ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,742
画像 105,257
書籍 19,488
関連ファイル 97,521
Video 1,396
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
KURTEŞANO Derba Li Piştê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KURTEŞANO Derba Li Piştê

KURTEŞANO Derba Li Piştê
KURTEŞANO Derba Li Piştê
Nivîsandin û Amadekirin: Welat Dilken
$Lîstikvan:$
Xortê Porxelek
Keçika Serbiçûk
Kesê Rû Bin Rihan De Veşartî
Kesa Dest Pê Nebûyî
Nivîskarê Pirtûkek Wî Tune Çap Bibe
Dengê Li Pişt Dikê
$Sahneya Pêşî$
$Dekora sahneyê:$
”odeyek biçûk. Deriyê ketina odeyê. Paceyek ronahiyê dibîne perdeyeke şîn pê de dakirî û heya nîvî kişandî. Li orta odeyê maseyek, li ser maseyê çend pirtûk, name û guldankek têde gul heyî, li pişt maseyê kursiyekî rûniştinê û li pêşiya maseyê jî kursiyek. Bi dîwarê odeyê ve daliqandî wêneyekî çarçovekirî yê kulîkla sardûnyayê ku pinpinokek lê danişiye”.
$Cil û bergên lîstikvan:$
“sako û pantalonekî kevn, boteke kevn û gemarî û şevqeyeke li gorî temenê Xortê Porxelek”.
-Dengê pişt dikê) “Xortê Porxelek ê ku bo Keçika Serbiçûk çûbû bazarê ji Keçika Serbiçûk re wek diyarî pirtûkeke nû derketî bistîne (beriya vê fîstanekî şîn û gulgulî jê re stendibû) û jê re bike surprîz ku di demeke wê xwestî de li ber seriyê wê jê re bixwîne li bazarê vedigere yekser diçe odeya xwendinê ya Keçika Serbiçûk.
Li ser maseya Keçika Serbiçûk çavên Xortê Poxelek bi nameyan dikevin.
Xortê Porxelek li nameyan dinêre bi ser de xwar dibe dest bi xwendina wan dike.
Xortê Porxelek li ser kursiyê li kêleka maseya Keçika Serbiçûk rûdine kêliyeke ku nizane çi qas çûye diponije, di nav ponijînê de dengê pestên wî tê bihîstin…”
-Dengê pişt dikê) “Tekane kêfxweşiya min ji min re pirtûk xwendina te ye, tekane danûstendina min bi derdorê re ya bi nêz û bi xweşî tenê bi te re ye” Jê re gotibû Keçika Serbiçûk.
-Xortê Porxelek li saetên name xwendinê dinêre; ‘xelk saeta nivîsandina nameyên xwe dinivîse ew saeta xwendina xwe dinivîse’ dibêje.
-Dengê pişt dikê) “Şeva bo wê helbestek ji ber dikir, dema li mala xwe ya ji odeyekê pêk dihat jê re çentikek didûrit, êvara baran û birûskan de dema xwe dabû tariya kûçeyan çûbû jê re dermanê serêşê anîbû û wisa wisa hezar û heşt sed û bîst û pênc roj, êvar û şevên bi hizirîna wê derbas bûyî, hezar û heşt sed û bîst û pênc roj, êvar û şevên îlam bo wê tiştek kirî…
Xortê Porxelek bi ser lingê xwe yî birîndar ku rêbiran di wan şevan di yekê de rê lê birîbûn doza dirav lê kiribûn… Cihê birîna ling hê jî diêşiya, ling ji ber birînê germ nabe, timî cemidî ye”.
Bi hestkirina ku derbek di piştê de lê ketiye, orînî bi Xortê Porxelek dikeve: ‘ay bavooo…’
$Sahneya Diduyan$
$Dekora sahneyê:$
“hola malekê ya bi kursiyên qehweyî û bi xalîçeyan raxistî. Maseyeke biçûk a qedehên şerabê û hin xwarin li ser. Deriyê qehweyî yê ketina holê yê bi du textî. Bi dîwarê holê ve daliqandî çend wêneyên dirûvê kevalan didin ên hunermend, kûçe, jin û xwezayê, refekî çend pirtûk tê de û navgîneke dengê mûzkê lê bilind dibe”.
