ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,391
画像 105,184
書籍 19,478
関連ファイル 97,479
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Girîngtirîn astengiyên li pêşiya vegerandina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Girîngtirîn astengiyên li pêşiya vegerandina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdista...

Girîngtirîn astengiyên li pêşiya vegerandina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdista...
Girîngtirîn astengiyên li pêşiya vegerandina #Kerkûkê# bo ser Herêma Kurdistanê
Roj Qadirî

Bi gengeşeya çavkaniyên pirtûkî û çavkaniyên înternetî û herwisa lêkolîna meydanî, derdikeve ku girîngtirîn astengiyên tevlîbûna Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re, pirsgirêka jeo-polotîkî û jeo-ekonomîkî ya Kerkûkê ye.
Çarenivîsa parêzgeha Kerkûkê û navçeyên nakokî li serê, piştî herifîna rejîma Beis li Iraqê, wekî pirsgirêka herî cidî di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê dîtin. Ji dîtingeha Kurdan ve parêzgeha Kerkûkê beşeke cudanekirî ji navçeyên Kurdistanî yên Iraqê ye û hemû danûstandinên navbera dewletên navendî yên Iraqê û tevgera Kurd li başûrê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bi çarenivîsa Kerkûkê ve girêdayî ne. Herwisa hemû danûstandinên navbera Kurdan û hikûmeta navendî ya Iraqê yên di serdema padişahiyan û Beis a Iraqê de jî, ji ber nakokiyên li ser çarenivîsa Kerkûkê têk çûne. Çareserkirina Kerkûkê bi awayekî aştiyane, dikare aramiya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de têk bide û heta welatên cîran ên Iraqê jî, bi awayekî rasterast û nerasterast bêne nav mijarê ku em di niha de jî şahdê destêwerdana berdewam a Tirkiye û Îranê bûne.
Lê astengiyên herî girîng ên çespandina Kerkûkê bi qewareya hikûmeta Herêma Kurdistanê re çi ne?
Yekem; Di behskirina dîrokî ya pirsa Kerkûkê de û balkişandin bi naveroka danûstandinên di navbera tevgera siyasî ya Kurdistanê û dewletên Iraqê de, sedema herî girîng a lihevnekirina hikûmeta navendî ya Iraqê derbarê çespandina Kerkûkê bi Kurdistanê re pirsgirêka jeo-polotîkî û pêgeha jeo-ekonomî ya vê navçeyê li Iraqê bûye; Çimkî hebûna beşeke berçav ji paşketên petrolê yên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê, cihê pêwendiya di navbera navend û bakûr û herwiha potensiyela zêde ya çavkaniyên jîngehî li navçeyê, girîngiya jeo-polîtîkî ya vê navçeyê bi helsengandin digel navçeyên din ên Iraqê zêde kiriye. Ji ber wê jî, li gor nerîna desthilatdarên siyasî yên Bexdayê, girêdana Kerkûkê bi Kurdistanê re, ne tenê dewleta navendî ya Iraqê dixe nava krîzên aborî, belkî ji bo serxwebûna Kurdistanê jî rewşeke guncaw dirust dike.
Duyem; Bi gengeşeya çavkaniyên pirtûkî û çavkaniyên înternetî û herwisa lêkolîna meydanî, derdikeve ku girîngtirîn astengiyên tevlîbûna Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re, pirsgirêka jeo-polotîkî û jeo-ekonomîkî ya Kerkûkê ye.
Sêyem; Pêkhateya etnîkî û olî ya parêzgeha Kerkûkê, bi taybetî bajarê Kerkûkê, faktereke din a giring e ku hikûmeta navendî ya Iraqê di piroseya danûstandinên navbera xwe û Kurdan de, ji bo nebûna Kerkûkê bo beşek ji Herêma Kurdistanê sûd werdigire.
Wek mînak Tirkmenên Kerkûkê, dibêjin ku Kerkûk xwediyê nasnameyeke Tirkmenî ye û Kurd û Ereb ji bo karkirinê koçberê wir bûne.
