ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,439
画像 105,452
書籍 19,431
関連ファイル 97,435
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
PLANGÊRIYA TECRÎDKIRINA KURDAN
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
PLANGÊRIYA TECRÎDKIRINA KURDAN
Netkurd 02-03-2006
#Mûrad Ciwan#

Tirkiye cardin ji nişka ve di siyaseta xwe ya destêwerdana nav karûbarên Iraqê de aktîf bû. Bi bahaneya erîşa ser Mizgefta Zêrîn a şîeyan li Samarrayê şanda Tirkiyeyê ya li Bexdayê serdana aliyên siyasî kir, endîşeyên xwe anîn ziman, ema di vê navberê de derket ku di binî re bi hin hêzên siyasî re ajandeyeka din a destêwerdanê xistiye kar, Îbrahîm Caferî serokwezîrê Iraqê vexwendiye Tirkiyeyê.
Di eynî demê de, di civînekê de li Emîratên Erebî, ku sekreterê NY Koffî Annan û yê Camîeya Erebî Amr Mûsa jî li wir bûn, wezîrê derve ê Tirkiyeyê Abdullah Gül daxwaza kombûneka bilez a wezîrên derva yên cîranên Iraqê kir û li gor çapemeniyê îşareteka erêkirinê ji wan jî stend. Pê re derket ku Tirkiye ê mêvandariya serokê şîeyan ê alahilgirê dijminatiya kurdan û rikeberê tûj ê Iraqeka federal Muqteda Sadr jî bike.
Îbrahîm Caferî bê haya serokkomariyê û bê haya hukumetê, lê diyar e ku bi haya Îtîlafa Îraqa Yekbûyî çû Tirkiyeyê, 40 deqîqeyan ew û serokwezîrê Tirkiyeyê Teyyib Erdogan bi tenê û wezîrê derva Abdullah Gül jî tê de li gel hin kes û heyetên tirk dualî civiya, ji bal serokkomarê Tirkiyeyê Ahmed Nejdet Sezer jî bi taybetî hat pêşwazîkirin, qîmeteka mezin hat danê.
Civîna wezîrên derva ên cîran û hin erebên necîran ên Iraqê di dawiya heftê de li Tehranê pêk tê. Koffî Annan ê ku em dizanin li dijî prosesa siyasî ya Iraqê ya îro ye û Amr Mûsayê temsîlkarê erebên dijî bidestxistina mafên federalî yê kurdan e, îdîa dikin ku bi vê Iraq ê perçe bibe, destekê didin vê însîyatîfê.
Gava meriv bala xwe dide kes, hêz û dewletên ku li dora hev diçin û tên û dilezînin, gava meriv bala xwe dide daxwazên Tirkiyeyê ên ku di van bizavan de radigihîne, ne hewce ye meriv pirr xwedan îstîxbarateka kûr be da meriv bibîne ku planek tê gerrandin da rola kurdan di avakirina pêşeroja Iraqê de bê mirandin.
Tiştek heye ku divê em kurd pirr zelal bibînin. Îro ji bo çareserkirina pirsgirêkan û avakirina Iraqeka nuh, du proses rex bi rexê hev dimeşin. Yek jê prosesa ku ji bal hêzên pêkhatiyên neteweyî, dînî û mezhebî yên Iraqê tên meşandin. Meriv ji vê re dikare bêje prosesa hundurîn a Iraqê.
Prosesa duduyan jî prosesek e ku bi hevkariya Tirkiyeyê, Îranê, Sûriyeyê, hin welatên ereb ên wek Siûdî, Misir û hinên din û li ser navê hemû dewletên ereb serokatiya Camîeya Erebî dimeşîne. Carina Tirkiye di meydanê de dibe xwedan roleka aktîf, carna jî welatên ereb û bi taybetî Amr Mûsayê Camîeya erebî… Ev proses jî dikare bi eşkereyî wek prosesa cîranên Iraqê, lê di rastiyê de wek prosesa dijminên dewleta kurdî bê binavkirin.
Mixabin ku welatên Ewropayê û heta dereceyekê Yekîtiya Ewropayê ji ber peywendiyên xwe yên bi welatên ereb û ên misliman re û ji ber aciziya wendakirina berjewendiyên xwe yên li Iraqê ên dewra Saddam, di bin re an eşkere çav ji vê prosesa duduyan re dişkînin.
