Navê pirtûkê: Jiyanameya Kurdînivîsên Rojavayê Kurdistanê - Cild 1
Navê Nivîskar: #Dilawerê Zengî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Mîran
Sala çapê: 2023
Em kanin bêjin ku nivîskar Dilawerê Zengî gelek cefa daye xweku di vê Antolociyê de navên (240) nivîskar, helbestvan, çîroknivîs, romannîvîs, zimanzan, lêkoliner, wergervan û zargotinasan li gorî Alfebeya Kurdi û tev navnîşên berhemên wan bi xwendevanên zimanê kurdî, zaravê Kurmanci bide nasîn.
Pirtûka rewşenbîr û nivîskarê kurd mamosta Dilawerê Zengî ya binavê Jiyanameya Kurdnivîsên Rojavayê Kurdistanê karekî pîroz û binirx e û samanekî giranbuha ye ji bo gelê Kurd û pirtûkxaneya kurdî ji ber ku ev karê yekemîn e bi vî rengî jiyan û berhemên nivîskarên zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji sed salî û virde wek erşîfekî tê belgekirin .
[1][2]