ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 521,128
画像 105,363
書籍 19,613
関連ファイル 98,338
Video 1,417
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Rohnkariya naveroka hejmara yekem a kovara Nîştimanê, zimanhalê Komeleya Jêkafê- Beşa 2yem
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rohnkariya naveroka hejmara yekem a kovara Nîştimanê, zimanhalê Komeleya Jê...

Rohnkariya naveroka hejmara yekem a kovara Nîştimanê, zimanhalê Komeleya Jê...
Rohnkariya naveroka hejmara yekem a kovara Nîştimanê, zimanhalê #Komeleya Jêkafê# - Beşa 2yem
Dr. Azad Mukrî

Gotara çarem a hejmara yekem ya kovara Nîştimanê, gotarek e bi navê “serkeftin bi zêde û kêmî nîne”. Gotar ya nivîskarê bi navê “Bîjan” e, ku li ser ayeteke Quranê rohnkarî daye, lê ji bo armanceke dinyayî wateyeke esmanî bi kar aniye. Yanî sekolarîzekirina mijareke pîroz e. Ayet ev e: «كَمْ مِنْ فِئَةٍ قَلِيلَةٍ غَلَبَتْ فِئَةً كَثِيرَةً بِإِذْنِ اللَّهِ» . Wate gelek komên bi hejmar ku kêm hene bi ser komên mezin de serdest dibin. Hertim wisa nîne ku piranî bi ser kêmîne de serdest bin, lê dibe ku li gorî bername, bingehên rastîn, rastxwazî û mirovxwazî, komeke piçûk bi ser komeke mezin de yan jî kêmîneyek bi ser piranî de serkefin. Nivîskar li wir tekeziyê dike ku em ji wan mirovên kêmîne ne ku em dixwazin bi ser piraniya dijberên xwe de serdest bin. Da ku em bikaribin bi têgihiştin û bi baweriyên dirust û mirovahî ve serdestiya xwe biparêzin.
Gotarek din a vê hejmarê gotarek e bi navê “Kurd û Usbetûlumem” ango Civaka Navdewletî. Di gotarê de behsa wê yekê tê kirin ku çawa piştî şerên 1944-1918, Şerîf Paşa ji bo mafê Kurdan hate bangkirin û beşdarî di rêkkeftinnameya Sêver de kiriye. Behsa wan komîsyonan dike ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêk hatine. Ew behsa xalên peymannameya Sêver dike û behsa wê yekê dike ku Kurd di yek ji girîngtirîn peymanên navneteweyî de çawa îtiraf heta bi beşeke zêde ji mafê wan hatiye kirin. Lê piştre xwedan hêz ji ber zextên hêzên navçeyê poşman dibin. Yanî wekî ku ew bi xwe besh dikin “belgeya serxwebûna Kurdistanê” ji bo berdengê xwe vegotine.
Nivîskarên kovara Nîştiman bi anîna vê gotarê ew yeka bi berdengên xwe radigehînin ku dest bi ser mafê rewa yê neteweya wan de hatiye girtin û jiyana îroyîn a neteweya Kurd bi zelalet û nexweşî dihesibînin. Yanî ev gotare bi şêweyekî rohnkarî ye bo berdeng ku çawa di peymannameyeke navneteweyî ya Civaka Netewan de jî, carekê îtiraf bi mafê Kurdan hatiye kirin û piştre xwedan hêz jê poşman bûne û hêzên navçeyê zext li wan kirine û nehiştine ku Kurd bigihêjin mafê xwe yê rewa.
Gotara dawî ya vê hejmara kovara Nîştimanê ku bi Kurdan ve girêdayî ye, gotarek bi navê “Kurdistan mala Kurdan e” ji nivîsa “E. Sasan” e. Ew gotare vedigere bo dîroka kevnar. Ango bîst û heft sedsal beriya niha ku behsa çiyayên Kurdistanê dike ku her ji serdemên gelek mêj ve Kurd tê de nîştecih bûne. Ew welate welatê Kurdan e. Rasenayetiya çandî ya vî welatî hemû ya Kurdan e û li gorî lêkolînên rojhilatnasan behsên xwe pêşkêş kiriye. Ew îşareyê bi çavkaniyên dîrokî û nivîskarên rojhilatnasan dike. Nivîskarên wê kovarê xwestine bi anîna wê gotarê îspat bikin ku erdnîgariya ku niha di nav çend welatan de hatiye dabeşkirin, yek parçe bûye û navê wê Kurdistan bûye. Kurd jî li wir nîştecih bûne.
Di nav gelempera ew gotarên ku hatine behskirin de, tenê du gotar hene ku pêwendiya wan bi neteweya Kurd re nîne. Yek ji wan gotarek e bi navê “êrîşa wê salê ya Almanê bo ser Rûsyayê” ji nivîsa “M. Ferox”. Ew gotare behsa şerê cîhanê dike. Eşkere ye wek zanyariyên giştî û nûçe û rohnkariya nûçeyê, behsa şer û pevçûnên Rûsiye û Almanê hatiye kirin. Gotarek bi navê “çawa cigare tê kişandin” heye. Ew behsa zirarên cigareyê û çawaniya bikaranîna cigareyê dike. Ji bilî van her du gotaran, hemû gotarên dinê jî pêwendiya wan bi hişyarkirina hişê mirovê Kurd û derûniya mirovê Kurd re heye. Behsa xwenasîn, yê din nasîn, veqetîna ji xurafetiyê, dijberiya serokeşîran, desthilat û têgihîştina kevneşopî û nûya siyasetê ye.
