ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,328
画像 105,505
書籍 19,418
関連ファイル 97,443
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Demokrasî, Dîn û Dewlet
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
Demokrasî, Dîn û Dewlet
#Mûrad Ciwan#

Li Tirkiyê yek ji wan pirsên ku pirtirîn tên munaqeşekirin, mesela têkiliyên dewleteka demokratîk e ku ligel dîn datîne. Wekî hemû têkiliyên dewleta Tirk, yên wê yên bi dîn re jî tu caran li cihê xwe rûneniştine.
Esasen têkiliyên dewleta Tirk yên bi dewletê re hê ji dema avabûn û geşbûna dewleta Osmanî de dest bi şikilgirtinê kirin. Bi taybetî gava ku dewleta Osmanî li rojhilat û rojava berbi firehkirina erdên bin destê xwe kir, merkezên dînî yên Îslamiyetê dagir kirin û sultanên wê, xelîfetiya îslamiyetê xist destê xwe, piştre jî di wan şeran de ku bi Îraniyên şîî re hatin kirin têkiliyên dewletê bi dîn re bi wî awayî hatin avakirin ku dîn ket bin kontrola otorîta siyasî, sunîtî û bi wê re jî mezhebê Hanefî bû dîn û mezhebê resmî yê dewletê, rê li ber serbestî û geşbûna dîn û mezhebên din hat girtin. Dewletê li gor berjewendiyên xwe di çarçeweyên taktîkên siyasî de têkilî bi dîn û mezhebên neresmî re danîn. Carna li hesabê dewletê hat destek da bin hinekan, çav li wan girt an ew teşwîk kirin ku serî bilind bikin û berfireh bibin. Carna jî gava xeteriyek di wan de dît, hucûmî ser wan kir darbe li wan da û ew jar xistin.
Di tarîxê de palpiştkirina dem bi dem ya Bektaşîtiyê di nava Yanîçeriyan de ji bo mejîşûştina endamên vê ordiy ji zarokên Xiristiyanan berhevkirî û berfirehkrina erdên dagirkirî li Balkanan, çavlêgirtin û hetta teşwîkkirina Mûsewîtiyê di nava erdên Împaratoriya Osmanî de li hemberî dinya Xiristiyan, qetilkirina bi dehhezaran Alewiyan di wê dewrê de ku şer bi Îranê re dihatin kirin, dewr bi dewr serkutkirina Alewiyan di tarîxên piştî van şeran de jî, zulma li ser Ortodoksên Ermenî, Suryanî, Keldanî û Marûniyan, qetilkirina Bektaşiyan di demên dawiyê de ku gava Yenîşerî bûn xeter ji dewletê re; ev hemû mîsalên wê yekê ne ku dewleta Osmanî dîn xistibû bin hukmê otorîteya siyasî û di hemû têkiliyên xwe de bi dîn, mezheb û terîqetan re serê hevsar di destê xwe de digirt. Piştî ku dîn û mezhebê dewletê bû Îslamiyeta sunnî û bi taybetî jî Hanefîtî îmkan û teşwîkek mezin dît, ji alî bîr û rêveçûnan ve xwe xurttir kir, prensîb, fetwa û rêveçûnên wê şeri’yetek mezin wergirtin, dîn, mezheb û terîqetên ku bi Hanefîtiyê re ne muwafiq bûn hatin piçûkxistin, rê li ber wan hatin girtin, îmkan ji destên wan hatin stendin, heta gelekên ji wan zoreka mezin a dewletê li ser xwe dîtin, terîqetên tesewufî yên ne ligorî vî mezhebî, hatin êşandin, li ser navê sunnîtî û Hanefîtiyê sansurek giran li ser van der û doran hat meşandin ku em dibînin di dewra xurtbûna Împaratoriya Osmanî de dewlemendiya pirreng a dînî, felsefî û teswufî ya ku di sedsalên 9, 10. 11 û heta 12’an de di civakên musulman de hebûn, bere bere jar bûn, dînamîzma fikrî pûç bû, li ciyê fikir û munaqeşeyan bawermendiyên hişk ên dogmatîk serdest bûn, bêtehamulî û bêfahmiyê pencên xwe avêtin nava mejiyên însanan, felsefe û tesewuf paşde ket, qels bû.