$Cil û bergên lîstikvanan:$
“Keçika Serbiçûk; fîstanekî şîn û gulgulî û bi benikekî ji navê re girêdayî, li ser serî floreke sor a li paş stû re girêdayî, boteke heya digihîje gûzikan. Kesê Rû Bin Rihan De Veşartî; taximekî cilên nû, boteke nû ya ji boyaxê dibriqe, şevqeyeke nû, di berîka êlag de saeteke bi zîncîr û di tiliyan de gustîlek mezin, di dêst de proyek. Kesa Dest Pê Nebûyî; dêreyekî teng, kin û sîng heya nîvî vekirî, pêlaveke bi kumik û hin kêrsim… Nivîskarê Pirtûkeke Wî Tune Çap Bibe; Pantor û Çeketekî li hev dikin lê ne taxim, floreke li dora stû girêdayî, pêlaveke nû, di dêv de qelûnek û di dêst de pirtûkek… û bo her lîstîkvanekî/ê rûpoş”
“Xortê Poxelek ji deriyê mala cîrana Keçika Serbiçûk a dengê mûzîk û heytahola merivan jê tê re derbasî nava hola malê dibe.
Li hola fireh a bi xalîçe û textên rûniştinê raxistî baloyeke bi rûpoş li dar e.
Xortê Porxelek çavên xwe li ser dansgeran digerîne wê ji fîstanê şîn û gulgulî nas dike.
Keçika Serbiçûk her carê dikeve piyê yekî-yekê, her carê bi meqamekî dans dike û di nav ên pê re dans dike de Kesê Rû Bin Rihan De Veşartî jî heye”.
-Dengê pişt dikê) Wek ne keçika bes bi jê re xwendina pirtûkan kêfxweş dibe be, wek ne keçika digo, “ji derdora sexte ji mêrên zir eciz im, loma naxwazim ji şêmûga derî re ling bavêjim derve, hew dûr dimînim, ku tu jî nebî…”.
Keçika Serbiçûk qek bi ahenga mûzîkê bi ser xwe ve çûbe, di vir de wir de xwe hêl dike dihejîne…
“Xortê Porxelek digihîje cem wan destê xwe davêje rûpoşê bi rengên otantîk ê rûyê Keçika Serbiçûk rapêçayî û wî dadixîne û dike qirîn, sextekar….”
$Sahneya Sisêyan$
$Dekora sahneyê:$
“ li ber deriyê qehweyî yê bi du text. Li pêş derî du pêkling. Li her du rexên derî du çirayên ronîkirinê. Li her du rexên pêş derî çend gul, çamên biçûk yan jî darek biçûk…”
Li ber deriyê qehweyî yê holê hemî kes li ser serê Xortê Porxelek ê bi zorê ji holê hatiye derxistin civiyan e û deng bi nav hev ketine; yek ji vir yek ji wir dibêje: ‘tu çawa ji vê xanima maqûl re dibêjî sexketar’?
-Dengê pişt dikê) Kes ji Xortê Porxelek bawer nake. Çimkî yek xwişka wê, yek bavê wê, yek bira, yek cîran, yek heval û yek jî Kesê Rû Bin Rihan De Veşartî…
Xortê Porxelek car din diqîre: derewkara rû binê rûpoşê de veşartî…
Dîsa kes bi Xortê Porxelek bawer nabe, bi ser de dikin bûrebûr, dibêjin:’tu çawa dikarî ji vê xanima li her derê bi başî tê nasîn û bi pesnên li wê tên kirin serê dostên wê bilind dibe re bêjî kesa rû binê rûpoşê de veşartî?
Çimkî yek dota wê, yek pisê wê, yek ap, yek xal, yek xaltî, yek met, yek heval, yek cîran û yek jî Kesê Rû Bin Rihan de Veşartî…
Bi hev re dibêjin: tew di zagona nû de tiştê ev ê reben ji vê xanima nazdar re dibêje tewanek mezin e.
Haydên kar kin ji zagonparêzan re nehêlin, em bi xwe wî bin lingên xwe de bipelçiqînin…
Xortê Porxelek car din diqîre; sextekar…
Dîsa hemî jê bawer nakin, bi pêhn û kulman dikevin ser û dibêjin, “bêhedo, nizane kî ye rabûye derewan li vê xanima stêrka mala bavê xwe ye re dike”. “Qey te dil daye wê lê bo ev xanima hêjayî mîrzeyan rû nedaye te tu dixwazî di nav me hêjayan de erzê wê bişkênî”?
