ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,213
画像 106,592
書籍 19,313
関連ファイル 97,364
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (271): Dizîna endamin ciwanekî Kurd, girtinine bêsûcane, wergirtina vêrgiyên zeytûna bi zorê
グループ: クルド文書 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (271): Dizîna endamin ciwanekî Kurd, girtinine ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (271): Dizîna endamin ciwanekî Kurd, girtinine ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (271): Dizîna endamin ciwanekî Kurd, girtinine bêsûcane, wergirtina vêrgiyên zeytûna bi zorê, qutkirina darên zeytûnê, vekirina mizgeftine nû

“Seredana “Mewlûd Tebço” – miftiyê Wîlayeta “Hetayê” ya Turkiyê.”
Serpereştiyeke Turkî ye fermî ji sazî û çalakiyên olî yên Islamî re li herêmên dagîrkirî – Bakurê Sûriyê heye, bi riya serokatiya warên olî û “Weqfa Diyanet a Turkî/Turkiye Diyanet Vakfi”, û di vê çarçewê de “Mehmûd Tebço – miftiyê Wîlayeta Hetayê” digel şandekê li 6.12.2023an. Z seredana hin “Gulîstanên Gupikên Buhiştê/Rewdat Bera’êm El’cene” û mizgeft û nivîsgehan li Herêma Efrînê kir, û bi miftiyên navçên wê re rûnişt; Û herweha Turkiyê serpereştiya piraniya rêkxiraw û komelên ku di bin navin fîxanî, mirovahî yan olî de dixebitin -li herêmên ku di bin dagîrkeriya wê de- dike, û li gor berjewendiyên xwe yên rêzanî wan têvedide.
“Nîşana “serokatiya warên olî yên Turkiyê” û “Sekna Diyane ya Turkî”.”
Ev jî hin heyîn û buyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
=Dizîna endamin mirovan:
– Li 18.12.2023. Z, li Gundê “Erebwêranê” – Navça Şera, piştî gihîştina termê ciwanê Kurd ê mirî “Ehmed Mecîd kurê Mihemed Doran /28/sal” mala bavê wî, û vekirina tabota pihêt girtî ji bo şuştin û kefenkirinê, xwediyên wî bi dîtina dizîna endamên wî yên hundirîn û çav û gunên/hêlikên wî şêt bûn, û herweha jî ji bîna ku bi serketî (ya ku borandina çend rojan di ser mirina wî re tekez dike); Divê bê zanîn ku ew ji bêhtirî deh salan ve li Bajarê “Entabê” yê Turkiye rûniştibû, li destpêka Havîna îsal zewicî, lê piştî sê heyvan hevjîna xwe berda, û bêtirî deh rojan di nexweşxanak bajêr de ma, ta ku li 17.12.2023an. Z mirina wî hate ragîhandin, û li roja din termê wî radestî apê wî (yê li Bajarê “Kilisê” yê Turkiyê rûdine) hate kirin, da ku bo gund were guhestin û lê were veşartin.
“Ciwanê mirî “Ehmed Mecîd kurê Mihemed Doran” û oxirkirina cendeka wî.”
= Girtinine bêsûcane:
– Ji dora heyv û nîvekê ve, Hemwelatî “Hisên Zehir El’dîn Dilo /32/sal” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser (RX) a berê re, û ta niha zorane veşartî ye.
– Li 19.12.2023an. Z, Istîxbaratên Turkiyê bi hevaltiya Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” (“Şêx Se’îd Isma’îl Zade kurê Ehmed /58/sal, keça apê wî Necla’i Ebid El’henan Şêx Isma’îl Zade /38/sal, xwîşka wê Mewlîde /30/sal” ji xelkê Gundê “Zêtûnakê” – Navça Şera, digel hevjînê ya dawiyê “Ebid El’kerîm Yûnês” – Tûnisî ye û berê jî Da’işî bû û yek ji endamên Milîseyên Ceyş El’nuxbe ya ku gund desteser dike ye, û “Ciwan Şêx Isma’îl Zade kurê Ehmed /40/sal” – li Bilbilê rûdine) girtin, û herweha maleke li kêlek biryargeha leşkerî ya “El’nuxbe” li G. “Zêtûnakê” basmîş kir, û kurê xwîşka “Mu’itez Reslan” – serkêşê “El’nuxbe” û du endamên din girtin, bê zelalkirina sedeman an daxuyankirina tuhmetên tevan.
Divê were bîranîn ku li 29.9.2023an. Z Endezyar “Şêxo Cemîl Hac Ehmed Zade – 1964. Z” ji xelkê “Zêtûnakê” (yê ku li ba Encûmena Bilbilê ya Xwecihî dixebitî û ji berî bêtirî salekê berdayî) ji aliyê giropeke çekdar ve hate revandin, li dema ku ji Efrînê di Riya “Reco” re diçû gundê xwe, li dor Gundê “Gemrûkê”, makîna wî jî li nêzîk coya ava avdanê hate dîtin, û ta niha çarenûsa wî nediyar e.