Gava di destpêka sedsala me de Împaratoriya Osmanî ber bi têkçûnê de çû û li şûna kavilên wê Cumhûriyeta Turkiyê xwedî li mîrata vê împaratoriyê derket û ava bû, têkiliyên dîn û dewletê bi vî awayî bûn. Di demên dawiya jiyana îmaparatoriyê de, ew tevgerên ku alîgirên ber bi jiyaneka Rojavayî de bûn rexne li vê sîstemê girtin û daxwaz kirin ku her wekî gellek welatên Rojava, têkiliyên dîn û dewletê ji hev bên cudakirin.
Piştre, danerên Cumhûriyeta Tirkiyê, xwedî li wan rexneyan derketin ku li vê sîstema Împaratoriya Osmanî dihatin girtin û xistin qanûnên esasî û yên din ku dewleta Tirk dewleteke laîk e, têkiliyên dîn û dewletê ji hev hatine cudakirin. Lê di esasê xwe de tu carî li Tirkiyê têkiliyên dîn û dewletê ji hev cuda nebûn, Îslamiyeta sunnî ya li ser mezhebê Hanefîtiyê avakirî, her ma dînê esasî yê dewletê lê bi wî şertî ku ew jî bi her awayî têkeve bin kontrola otorîta merkezî ya nuh û bibe tabiê ”dînê nuh” ê cumhûriyeta Tirkiyê Kemalîzmê. Li Tirkiyê berî her tiştî Kemalîzm dihat, pişt re sunnîtiya Hanefî û di pey wan re jî yên din. Gerçî hin dîn û mezheb; her wekî Alewîtî û Bektaşîtî, heta dereceyekê dînên din jî pê kêfxweş bûn ku sunnîtiya Hanefî ket bin destê Kemalîzmê, hêvîkirin ku belkî piçekî bîhna wan jî were ber wan, lê heta îro jî her çendîn ku bi vê hêviyê man û xwe dan pişt Kemalîzmê jî, ev hêvî ji wan re rast negeriya, Kemalîzmê cihekî maqûl ê birûmet û şer’î neda wan, firsenda jiyaneke serbest ji wan re peyda nekir. Gellek terîqet û cemaet jî her bi vî awayî man, heta wan ji Alewîtiyê bêtir derb xwarin. Sunnîtiya Hanefî ya ku di riya Diyanetê re hevsarê wê di destê Kemalîzmê de bû, her serdestê hemû dîn, mezheb û terîqetan ma. Îro jî kêm zêde rewş bi vî awayî ye. Yanî ne ku li Tirkiyê karûbarê dîn û dewletê ji hev cuda bûye û jiyaneka layîsîst a demokratîk belav bûye. Dewletê dîn xistiye bin kontrola xwe, Hanefîtî kiriye şêrê nava qefesê û yên din jî pelixandine.
Ji ber vê çendê jî hemwelatiyên Tirkiyê yên ji bilî Kemalîstan her tim eşkere ji ber bîr û baweriyên xwe yên dînî û tesewufî û îbadetên xwe, zulm û zor dîtine, hatine êşandin. Sunniyên Hanefî yên ku ne Kemalîst bûne wan bi xwe jî tu carî qîma xwe bi vê rewşê neanîne, tevî ku gelekên ji wan ji wan nîmeta îstîfade kirine ku Kemalîzmê mezhebê wan ser desttir girtiye, hetta gellek caran bi saya îmkanên ji vê serdestiyê hatî, êrîş birine ser dîn û mezhebên din.