Armanca aktorên prosesa duduyê ew e ku prosesa yekê bi vî an wî awayî nemeşînin, dereng bixin, bê însîyatîf bihêlin, bikin ku nikaribe çareyan li Iraqê bibîne, iraqiyan û hevpeymanan mecbûrî çareseriyên di rêya prosesa duduyan re bike.
Prosesa duduyan dixwaze prosesa yekê a hundurîn felc bike. Eger prosesa hundurîn felc bibe, yan bêtaqet bimîne, nexwe ê rola kurdan di avakirina Iraqê de felc bibe, ji taqetê bikeve. Çimkî rola kurdan di avakirina Iraqê de bi riya prosesa hundurîn gelek bikêrkhatî û serkeftî ye.
Ka bala xwe bidinê, ji hilbijartinên çileya paşîn (januarî) a 2005ê, referanduma havîna par û hilbijartinên payizê ên parlamentoyê bi vir de rola kurdan her ku diçe bilindtir û karîgertir dibe. Îro li Baxdayê kurd qedera Iraqê tayin dikin. Kurdan, bi taybetî bi qebûlbûna destûra nuh a par, di têkoşîna xwe ya van salên dawiyê de miharebeya herî mezin qezenc kir, deskeftiyên herî mezin anîn.
Gava ez behsa mezintirîn destkeftiyan dikim qesda min jê ne ew e ku kurdan di destûrê de çi maf bi dest xistin. Mafên ku kurdan di destûrê de bidestxistin ji xwe pirr giring in, lê bi baweriya min a ji wê giringtir bi serkeftina referandûmê û qebûlbûna destûrê bi xwe, ji îro pê ve, pirsa avakirina pêşeroja Iraqeke federal, pirsa çareserkirina Kerkûkê û herêmên Kurdistanê ên nûrizgarkirî yên din, kirin proseseka hundurîn a qanûnî ya emrê destûrê.
Yanî bi vê destûrê li hemberî çareserkirina pirsgirêkên Iraqê mertalekî gelek xurt peyda bûye li ber destêwerdanên derva ên dewletên çi cîran an necîran bin. Bingehê prosesa yekê a hundurîn ev destûr e û di vir de kurd xwedan roleka diyarker in.
Dijminên kurdan dibînin ku avakirina Iraqê bi riya prosesa hundirîn eger bi vî awayî biçe, kurd ê di hemî daxwazên xwe de bi ser kevin. Li hundurê welat tu hêz tuneye ku karibe rola kurdan di prosesa avakirina Iraqê de qels bike.
Îro û di pêşerojeka nêzîk û navîn de, li hundurê Iraqê hêzek tuneye ku weka tehdîd li hemberî kurdan raweste. Serkeftina herî mezin a dagirkirina Iraqê ji bo kurdan belkî ne ew e ku Saddam ji ser hukum hat xistin, lê ew e ku ordî, îstaxbarat û dezgeha polîsê Iraqê hat belavkirin. Li Iraqê ji nuh ve ordiyek, polîsek û dezgeyeka îstîxbaratî bi beşdarbûna kurdan, hetta bi roleka giring a kurdan ava dibe.
Heta deh panzde salên pêşiya me jî li Iraqê tu hêzeka çekdar nikare peyda bibe ku berê xwe bide kurdên xwedan hêzeka pêşmerge û polîs a 60-70 hezaran, wan di dereceya gavavêtina bi paş de tehdîd bike.
Li derva jî, ji alî cîranên Iraqê û ereban de jî, heta siyaseta Amerîkayê û hêzên hevpeyman ev be û ew li Iraqê bimînin, kes nikare bi hêza eskerî, bi darê zorê mudaxeleya nava Iraqê bike û teşebusê rêlibergirtina pêşveçûna kurdan, an a avabûna Iraqeka federal bigire.