-Keçika Serbiçûk: “çi dil daye min, guh nedin van gotinên eletewş. Li min pepûkê, li min porkurê, ev yek bêrêziye ji min re… Gelekî kifş e, ev belengaz neheqiyan li min dike min bi sextekariyê tawanbar dike nexweşê derûniyê ye, divê demildest were dermankirin..”.
-Kesê Rû Bin Rihan De Veşartî li ser gotinên Keçika Serbiçûk, “Gelî xanim û camêrên hêja ev keçika ku gula nav şûşeyan e rast dibêje. Ev xwenezan nexweşekî dera hanê ye. Hemî navtêdan û gotegotên derbarê min de yên li bajêr tên gotin ji devê vî xwenezanî belav bûne” dibêje.
-Dengê pişt dikê) Kesa Dest Pê Nebûyî ya ku wextekê xwestibû Xortê Porxelek wê bifrikîne lê Xortê Porxelek lê vegerandibû gotibûyê ‘ji ser gulê re gulan bêhn nakim’, xwe davêje ortê û berê xwe dide yên li ser serê Xortê Porxelek hêwirî…
-Kesa Dest Pê Nebûyî: “Gelî civata maqûlan ev xanima ciwan û Kesê Rû Bin Rihan De Veşartî rast dibêjin. Vî serseriyî û bêedebî carê ez jî di quncikekî de girtibûm xwestibû cî li min teng bike lê ez a bi xwedî anor min nehêla ew bigihîje mirazê xwe”.
Dengê Pişt Dikê) Nivîskarê Pirtûkek Wî Tune Çap Bibe, yê ku dexsî ji danûstendûna Keçika Serbiçûk û Xortê Porxelek dikir jî tevilê yên keys bi dest ve anîne dibe…
-Nivîskarê Pirtûkek Wî Tune Çap Bibe: “Erê gelî hêjayên rih estetîk û bi efsûna peyvê dizanin, ev xanima ku tekane keçika bajarê me ya ji efsûniya ristê fam dike rast dibêje, ev belengazê pornexweşik, nexweş e, xwendina wî ya helbestan destdirêjî li bedewiya helbestê ye, li me kesên ristên nemir dinivîsîn re bêrêzî ye”.
-Xortê Porxelek, car din diqîre: “zalimno, bêwîjdano, sextekarno, ez ne nexweşê derûniyê me ne jî dildar im, ma hûn nabînin ku di piştê de birîndar im? Bihêlin li rûyê wê biqîrim bêjim sextekarê… Bihêlin bêjim, bihêlin bêjimê sextekarê belkî êşa min sivik bibe…”
-Dengê pişt dikê) Dîsa kes ji Xortê Porxelek bawer nake. Çimkî hemû vexwendiyên heman baloya bi rûpoş a organîzasyona wê Keçika Serbiçûk kiriye ne, li aliyê Keçika Serbiçûk in.
-Xortê Porxelek li erdê ye, bi awayekî ji xwe çûyî dinale: “Ne di dil de di piştê de birîndar im, di piştê de… Bihêlin bêjim sextekar, bihêlin bêjim sextekar, bihêlin bihêlin, bihêlin bêjim…
Dengê pişt dikê) Lê kesekî ji Xortê Porxelek bawer bike li dora wî nîne…”
Dengê mûzîk û qedehan, tîqetîqa vexwendiyên baloya bi rûpoş li hundir bilind dibe û pestên Xortê Porxelek bi zorê tên bihîstin: “bihêlin bêjim sextekar, bihêlin, bihêlin bêjim, bihêlin bihêlin; bihêlin bêjim te çima di piştê de derb li min da… Bihêlin, bihêlin dê… dêl… dêliknooo, bihêlin…
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは72表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovaradilop.net/ 13-04-2024
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 09-10-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: シアター
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 13-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 13-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 13-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは72表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.150 KB 13-04-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,742
画像 105,257
書籍 19,488
関連ファイル 97,521
Video 1,396
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.078 秒(秒) !