Grûbên civatê yên ne musulman ên wekî Xiristiyan û Mûsewiyan hê di dema peymana Lozanê de bi saya dewletên Rojhilat li hemberî qanûnên Tirkiyê statuyeke serbest û azad wergirtine. Tirkiye nikare bi qanûnan rê li ber Xiristiyanî an Musewîtiyê bigre, çimkî li gor peymanê, qanûnên ku li Tirkiyê derkevin nikarin li dijî Peymana Lozanê bin. Lê divê em ji bîr nekin ku di praktîkê de hergav prensîbên peymanê li ber çav nehatine girtin, di binî re hergav û car carina jî bi eşkereyî ehlê Xiristiyanî û Mûsewîtiyê xwe di bin tehdîdê de hîs kirine, di warê propaganda, hîndekariyê û siyasetê de hatine dîskrîmînekirin, neheqî li wan bûye.
Ew mezheb û terîqetên Îslamî yên ne sunnî hetta ne Hanefî, ji parastineke peymaneke navnetewî û pê re jî ji ya qanûnan jî bêpar mane, loma jî di praktîkê de pirtir hatine êşandin û piçûkkirin û lekekirin
Ji alî têkiliyên dîn û dewletê ve, îro dewranek wilo hatiye ku ev têkilî nema dimeşin, nema kes qîma xwe bi vê rewşê tîne. Loma jî têkiliyên dewletê bi dîn re, qanûn û mueseseyên wê yên ku van têkiliyan ava dikin û şikl û reng didin wan, tên munaqeşekirin. Diyar e ku di van munaqeşe û rexneyan de rewş hatiye qonaxek wilo ku Kemalîst jî tê de kes îdî nikare bibêje ku ev dewlet dewleteka laîk e û têkiliyên dîn û dewletê ji hev cuda ne. Daxwaza reorganîzekirina dewletê li hemberî dîn her ku diçe di nava civatê de bilindtir dibe.
Lê divê meriv balê bikşîne ser xaleke muhîm ku erê hema hema tevayiya civatê ji bilî Kemalîstan ji vê rewşê ne razî ne ku heta îro hatiye, lê di daxwazên xwe de ne muşterek in. Hin hene ku daxwaza wê yekê dikin ku bira dewlet dev ji mildana ber sunnîtiya Hanefî berde, rê li ber mezheb an terîqeta wan veke, hin jî hene ku dixwazin bira Diyanet rabe, dersên dînî ji medresan bên rakirin, dewlet meaş nede îmaman, camî û îmamxetîban ava neke, bira dewlet alîkariya tu dîn an mezhebî neke, ehlên her dîn an cemaetê bira li gora baweriyên xwe yên dînî bijîn.
Evên ku bi vê îddayê radibin alîgirên dîn û mezhebên din in ku tucarî baweriyê bi wê yekê naynin ku wê dewlet alîkariya dîn an mezhebê wan bike naxwazin tu mezhebinî din jî xwedanê îmkanên dewletê bin.
Lê piraniya xwedanê wan teklîfên jorîn ew kes in ku terefdarê sunnîtiya Hanefî ne qenaeta wan ew e ku piraniya xelkê Tirkiyê musulman û Hanefî y, heke rê li ber vebe wê qeweta xwe bide vî mezhebî, loma jî dixwazin tesîra dewleta Kemalîst bi awayekî wilo bidin alî ku statuyeke wekî dewra Osmanî ji mezhebê xwe re peyda bikin û wan mezheb û terîqetên îslamî yên ne wekî baweriya wan têxin bin hukmê mezhebê xwe. Piralîtî û pirrengiya nava civaka musulman ku bi riya mezheb, terîqet û cemaetan peyda dibe, rêxistiniya sivîl a nava civakê ku bi riya hin tekye, weqif, cemxane an cemaetan pêk tê bi xweşî an bi zorê di pota xwe de bimehînin. Helbet Kemalîst ku bingehên wan pirtir îro di nava ordiyê, burokrasiyê û hin entellektuelên Tirk de heye dixwazin dewran her wekî berê bimeşe, laîkî li ser navê dewletê bimîne lê di eslê xwe de mezhebê resmî tabiî Kemalîzmê be, serokê Diyanetê jî bimîne wekî şeyxulîslamê Kemalîzmê.
