ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,026
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (226): Qutkirina daristanan û darên zeytûnê, girtinine bêsûcane, revandin û kuştin û pevçûnin
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (226): Qutkirina daristanan û darên zeytûnê, gi...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (226): Qutkirina daristanan û darên zeytûnê, gi...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (226): Qutkirina daristanan û darên zeytûnê, girtinine bêsûcane, revandin û kuştin û pevçûnin, vêrgiyên “Ebû Emşe” û desteserdanînên “Reslan”

Bi destpêkirina Demsala Zivistanê re, asta qutkirina giştî ji daristanan û darên ihracê û qutkirina vêguneh ji dehezaran darên zeytûnê re û hinan jî ji kokê ve, ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ve” bi awakî rêbazkirî ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê û pêbazirganîkirinê, û ji aliyê anîndeyan ve jî ji bo germkirinê, herçû zêde bû…Ta radeya hilkirina kok û tamarên darên ihracê bi alavên giran, da ku careke din şîn nebe; Ew jî di çarçewa siyaseta Destalatên Dagîrkeriya Turkiyê de (ya ji bo qirkirina jîngeha herêmê û tunekirina sermiyanên wê yên xwezayî û lawazkirina girêdana civaka xwecihî ya Kurdî bi herêma wê ve) tê kirin.
Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:
= Girtinine bêsûcane:
– Li 25.11.2022an. Z, Hemwelatî “Henan Xelîl Henan /38/ sal” ji xelkê Gundê “Qenterê” – Navça Mabeta, û endamê Encûmena Xwecihî, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Mabeta” ve hate girtin, bo Efrînê hate rêkirin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye, bê ku em kanibin sedeman nas bikin.
– Li 8.12 2022an. Z, Milîseyên “Asayêşê li Efrînê – Ewleya Rêzanî” Hemwelatî “Sahîm Nûrî Oso /40/ sal” ji xelkê Gundê “Çençeliya” – Navça Reco, û li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê rûdine hate girtin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
= Bêserûberî û serberdayetî:
– Li 26.11.2022an. Z, Endezyar “Osman Hesen Hesen /40/ sal” ji xelkê Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê, ji aliyê giropeke çekdar ji milîseyan ve li B.Efrînê hate revandin, û beramberî vêrgiyeke diravî piştî çend katan hate berdan.
– Li 26.11.2022an. Z û berî çend rojan ji dewata wê, Keça bi navê “Mêrem Nûrî Ibrahîm Cabo/17/sal” ji mala wê li Gundê “Qirigolê” – N. Bilbilê, ji aliyê giropeke çekdar ve hate revandin, û piştî çend katan ji aliyê asayêşê ve -ya ku serbest berdaye- di bagaca makînakê de destgirêdayî hate dîtin; Bi bîr were jî, ku bavê wê “Nûrî – /43/ sal”, ji dema ku li Avrêla 2018an. Z ji aliyê milîseyên dagîrkeriyê ve hatiyê girtin, zorane veşartî ye.
– Li 3.12.2022an. Z, endamên rêbenda Gundê “Maratê” a çekdar – Efrîn û ji Milîseyên “Firqit El’hemze”, xort “Umran Xalêd El’hemdo” (ji Êla “El’mewalî” û ji anîndeyên ku li Gundê “Gazê” yê hevcîwar dane niştecîkirin) qurşîn kirin û kuştin, dema ku ew di rêbendê re derbas dibû, û piştî devavêtinekê di navêna herdu aliyan de; Ji ber wê jî endamên êlê li dijî rêbendê ketin amedebaşiyê, û merivên kuştî termê wî radest nabin ta ku tolê hilnînin.
– Li 4.12.2022an. Z, li Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, di navêna hin kesên berê endam li cem Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û endamin ji “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” de qurşîn hatin avêtin, û sivîl hatin ceflandin, ji ber zext û fişarên ku “El’emşat” li yên ji “El’şamiya qewtandî” û li gund mane dike, û nelihevkirina li ser dizînên malmewdanên xelkê gund.
= Binpêkirinine din:
– Jêdereke xwecihî tekez kir ku milîseyên herdu firqeyên “El’hemze” û “El’sultan Silêman Şah” daristana ihracê li çiyayê G. “Turindê” – Başûrê Efrînê bi rengekî fere qut dikin, û rêjeya qutkirinê gîhaye 40%.
