên “Istîxbatatên Turkiyê”, û li ber roniya fetweyên “Encûmena Îslamî ya Sûrî – Istanbûl”, bi awakî rêbazkirî tê kirin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは378表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
リンクされたアイテム: 102
クルド文書
日程&イベント
記事
グループ: クルド文書
Publication date: 02-10-2022 (2 年)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: アラビア語
ドキュメントの種類: 翻訳
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-02-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 08-02-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 08-02-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは378表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,026
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.406 秒(秒) !