Li Tirkiyê gellek ne zêde bin jî hin der û dor jî hene ku dibînin têkiliya vê rewşa dewleta Tirk a ji alî dîn û mezheban ve ne bi laîsîzmê ne jî bi demokrasiyê re lihev dike, lê ji bo ku gava wekî terefdarên serdestiya dînî û mezhebî bikin nabe û wekî Kemalîstan bikin nabe, dikin nakin nikarin rewşeka zelal a demokratik bidin xwe û di navbera du astengan de diqilqilin. Helbet ev ji têrnenasîna demokrasiyê, dewleta demokratîk û awayê têkiliyên hemwelatiyên dewleteka wiha tê.
Di dewleteka demokratîk de ya ku reng dide rewşa dîn û dewletê li hemberî hev, ne dîn bixwe ye, ne jî nêrîna dewletekê ya li ser dîn e. Ya ku reng dide wê, maf, azadî û berpirsiyariyên hemweltiyan e. Wekî di hemû meselên jiyanê de, di mesela dîn de jî berpirsiyariya dewleta demokratîk ew e ku xwe bi awayekî wilo ava bike, kar û bar bike ku dîn, mezheb, terîqet an baweriyên hemwelatiyên wê çi dibin bila bibin, çend hindik an zêde dibin bila bibin, çend dûr an nêzîkî hev dibin bila bibin hemû jî bi serbestiyeke temam karibin wacibên dîn, mezheb an terîqetên xwe bi cîh bînin bes bi şertê ku yek ji wan nikaribe tedaxulî hebûn, jiyan an serbestiya dîn, mezheb an terîqeteke din bike. Ji bo ku ev prensîb têkeve jiyanê, dewleteka demokratîk çi qanûn lazim bin divê derêxe, çi muesese lazim bin divê ava bike, çi îmkanên maddî û zanistî lazim be divê pêşkêşî hemwelatiyan bike.
Li Tirkiyê di warê dînî de ji bo ku meriv ji dewletê re karibe bibêje demokratîk divê mîsalen; hemwelatiyên wê yên musulman ên sunnî yên Hanefî bi her awayî karibin hanefîtiya xwe bijîn bes bi şertê ku ew nikaribin rê li ber Şafiîyan, Alewiyan, Şîîyan, Bektaşiyan, Êzîdiyan, Xiristiyan, Mûsewî, Bûdîst an bêdînan bigrin, heqaret an neheqiyekê li wan bikin, gerek ew jî û bi wan re alîgirên hemû dîn, mezheb an terîqetên din jî karibin ji îmkanên dewletê yên ji bo meselên dînî veqetandî fêde bistînin.
Divê hemû dîn, mezheb û terîqetên ku hemwelatî baweriyê bi wan tînin û heta yên ku ne hemweltî ne lê li Tirkiyê dimînin, dijîn an seyahet dikin karibin ew çawa dixwazin bi wî awayî xwe îfade bikin û pêk bînin û dewlet bes lê miqate be ku kes nikaribe rê li ber wan bigre, neheqiyê li wan bike an ew neheqiyê li hinan bikin. «arçewa wazîfa dewletê ne ji vê yekê û lazimiyên vê yekê wêdetir e.Mîsaleka herî aktuel; em bêjin ku jinek bixwaze bi çarşev bigere, kar bike an bixwîne divê ev serbestî hem ji alî dewletê hem ji alî hemwelatiyan jê re hebe, lê her eynî îmkan û firsend divê ji yeka serserqot an cilkurt re jî hebe. Yan jî mîsaleke herî ”ekstrem”; em bêjin heke mêrek çar jinan bîne, bes bi şertê ku ev zewac bi temamî ji zorê bi dûr; bi her awayî bi dilxwaziya her pênc terefên zewacê be, divê ew karibin bizewicin û dewlet an hin kesên din nikaribin rê li ber vê yekê bigrin, lê divê gava her bi eynî rizamendiyê jinek bi çar mêran re jî bizewice ne dewlet ne jî tu kesên din karibe rê li ber vê yekê bigre.