– Piştî ku rêjeya qutkirinê li daristana/Hirşê Mehmûdiyê – B. Efrînê li sala borî gihîşt 80%, îsal ê maye jî anînde û çekdar qut dikin.
– Li 24.11.2022an. Z, “Mihemed Ebdo El’hecî” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemze” li G. “Coqê” – Efrîn, dora /20/ton êzing ji mala Hemwelatî “Leyle Hec Mehmûd” – jinebiya Dilovanber “Mihemed Şêxo” bi zorê bir.
– Li 4.12.2022an. Z, Hemwelatiyê temenmezin “Ekrem Hac Elî” ji xelkê G. “Coqê” – B.Efrînê, çû nav zeviyeke zeytûna ye xwe, dît ku /17/dar ji kokê ve û dora sedî jî bê wijdan, ji bo êzingkirin û bazirganiyê, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemze” ve -yên ku gund desteser dikin – hatine qutkirin, û di heman demê de hin endamên “Firqê” li wir bûn, wan gefgur dane wî û lê jî dan; Bi bîr were ku berê jî li Avdara 2020an. Z endamên “El’hemze” bêtirî /150/ darên zeytûnê yên “Hac Elî” qut kirin, û were zanîn jî ku ew darên qutkirî darên temenmezin û berhembilind in.
– piştî dawîbûna werza (mûsima) zeytûna, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” vêrgiyeke bi qasî/25/hezar Dolar Amrîkî li ser pênc guvêşgehên zeytûna li Bajaroka “Mabeta” û herdu gundên “Qenterê” û “Hisê/Mîrka” ferz kirin; Ew gundên ku wan desteser kirine, piştî qewtandina “El’cebhe El’şamiyê” jê. Û herweha jî heman milîseyan /50/ teneke zêtê zeytûna (her yek = 16 KG sade) ji Hemwelatî “Menan Isma’îl Dîko” ji xelkê Gundê “Senarê” – Navça Şiyê şelandin, bi behaneya ku lawekî wî di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)de şehîd bûye; Piştî ku wî tevaya berhema xwe guhestibû Bajarê Efrînê.
– Li vê dawiyê, Milîseyên “Artêşa El’nuxbe” yên ku “Sertîp/El’emîd Mu’itez Reslan – pêşengê Feyleqa Yekê ya Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” serkêşiya wan dike, dest danîn ser dora /15/ hiktar ji erdên çandiniyê di çarçewa Benda Meydankê de, li nêzîk Gundê “Zêtûnakê” – Navça Şera, ewên ku ji kok ve yên Malbatên “Şêx Zade” û “Sem’o Xelîl” ên ji gund in; Û berê jî dema ku ew milîs li 2018an. Z derbas gund bûne, dest danîn ser dora /35/ mal û dora /6/ hezar darên zeytûnê tevî rezên tirî yên hemwelatiyên ne li gund, jê: (du hezar darên zeytûnê, /12/ hiktar erdên çandiniyê, û maleke vêla ye ku paşê kirin biryargeheke leşkerî) yên Endezyarê biyanber “Fayêq Şêx Ehmed”, bi ser ku wî wekaleteke zagonî ji merivekî xwe re çêkiribû jî. Ji bilî wê jî vêrgiyên ku li ser werzên têvel têne ferzkirin, û bi ser de jî dizînên ku dighêjinê.
Hemî wêne, perçevîdiyo û raporên li ser qutkirina daristanan û darên biber li Efrînê ku hatine belavkirin, û giştînameyên virançî ku ji aliyê milîseyan û encûmenên xwecihî ve ji bo qedexekirina qutkirinê hatine derxistin, rê li pêş tewana qirkirina jîngeh û xwezayê li Efrînê negirtin, û ew ji dema dijberiyê ve – Rêbendana 2018an. Z hîn berdewam e.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは324表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
リンクされたアイテム: 52
クルド文書
日程&イベント
記事
グループ: クルド文書
Publication date: 11-12-2022 (2 年)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: アラビア語
ドキュメントの種類: 翻訳
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-02-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 08-02-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 08-02-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは324表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,026
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.859 秒(秒) !