ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,074
画像 106,678
書籍 19,299
関連ファイル 97,294
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (247): Dizîna kevneşopan ji girên “Êndîbê, Xelê, Qestelê Miqdêd, Mersawa, Qîbarê, Çêlxanê, Be’idîna”
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (247): Dizîna kevneşopan ji girên “Êndîbê, Xelê...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (247): Dizîna kevneşopan ji girên “Êndîbê, Xelê...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (247): Dizîna kevneşopan ji girên “Êndîbê, Xelê, Qestelê Miqdêd, Mersawa, Qîbarê, Çêlxanê, Be’idîna”, girtinine bêsûcane, agirpêketina darên zeytûnê

Ji ber ku cîgehên kevneşopî yên dîrokî ji malmewdanên çandî yên gel in û ji kevnetora çandî ya mirovane ne, divê bêne parastin û rêzgirtin û xweqedexekirin ji her karekî dijberîkirinê û kiryarên tolhildane li dijî wan; Lê armanckirina wan li Herêma Efrînê -hin jê li ba Yûnisko tomarkirî ne jî- ji dema dagîrkirina wê ve li sala 2018an. Z bi topebarankirinê û rêşkirinê û kolandin û dizîna kinzên wan, bi awakî rêkûpêkirî û fere, û weke berevajîkirineke bi robet ji “Hevpeymana Lahay/1954/ ya ji bo parastina malmewdanên çandî di hevrikiyeke çekdarane de” û protokola wê ya diwem re, bi ser peydabûna nîşan û belgeyan de…Van dijberîkirin û binpêkirinan tu pûtûpêdan û şopandin ji aliyê rêkxirawa Yekgirtina Netewan a perwerdê û zanistên çandî “Yûnisko” ve nedîtin, û ne jî lêkolînkirin ji aliyê “Komîta Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe ya taybet bi Sûriyê“ve.
Ev jî hin bûyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Dizîna kevneşopan:
Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” piroseyên kolandin û lêgerînê li kevneşop û kinzên binerd ji bo dizîna wan berdewam dike, û bi beramberkirina di navbera du wêneyên “Gogêl Êrs” ên di du dîrokan de, piroseyên rêşkirin û kolandinê bi aletên giran û asta ziyanên gihîştine malmewdanên çandiniyê li dor cîgehên armanckirî açiq diyar dibin, jê:
– li navêna (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), li ser rûbereke /1.3/hiktarî ji Girê “Êndîbê” û li Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê bi/5/KM dûr, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve.
“Girê “Êndîbê” (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogel Êrs.”
– Li navêna (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), li ser rûbereke /0.35/hiktarî ji Girê “Xelê” ji Bakurê Bajarê Efrînê bi /3/KM dûr, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve.
“Girê “Xelê” (29.1.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogêl Êrs.”
– Li navêna (23.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), li ser rûbereke dora /1/hiktar erd ji Girê “Qestelê Miqdêd” – Navça Bilbilê û rex wê, bi /35/KM Bakurê Bajarê Efeînê, digel hilkirina derdora /150/darî zeytûnê û derdora /300/mêwî yên tirî yên zaroyên Dilovanber “Me’imê Kurdê/Malbata Miqdêd”, ji bilî qutkirin û hilkirina bi sedan darên zeytûnê yên hevcîwar, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemzat” ve.
“Girê “Qestelê Miqdêd” – N. Bilbilê (23.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.”
– Li navêna (28.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), li ser rûbereke /0.35/hiktarî ji girê Gundê “Mersawa” – Navça Şera û derdorê, û bi /35/KM ji Bakur Rojavayê Bajarê Efrînê dûr, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve.
“Girê Gundê “Mersawa” – N. Şera (28.6.2018. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.”
– Li navêna (24.2.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), li ser rûbereke /3.34/hiktar erd ji Girê “Qîbarê” û bi /5/KM ji Bakur Rojhilatê Bajarê Efrînê dûr, ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm”ve, dîsa ji çar heyvan ve bi bagirê kolandin bû.
“Girê “Qîbarê” (24.2.2018. Z berî dagîrkirinê, 15.1.2022. Z), Gogêl Êrs.”
– Li navêna (28.9.2019. Z, 20.3.2022. Z), li dor Zaretgeha “Çêlxanê” ya Êzdî li Başûrê Gundê “Qîbarê” û bi /4/KM Rojhilatê Bajarê Efrînê, bi ser ve jî hilkirina kevirên avahiyan ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm” ve.
“Zaretgeha “Çêlxanê” (28.9.2019. Z, 20.3.2022. Z), Gogêl Êrs.”
Herweha jî Milîseyên “Lîwa’i 112” li vê dawiyê û li dirêjahiya heftakê nav zeviyên zeytûna yên “Hisên Hebeş Umer, Arêf Hemîd Fatkê, Mistefa Elkeloko, herdu dilovanberan Sibhî û Elî Xelîl Hisên” li Cîgeha “Se’irînca Mêremê” li derbasgeha Bajaroka “Be’idîna” – Navça Reco bi bildozerê kolandin.
“Cîgeha “Bîra Mêremê” li derbasgeha Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco, Gogêl Êrs.”
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 2.5.2023an. Z, temenmezin “Hesen Dolîko /67/sal” ji xelkê Gundê “Me’imila” – Navça Reco (yê li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê rûniştî), piştî vegera wî ji Bajarê Helebê -ciyê penaberiyê- û beşdariya wî li encûmena xwecihî ji bo derxistina nasnama kesayetiyê, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û piştî ferzkirina sezayeke diravî li ser ew li 15.5.2023an. Z berda.