Dewlet divê xwe bi wî awayî bikemilîne ku terefdarên dîn, mezheb an siyaseteke ku gava werin ser hukum wê azadiyan ji holê rakin, -erê bijîn, îbadetên xwe bikin lê- nikaribin serdestiyê bi zorê li hin kesên din bikin û nikaribin bi awayekî welê werin ser hukum ku karibin maf û azadiyan ji holê rakin. Demokrasî ne ew e ku piraniya xelkê deng bidin kê, ew werin ser hukum û programê xwe bi her awayî li gora dilê xwe bimeşînin. Na ev prensîbê piraniyê, şertekî asgarî yê demokrasiyê ye lê ew bi xwe jî bi şertekî ve girêdayî ye ku divê nikaribe maf û azadiyên yeko yeko hemwelatiyan an grûbên civakê kêm bike an ji holê rake, bi vî an wî awayî tecawuzî mafên wan bike.
Ji bo xizmeta hemwelatiyan divê muesesyeka dewletê ya kar û barên dînî hebe, lê divê ne wekî Diyaneta îroyîn şeyxulîslamiya mezhebê Hanefî bike. Divê ew bi xwe mueseseyeke modern a laîk a ne dînî be ku bi riya pisporan û dezge û rê û dirbên hemdem agahdariyên zanistî li ser hemû dîn, mezheb û terîqetan bide, ne çav li riya dîn an mezheban be lê li ya hemwelatiyan be ku gava alîkariyeke dînî jê xwestin bibeze xizmeta wan di warên dînî de. Ew bi xwe îmamtî, keşetî, pîrtî an hahamtî neke, lê gava ji musulmanan re îmam, ji Xiristiyanan re keşe, ji Mûsewiyan re haham û ji Êzîdî û Alewiyan re pîr lazim bûn, bide xîzmeta wan. Heke hemwelatiyekî ji yek ji van dîn an mezheban muhtacî waaz, nesîhet, fetwa an şîretan be, vê wazîfê bide bicîhanîn; li gora daxwaza yê hemwelatî ne ku li gora daxwaza dewletê.
Divê li mekteban ne ku dersên Îslamî lê dersên zanyariyên dînî hebin ku bi awayekî zanistî û uslûb û metodên pedagojîk hemû dînên mezin; Îslam, Xiristiyanî, Mûsewîtî, Hîndûî û Bûdîzm ûhwd. bi berfirehî û dînên din jî heta dereceyeke pêdivê ji bo zarokên dibistanê bê dayîn. Êzîdîtî, Durzîtî, Îsmaîlî, Alewîtî, Bektaşîtî û gellek dîn û mezhebên din jî tê de hemû mezhebên li welêt û yên li Rojhilata navîn, hemû terîqet û cemaet bi wan bên hînkirin. Ew zarok û xwendevanên ku diçin mekteban, dê û bavên wan kîjan baweriyê dixwazin, mekteb hay jê hebe, rê li ber veke ku zarok wan baweriyan bi serbestî bijîn bêyî ku kesekî din karibe henekê xwe bi wan bike an neheqiyê li wan bike.
Bi kurtî ya ku di mesela dîn de berpirsiyariyan dixe ser milê dewleteke demokratîk û reng dide têkiliyên wê yên li hemberî dîn û mezheban, ne filan an bêvan dîn an mezheb e, ew prensîbên dewleteka demokratîk bi xwe ne ku ji bingehên maf û azadiyên însanan yên unîversal dertên, heq û huqûqê hemwelatîtiyê, peyman û prensibên navnetewî û berpirsiyariya dewleteke hemdem a li hember însaniyetê, neslê niha û yê pêş e.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは70表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 07-04-2024
リンクされたアイテム: 7
グループ: 記事
Publication date: 30-10-2013 (11 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 社会
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 07-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 27-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 27-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは70表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,328
画像 105,505
書籍 19,418
関連ファイル 97,443
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - ライブラリ - ブック - その他 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.454 秒(秒) !