Di rewşek wiha de, tenê dimîne prosesên gotûbêjan, yên dîplomasiya hundurîn û ya derva. Di vir de jî gava proses bi aktorên hundurîn mehdûdkirî bin, kurd têra xwe hene ku xwedîtiyê li welatê xwe, mefên xwe yên serweriyê, demokrasî û azadiyên xwe jî bikin û di beşdarbûna avakirina hukumeteka navendî ya Iraqê de jî bibin hevparekî xurt. Bi taybetî piştî ku kurd li mala xwe bûne yek, dest bi avakirina hukumeteka yekbûyî kirine ev rola wan berbiçavtir bûye.
A cîranên Iraqê ên ku kurdan tirs di dilê wan firandiye, dewletên ereb û misilman ên din vê rastiyê dibînin û dibînin ku di pêşerojeke diyar de tenê riyek kare rola kurdan pûç yan qels bike, ew jî pirsgirêkên Iraqê ji prosesa hundurîn a destûrî bên derxistin û bên kêşan platformên navneteweyî yên herêmê. Civînên wezaretên derve û hundur ên dewletên cîran, civînên Camîeya Erebî ên li ser pirsgirêkên hundurîn ên Iraqê, mihaweleyên tirkan, ên îranî û ereban hemû ji bo vê ne. Civînên ku niha jî tên kirin bi wî awayî bi dizî, an bi meqamên wiha re tên kirin ku gava hin berpirsiyar ji hukumeta navendî a Iraqê beşdar bûn jî, di heyetan de kurd tunene.
Seredana Îbrahîm Caferî a Tirkiyeyê di vê bareyê de nimûneyeka pir diyar e. Caferî û heyeta wî ji bal Tirkiyeyê hê gelek berî teqîna Samarrayê, bi dizî tên vexwendin ku destûr, qanûn û bawermendiya navbera pêkhatiyên Iraqê tam tên binpêkirin û tarûmar kirin. Caferî diçe li Tirkiyeyê bi wezîrê derva re rûdinê, lê di heyeta wî de wezîrê derva Hişyar Zêbarî yê kurd tuneye. Heyet ji şîeyên partiya Caferî û ya Mukteda Sadr pêk tên. Diyar e, Tirkiyeyê bi zanebûn xwestiye ku kurd di heyetê de tunebin, heyet ji wan kesan pêk bê ku li dijî federaliya Iraqê ne.
Civîna wezîrên derva ên cîranên Iraqê jî wisa ye. Bi taybetî platformeka wiha hatiye plankirin ku kurd tê de beşdar nebin. Yên di civînê de beşdar dibin esas ew welat in ku dewleta federe a kurdan wek bingehê perçebûna Iraqê û avabûna dewleteka Îsraîl a duduyan di herêmê de dibînin.
Gava meriv bala xwe dide daxwazên Tirkiyeyê ên li ser Iraqê ku di dema serdana Caferî de a Anqerê, serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan pêşkêş kirin, siyaseta Tirkiyeyê a qebûlnekirina destûra Iraqê ya îro, federaliya iraqê û ew hemû maf û berjewendiyên ku kurdan di meseleya Kerkûkê de, di meseleyên aborî û diravî de, di meselyên çavkeniyên dewlemendiya bin erdê de bi dest xistine, gelek zelal xwiya dikin.
Tirkiye bi gelek minasebetan beyanên wiha dide ku goya destûra Iraqê hîn nehatiye qebûl kirin, hîn piştî guhertinên ji nuh ve ku vê havînê sunniyan daxwaz kiribûn ê bê qebûlkirin. Ev tê wê maneyê ku Tirkiye niha destûra di referandûmê de qebûlbûyî nasnake. Gava vê nasneke, xwe ne mecbûr hîs dike ku Kurdistana federe û dam û dezgeyên wê jî nas bike.
Ji ber wê hindê, van rojan şayîeyek derxist ku xwedêgiravî ê di demeka nêzîk de (qesd jê piştï ku destur cardin bê guhertin) ê herêma Kurdistanê nas bike. Di mesleya Kerkûkê de jî Tirkiye maddeya 136ê a destûra Iraqê (ku berê bi navê maddeya 58ê dihat naskirin) nasnake. Loma, ji Caferî re gotiye ku divê statuyeka taybetî bi lihevkirina hemûalîyan ji bo Kerkûkê bê dîtin.