– Li 21.12.2023an. Z, Hemwelatî “Ebdo Mihemed /32/ sal – bi Ebdo Ereb tê navdan” ji xelkê Gundê “Dargirê” – Navça “Mabeta”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Mabeta” ve, piştî çar heyvan ji vegera wî ji ciyê penaberiyê – Heleb bo gundê xwe, bi tuhmeta têkeliyê bi (RX) a berê re, paşê bo navenda Efrînê hate birin, û ta niha bêsûcane girtî ye.
= Werza/mûsima zeytûna:
– Piştî kotek û gefan ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ve, Hemwelatî “Zehir El’dîn Hesen Dilo /56/sal” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê neçar bû ku pîkaba xwe bifroşe, ji bo dandina vêrgiya /11/hezar Dolar Emrîkî (ya ku li ser baxçên zeytûna yên wî û birayên wî hatiye ferzkirin) bide.
– Milîseyên “Firqit El’muntesêr Bîlah” vêrgiyên werza zeytûna (50% li ser malmewdanên ên ne li wir, dora/100/teneke zêt – her yek 16 KG sade jî li ser malmewdanên ên li wir) ji xelkê Gundê “Qopê/Hemşelekê” – Navça Reco dan ferzkirin, û ji sala 2018an. Z ve jî dest danîne ser dora /300/darî zeytûnê yên koçberên zorane “Ehmed Şêxo” û “Mihemed Seydo”.
= Qutkirina darên zeytûnê:
– Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” bêtirî /100/darî zeytûnê yên “Henan Hemdoş, Reşîd Hemdoş, Rohat Şebab, Mistefa Şebab” ji Gundê “Kefercenê” – Navça Şera bi rengekî hovane qut kirin, li nav zeviyên ku dikevin navêna herdu Gundên “Kefircenê” û “Metîna” û nêzîkî bargeha leşkerî ya Turkiyê, bi ser ku ew bê erêkirinên ewlehiyê yên pêşinde nikanin pêle zeviyên xwe bikin, lê diz jî bi rihetiyê xwe didizin.
= Tundrewiya olî:
Di çarçewa tevgereke olî ye çalak û tundrew a ku herêm ji 2018an. Z ve dibîne de, “Kargêriya Fetwê û Seknê/Ewqafê û warên olî li Efrînê” bi serpereştiya “Sekna/Weqfa Diyanet a Turkî” ev sê mizgeft vekirin:
– Li 8.12.2023an. Z, bi hevkariya “Komela El’umerî ya sêwiyan – li Turkiyê tomarkirî ye” û bi pereyên kesekî “Kiwêtî”, Mizgefta “Eyşe Diya Mu’imînan/um El’mu’iminîn” li Taxa Eşerefiyê – Bajarê Efrînê.
“Vekirina “Mizgefta Eyşe Diya mu’iminînan/Um El’mu’iminîn”.”
Li 15.12 2023an. Z, bi hevkariya bi “Tîpa/Tîma Xwediyên Xwebexş”, mizgefteke nû bi navê “Mizgefta Xêrxaziyê/El’îhsan” li Gundê “Îska” – Şêrewa.
“Vekirina “Mizgefta Xêrxwaziyê/El’îhsan”.”
– Li 17.11.2023an. Z, bi hevkariya “Saziya Avakirina Şamê ya Mirovahiyê – li Turkiyê tomarkirî ye”, “Mizgeft û Dibistana El’kêlanî” li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê.
“Vekirina “Mizgeft û Dibistana El’kêlanî”.”
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 27.12.2023an. Z, matoreke dutekerî bi bombeyeke teqîner li orta kolana “servîs” li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê teqiya, li dema derketina şagirtan ji dibistanan, û di encamê de pênc şagirt cûrbecûr birîndar bûn û ziyanin şênberî çêbûn, û ji wan zarok “Şeyban Hatêm Xilasî /6/sal” mir – li gorî kenalin ragihandinî yen xwecihî.
“Teqandina matoreke duloqî li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, 27.12.2023. Z.”
– Li 29.12.2023an. Z, ciwanek bi rengekî metirsîdar birîndar bû, bi sedema avêtina fîşekên tewşankî li dema şerekî di navêna giropeke ji anîndeyan li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê, û li gor kenalin ragîhandinî yen xwecihî navê xort “Mihemed Ibrahîm Hedad /29/sal” ji anîndeyên “El’qelemon” – Gundewarê “Şamê” ye.
Yek ji girîngtir alavên nerm û nazik ên ku Turkiyê ji bo kûrkirin û ferekirina guhertina demografî li Efrînê û guhertina nasnama wê bi kar tîne, çalakiyên olî yên fere û ferzkirina çanda Osmanî ya nû ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは352表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
リンクされたアイテム: 52
クルド文書
日程&イベント
記事
グループ: クルド文書
Publication date: 31-12-2023 (1 年)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: アラビア語
ドキュメントの種類: 翻訳
プロヴァンス: 西クルディスタン
都市: Afreen
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 04-02-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 05-02-2024
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 05-02-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは352表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,213
画像 106,592
書籍 19,313
関連ファイル 97,364
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.391 秒(秒) !