– Ji derdora sê heftan ve, hemwelatî “Mifîde Qesab Nasiro /17/sal, Hemo Mihemed Nasiro /23/sal, Ehmed Mihemed Elî /28/sal” ji xelkê Gundê “Bircqasê” – Çiyayê Lêlûn û keçik “Emîne /45/sal” ji Gundê “Başemrê” yê hevcîwar, piştî hewildana wan bo derbasbûna Turkiyê bi mebesta koçberiyê, ji aliyê Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê ve, û tûşî işkencekirinê bûn û ta niha li ba Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” li Bajaroka Reco bêsûcane bendkirî ne; Were zanîn jî ku ew ji herdu gundên xwe (yên di bin desteserkirina “Artêşa Sûriyê” de) di riya Heleb û Minbicê re derbasî Efrînê bûn.
– Li 22.5.2023an. Z, hemwelatî “Selah Xelîl Mûskola /51/sal” û “Midewer Mistefa Mihemed /53/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N.Reco, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û li roja din ê dudiyê hate berdan piştî ferzkirina sezayeke diravî /3/ hezar perê Turk li ser, û yê yekê jî ta niha bêsûcane bendkirî ye; Û hin din jî daxwazkirî ne.
– Li 23.5.2023an. Z, hemwelatî “Newal Xelîl Hac Henan /22/sal, Mehmûd Ebid El’rehman Dawod /45/sal, Ebdela Mistefa Hac Henan /45/sal, Elîf Mihemed Resûlo /20/sal” ji xelkê Gundê “Keferdelê Jêrin” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ne.
= Binpêkirinine din:
– Li Şeva Çarşemê 24.5.2023an. Z, di encama avêtina qurşîn û guleyan di navêna Milîseyêna “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” û “Artêşa Sûriyê” de li navbera herdu gundên “Kîmarê” û “Soxanekê” – Çiyayê Lêlûn, agir bi zeviyên zeytûna yên di navbera herdu gundan de ket û di encamê de bi hezaran dar hatin şewtandin, jê yên “Miqdad Henan, Cimo Kalo, Remzî Elkê, Bedrî Wezîro, Nûrî Wezîro, Hemîd Wezîro, Bekir Menan” in ji xelkê G. “Kîmarê”, ji ber ku çawîrçîmenê hişk erd standibû, bi sedema tunebûna xizmet li dirêjahiya pênc salan ji dagîrkeriyê; Herweha di encama avêtina qurşîn û guleyan de, Hemwelatî “Xelîl Ebid El’rehman Hisên/40/sal” ji xelkê G. “Kîmarê” -li dema ajotina wî ji tirektora xwe ya çandiniyê re- bi perçeguleyekê di linagan de birîndar bû, û ziyan bi piçekî gihîşte sê malan. Û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” jî bendên axî di navêna herdu gundên “Beradê û Kîmarê” de ava kirin.
– Milîseyên “Lîwa’I /112/” colban û nîsk di nav zeviyên zeytûna yên desteserkirî de (yên koçberên zorane”Reşîd Şe’iban/90/dar, Mihemed Ehmed Şe’iban/100/, zaroyên Dilovanber Elî Reşîd Elî/160/, zaroyên Dilovanber Mûrad Elî Mistê/60/, zaroyên Dilovanber Menan Hacî/150/, zaroyên Dilovanber Mihemed Hemqaflo/100/, Hisên Mûrad Hebeş/100/, Ebid El’letîf Hebeş/100/, Arêf Elî Mistê/80/, Ebdîn Kekec/140/, zaroyên Dilovanber Mihemed Xelîl Elî Şaşo/120/, Ebdîn Mistefa Ehmed/100/, Arêf Ehmed Eto/60/, Mistefa Xelîl Şe’iban/140/” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco) çandin, bê ku ziyana ku ji ber wê digihêje wan zeviyan xema wan be.
Ji ber ku Turkiyê dewleteke dagîrker e, vêca li gor yasaya navdewletî ew di ber tevahiya dijberîkirinên fere û bi robet ên ku gihîştine malmewdanên çandî li Efrînê de berpirsiyar e, bi taybetî cîgehên kevneşopî; Û jê dihat xwestin ku wan ji desteserkirin û talanê biparêze, û her tarûmarkirinekê yan dizînekê yan jî berbatkirinekê jê re qedexe bike; Û divabû ew bi biryara Encûmena Ewlekar nimre/2199/- sal 2015. Z (a ku roxandina kevnetora çandî şermezar dike û weha jî dozkirina avêtina pêngavine zagonî ji bo qedexekirina bazirganiya nerewa bi perçeyên kevneşopî û malmewdanên çandî yên ji Îraqê û Sûriyê tên) pêgir û pabend be, û herweha jî bi biryara Encûmenê nimre /2347/ – sal 2017. Z (ya ku roxandina kevnetora çandî û kampaniyên rêbazkirî ya lêgerîna neyasayî li malmewdanên çandî şermezar dike, û wê weke tewaneke şer dijmêre).
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは301表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
リンクされたアイテム: 52
クルド文書
日程&イベント
記事
グループ: クルド文書
Publication date: 28-05-2023 (1 年)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: アラビア語
ドキュメントの種類: 翻訳
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 04-02-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 07-02-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 07-02-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは301表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,074
画像 106,678
書籍 19,299
関連ファイル 97,294
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.656 秒(秒) !