Beşeke din a hejmara yekem a kovara Nîştiman, beşa wêjeyî ye. Ji çend helbestan pêk hatiye. Yek ji van helbestan jî helbestek e ya endamê hejmar şazde ê Komeleya Jêkafê yê bi navê “M.M. Huşeng” e. Ew helbeste netewî ye. Ew di wê desteya wêjeyê de tê cihgirtin ku ji bo xwenasîn û nasandina cîhana nû bi neteweyan re hatine berhemanîn. Wêjeya hemû netewan ew şikle di deqên wê de hene ku wek wêjeya ronakbîrî û şiyarbûna neteweyî têne nasandin. Di deqên bi vî rengî de erk dikeve ser milê helbestê. Erkê siyasî, civakî û felsefî ne. Ev deqane hem li dijî sîstema nebaş a hizrî ne û hem jî li dijî sîstema nebaş a civakî derdikevin. Bi vî awayî helbest dibe emrazek ji bo hişyarkirina tak bi takê neteweyekê, bo wê ku bikaribin di hember nerastî û çewtiyan de rawestin. Helbesteke din a di beşa wêjeyî de helbesteke helbestvanekî ye ku navê wî nehatiye nivîsînn. Di kovarê de hatiye nivîsîn “navê vebêj naskirî ye”. Lê ew helbeste ya “Mela Marifê Kokeyî” ye. Yek ji girîngtirîn helbestên ronakbîriya neteweya Kurd di sedsala 20an de ye ku bi beyta
“Ey mîletî mezlûm û feqîr û desewestan
Bê îlm û me`arîf wekû etfalî debistan”
Dest pê dike. Çend beşeke girîng ên vê helbestê ev in:
Her bomeye xwênî ciger û mîhnet û talî
Bo ecnebiye nî`imetî şehid û şekeristan
Bo atiye fikrêkî biken firsete ewro
Takey debine çawleber û aletî destan”
Ev helbeste pêka naverokeke ronakbîrî û xisarnasî, helbestek pir girîng e. Erka ronakbîrî ya nivîskar û wêjekar nîşan dide. Nivîser di vir de ji xeynî plansaziyek ciwannasî, erkek civakî û rewşenbîrî bi stûyê xwe girtiye. Berdengê helbestvan di vê helbestê de netewa wî ye. Ji ber vê yekê ji wan re dibêjin: Heta we ew xisarane hebin, hûn ê hejar, bê zanist, bêpar û dûrketî û paremayî bimînin. Behsa wê yekê dike neteweyek ku nezanî û xurefetî tê de berfireh bûbe nikare bigihîje armancên xwe, belkî pêwîst e neteweyek wêrek be, ku bixwîne. Divê dualîtî û çendalît tê de ji holê bê rakirin. Di serdema nû de “tevbigerin û serî hildin”, ji ber ku di beytekê de behsa çalakbûna civaka medenî dike û dibêje:
Îqdam û qiyanêkî biken û mewqî`î kare
Her bomeye tenha ke behar bote zemistan
Wate behsa hewcehiya guherinkariyekê di gelempere sîstema hizrî û civakî de dike. Ewa jî, ji ber “huner, zanist û pîşesaziyê” tê bidestanîn.
Birwane bi nûrî huner û şem`î me`arif
Tarîkeşewî rewşene bote qemersan
Şa`îr were qurbanî qerîhe û qelemet bim
Bînûse le bo Akire û Amêd û Loristan
Bawendî û Sencabî û Afaqî Cinûbî
Bo Kurdî perakende le germên û le kuwêstan
Bo mîletî bêçareyî bê saheb û serdar
Bexisûs tebetey Kurdî Iraq û Ecemistan
Helbestvan di helbesta xwe de nexşeya Kurdistana mezin jî dikêşe. Ji bo berxwedanê erdnîgariyekê diyarî dike. Ev erdnîgarî ji Bakûrê Kurdistanê ve dest pê dike heta Başûr jî li xwe digire. Ji Akrê, Amed, Loristan, Bawendî û Sencabî ve heta Başûrê Kurdistanê. Bi gotineke din, wek ku ew dibêje, divê Kurdên berbelav ji germîn û ji çiya tevbigerin, serî hildin, huner, zanist, pîşesazî û hemû diyardeyên nûjen ên ku piştî ronakbîriyê hatine, bi dest bixin. Ji ber ku ew ronahiya hunerê û mûma zanînê ye ku hem tarîtiya şevê ya jiyanê û hem jî tarîtiya ramanê dike heyv û ronahiyê dike. Ji xeynî van tenê du helbest hene ku pêwendiya wan bi pirsgirêka Kurd re nîne. Helbesteke Mewlewiyê Kurd e ku ji aliyê Pîremêrd ve ji Hewramî ve bo Soranî hatiye wergêrankirin. Helbest û behsek kurt jî li ser Wefayî ye.
Hemû gotarên ku hatine behskirin, di hejmara yekem a kovara Nîştiman de, ku weşangeha ramana Komeleya Jêkafê ye, guncaw in. Weke ku tê dîtin, ji sedî 95 ji nivîsên kovarê bi hev re xwedî têkiliyeke organîkî û watedar in. Ew ji gotarekê ve kûr bûne û heta em vê şêweya gahîm û hevgotariyê di ti kovarên Kurdî yên îroyîn de jî nabînin. Belkî kovarên Kurdistanê yên îroyîn bûne qabek ku em tê de her cure tiştekê dibînin. Lê heştê sal berî niha kovara Nîştiman xwedan gotarek taybet bû û hemû nivîskar li dora van wate, date û têgehan geriyane û mijar tê de berhem anîne.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは91表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 15-03-2024
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 23-01-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 15-03-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 15-03-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 15-03-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは91表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 521,128
画像 105,363
書籍 19,613
関連ファイル 98,338
Video 1,417
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.406 秒(秒) !