Di salên 1990ê de hejmareke berçav ji Tirkmenên Kerkûkê bi piştgirî û alîkariya dewleta Tirkiyê, xwe di çarçoveya eniyeke bi navê “Eniya Tirkmenên Iraqê” de bi rêxistin kirin. Rêbaza siyasî ya vê eniyê ku ji aliyê Tirkiyê ve tê arastekirin, bi awayekî cidî li dijî girêdana Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re ye. Vê eniyê bi rêya rêberên xwe ve hertim tekezî kiriye ku hêla wan a sor, diyarkirina çarenivîsa Kerkûk û tevlîkirina Kerkûkê digel Herêma Kurdistanê ye.
Tevî wê ku di Herêma Kurdistanê de, mafê siyasî û çandî yê Tirkmenên nîştecih li Herêma Kurdistanê hatiye berçavgirtin û li gor giraniya heşîmeta xwe di hikûmeta Herêma Kurdistanê de wezîrên wan heye û di parlemana Kurdistanê de çendîn kursî bi wan re hatiye danê û herwisa di karûbarê çandî de (xwendin û nivîsîn bi zimanê dayîkî, geşe û belavkirina çanda xwe ji rêya belavkirina belavokan ve) azadiya tewaw bi wan re hatiye danê, lê Tirkmenên Kerkûkê ji ber paşxaneya dîrokî û palderên navxweyî û derve, ti meyla wan nîne ku Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re girê bidin. Bi giştî bi Erebên Kerkûkê re li ser biryarên siyasî hevnerîn in.
Çarem; Dewleta Tirkiyê ji dema serxwebûna xwe ya sala 1923ê ve heta niha, hertim yek ji dewletên serdest bi ser Kurdistanê de bûye, ku di meşa hemû bûyerên Kurdistanê de, bi çalakane beşdarî kiriye û hertimî di asta navxweyî û derve de li dijî dabînkirina mafê siyasî yê Kurdan bûye.
Sedemên herî girîng ên hestyariya Tirkiyê ya lihemberderketin li dijî pirsa Kurd li parçeyên cuda yên Kurdistanê bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê, di bin bandora van faktoran de bûye:
- Beşeke zêde ji pantahî û heşîmeta vî welatî Kurd pêk tînin.
- Kurdên Tirkiyê her li dema avakirina wî welatî ji sala 1923ê ve heta niha, ji xeynî çend qonaxên taybet, bo mafê xwe xebat kirine.
- Avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 1992an de, tirs û nigeraniya Tirkiyê li hember pirsa Kurd gelek zêdetir kir, lewma Herêma Kurdistanê di bin çavdêrî de ye û bi hêncetên cuda hertim xwastiye Başûrê Kurdistanê bixe bin zextan.
- Ji dîtingeha dewleta Tirkiyê ve, tevlîbûna Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re, bestêna çêbûna welatê serbixwe yê Kurdistanê pêk tîne, lewma bi hênceta piştevanîkirin ji Tirkemenên Kerkûkê, li dijî tevlîbûna Kerkûkê bi Kurdistanê re ye.
Pêncemîn astengiya herî girîng li pêşiya tevlîbûna Kerkûkê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re, Komara Îslamî ya Îranê ye ku hertim li dijî qewareya vê herêmê bûye û bi awayên cur bi cur hewl daye ku ew qewareye nemîne. Çêkirina girûpên çekdar ên cur bi cur li Iraqê û piştevanîkirin ji hejmarek girûpên siyasî û olî yên Iraqê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, ne tenê komek hewl bûn ji bo bihêzkirina pêgeha xwe li Iraqê û hebûna wan di hemû beşên siyasî, çandî û olî yên vî welatî de, belkî hin hewl bûne ji bo lawazkirina desthilata Herêma Kurdistanê û givaşxistin li ser vê hikûmetê.
Komara Îslamî jî hevşêweyê Tirkiyê li ser wê bawerê ye ku tevlîbûna Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê re bestêna çêbûna welatê serbixwe yê Kurdistanê pêk tîne, lewma hemû hewla wê ew e ku Kerkûk hertimî li ser îdareya dewleta Iraqê bimîne.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは32表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 07-04-2024
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 14-11-2013 (11 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 地理
プロヴァンス: 南クルディスタン
都市: Kerkuk
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 07-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 28-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 28-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは32表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.123 KB 07-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,391
画像 105,184
書籍 19,478
関連ファイル 97,479
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - ライブラリ - ブック - クルド発行 地図 - プロヴァンス - Kurdistan イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.297 秒(秒) !