Ji beyanên Caferî ên çapemeniyê tên xwiyakirin ku esas ev bi dilê Caferî bi xwe ye jî, lê di rojeka wek îro de, ku ew li bendê ye bibe serokwezîr, baweriyê ji parlamentoyê bistîne, ew xwe dûrî vê daxwaza Tirkiyeyê dike û dibêje destûra Iraqê ji bal tevayiya gelên Iraqê qebûl bûye û pirsgirêka Kerkûkê ê li gora destûrê bê çareserkirin. Yanî normalîzekirina heta dawiya 2007ê û referandûm… Yanî roja kabûsê tirkan, roja ku wê xeyalên tirkan ên li ser Kerkûkê bên gorrkirin.
Divê em balê bikêşin ku gava pirsgirêka Kerkûkê li gor maddeya 136ê bê çareserkirin, dibe emrekî destûrî, karekî hundurîn ê qanûnî, divê ji derva de kes destê xwe nedê, heta ne hewce ye li hundur jî meriv ji nuh ve li serê rûnê, bêje “ka em çi bikin”. Waye meddeya destûrê a 136ê ferman kiriye ku lezim e çi bibe. Tirkiye îro her cara ku behsa pirsgirêka Kerkûkê dike, mudaxeleyî destûra Iraqê dike û destê xwe bi sûcdariyeka qanûn û peymanên navneteweyî dixe nav karûbarên hundur ê Iraqê. Loma jî ew di binî re bi riya wek vexwendinên Caferî re, di guhertina destûrê a rojên pêş de hêvî dike ku maddeya 136ê bide rakirin.
Daxwazên Tirkan ên li ser parvekirina dewlemandiyên sererdê û binerdê ên Iraqê ji bal hemû gelên Iraqê ve jî nîşana dijberiya wê maddeya destûrê ye ku rê vedike ji niha û pê ve çi petrola ku li Kurdistanê derkeve bibe malê kurdan û li Kurdistanê bê serfkirin. Gava wiha be dewleta federe ya dewlemend, neteweyê Kurdistana federe yê di nav dewlemendî û refahê de tehdîdeka mezin tê dîtin li hember berjewendiyên Tirkiyeyê. Çimkî ê dewleteka kurd a xurt pêk bê, ê çavê kurdên Tirkiyeyê li başûr be û başûr ê ji bo wan ji Tirkiyeyê cazîbtir be. Kurdên bakur jî ê doza mefên wek ên kurdên başûr bikin.
Ji roja ku Saddam ketiye û heta îro, hemû bizavên cîranên Iraqê ê ereb û misilmanên herêmê li ser pirsgirêka Iraqê dimeşînin ew in ku ew naxwazin pirs bi awayekî bê çareserkirin da gelên Iraqê bi xwe li hev bikin, baweriyê bidin hev û bi hev re di nav aştî û aramiyê de bijîn. Di serî de Tirkiye hemû xwedêgiravï cîran dixwazin pirsê bînin platformeka wiha ku kurd li wir tenê ne, bêdost û bê heval in.
Divê kurd bibînin, tu civîneka cîrana a herêmê a erebean an a Camîeya Erebî li ser pirsgirêkên hundurîn ên Iraqê tune ye ku kurd tenê dostekî jî ji xwe re tê de peyda bikin. Hemû terefên vê platformê li dijî iraqeka federal in, li dijî destkeftiyên kurdan ên niha ne.
Siyaseta kurdan jî bêyî ku dereng bimîne, divê bi rêkûpêkî û bi piralîtî xwe li ser konsepteka wiha ava bike ku pirsgirêkên hundurîn ên Iraqê di prosesa hundurîn de ji bal pêkhatiyên gelên Îraqê bi xwe bên çareserkrin. Çimkî ji bo proseseka wiha hem bingehên hiqûqî yên destûrî, hem jî yên madî û psîkolojîk hene. Kurd bi tu terefekî iraqî re ne dijmin in, bi hemuyan re didin û distînin. Divê van danûstendinên xwe xwirtir bikin, da rê li ber wê yekê bigirin ku hin ji hundur bibin aletên destêwerdana cîranên Iraqê.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは67表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 02-03-2006 (18 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 04-04-2024
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 04-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは67表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,439
画像 105,452
書籍 19,431
関連ファイル 97,435
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.516 秒(秒) !