ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,612
画像 105,232
書籍 19,488
関連ファイル 97,516
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Mihemed Salih Dîlan: Stranbêjekî helbestvan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mihemed Salih Dîlan: Stranbêjekî helbestvan

Mihemed Salih Dîlan: Stranbêjekî helbestvan
Mihemed Salih Dîlan: Stranbêjekî helbestvan
Diyako Şasiwarî

Dîlan di serdemekê de dest avêtiye bi helbestnivîsînê ku em dikarin di warê #wêjeya kurdî# de bi serdema veqetînê bi nav bikin. Ji ber ku di vê serdemê de bû ku yekemîn tevgerên helbestvan û nivîskarên kurd di warê nûxwazî de dest pê kir.
Mihemed Salih Dîlan, kurdê Mela Ehmedê Dîlan ê kurê Mela Salih ê kurê Mela Qadirê Şew Xwîn e. Lewma ez wiha behsa paşxaneya Dîlan dikim, çimkî ez li ser wê baweriyê me ku biryardana wî di warê hilbijartina hunerê de bandordar bûye.
Malbata Dîlan ji Qelaçuwalana paytexta berê ya mîratiya Baban ve hatine. Salih Dîlan sala 1927an li taxa Guwêje ya bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Her di vî bajarî de xwendina xwe ya navendî dawî pê aniye û wek mûçexwarê fermangeha Titûnê hatiye damezrandin.
Sala 1948an û di temenê 20 salî de dest diavêje bi nivîsîna helbestan. Di heyama vî temenî de ji ber kar û çalakiyên siyasî û dijayetîkirin digel rejîmên dagîrker ên Kurdistanê, çendîn car dixine girtîgehê. Ew hunermend di encamê de sala 1990an koça dawî dike.
Ewa ku pêwîst e li ser Salih Dîlan bê gotin ev e ku piraniya xelkê kurd wî bi stranbêjekî mezin û xwedanê şêwazê dizanin. Dengê Salih di nav tev stranbêjê kurd de dengek bêhempa û taybet e. Ew stranbêjê kurd ew qasî bi şiyan û xwediyê dengekî bilind bûye, di strangotin û nemaze meqaman de mamoste bûye, gelek ji stranbêjên bi navûbang ên kurd di bin bandora wî de bûne. Bo mînak stranbêjek wek Ezîz Şarux ku bi xwe di warê muzîka kurdî de xwediyê şêwazek taybet e, xwe bi dibistaniyê wî hunermendê mezin dizane û di çendîn hevpeyvînan de behsa asta bilind a deng û dengbêjî û hostatiya Dîlan di muzîkê de dike. Lê ya ecêb ew e ku Dîlan xwe wek helbestvan dizane û heta behs dikin ku bi wê yekê aciz bûye ku xelk wî wek stranbêj bizanin. Ewa di halekê de ye ku asta huneriya wî di stranê de gelek bilindtir e ji asta hunerê di warê helbestê de.
Di jiyannameya wî de ku li dawiya dîwana wî de ku ji aliyê Dr. Ebdulah Agirîn ve hatiye nivîsîn, hemû hûrdekariyên jiyana Salih Dîlan wek helbestvan û çalakvanê siyasî hatiye behskirin û tenê hevokek jî behsa wê yekê nehatiye kirin ku hunera stranbêjiya Dîlan çi asteke bilind heye. “Meqama Ejdîha” û strana “Newroz” û dehan beste û awazên din ên Dîlan şahidê bilindbûna karê muzîka Dîlan e. Tê xuya ku pêşîneya malbata wî, di wê biryarê de bandordar bûbe.
Lê tevî karê stranbêjî, em bizanin Dîlanê helbestvan kî bûye û çi kiriye?
Dîlan di serdemekê de dest avêtiye bi nivîsîna helbestan ku em dikarin di warê wêjeya kurdî de bi serdema veqetînê binav bikin. Ji ber ku di vê serdemê de bû ku yekemîn tevgerên helbestvan û nivîskarên kurd di warê nûxwazî de dest pê kir. Kesên wek Şêx Nûriyê Şêx Salih û Ebdulah Goran, bi nasîna wêjeya Rojavayî, helbet Şêx Nûrî ji rêya zimanê tirkî û nasîna dibistana Stenbolê ve û Goran ji rêya zimanê îngilîzî û fransî ve tevgereke nû di helbesta kurdî de ava kirin.
Hevdem digel Goran, gelek ji helbestvanên din dest avêtin bi ezmûna nû û şêwaza Goran ceribandin. Şêwaza Goran jî pêk hatibû ji curek naturalîzma nû û vegerînek bo kêş û qafiyeya helbestên folklorî û devberdan ji erûza erebî.
Ji aliyekî dinê ve helbest di wê serdemê de naveroka wê jî rastî guherînkariyan hat û keşa civakî û siyasî, dengvedaneke zêde di helbestê de hebû. Herdu behsên berê di helbestên Salih Dîlan de hatine bikaranîn. Helbestek bi zimanê sade ku ji zimanê xelkê asayî ve hatiye wergirtin û hemû kesek jê fam dike û kêş û form jî heman kêş û forma wêjeya folklora kurdî ye.
Ew cure nivîsîn belkî riwaleta wê hêsan e, lê ger bixwazî deqek hunerî jê berhem bînî ku hem sade û hem hunerî be, hewcehî bi afirandin û nûbûna “Goran” heye û kêmtir helbestvan piştî Goran ew kar pê hatiye cîbicîkirin û heta Dîlan jî kêmtir kariye tê de serkeftî be.
Lê di helbesta Dîlan de ya girîng nihêrîna wî li bûyerên siyasî û civakî yên Kurdistanê ye û ji aliyê din ve jî li bûyerên siyasî yên cîhanê dinêre. Bo mînak Dîlan di helbesta bilind û dirêj a “Şer û Aştî” de tevlîheviyek ji jana cîhanî û navçeyî dide naveroka helbesta xwe û ji zimanê Mame Pîreyekê ve behsa şerê yekem ê cîhanê dike, lê di helbesta “Kundepepûyê Şer” de behsa derd û jan û çewsandina netewa kurd dike. Yan helbesta “Şêx Mehmûdê Zîndûyî” bo kesayetiyek nasnamesaz ê kurd nivîsiye. Ji aliyekî dinê ve îşareyek bi diyardeyên kultûrî û civakî yên kurd jî kiriye û ji pencereya wan diyardeyan ve rewşa kurdan nîşan daye. Binavûbangtirîn helbesta Salih Dîlan helbestek e ku di wî warî de nivîsiye. Helbesta “Mame Kurnû” bi nastirîn nivîsa Dîlan e.
Gelek stranbêjan muzîk li ser wê helbestê danîne û gotine. Guhdar û xwîner ji ber naveroka temam a helbestê wisa seh dikin ku divê “Mame Kurnû” qehremanekî mezin bûbe. Lê di rastî de kesayetiyekî civakî yê bajarê Silêmaniyê bûye ku bi “Eheyê Kurnû” hatiye nasîn û wî pîşeya firotina nokên keliyayî hebûye û herwisa xweşaxavtin û metelbêj bûye. Ewa ku girîng e ev e ku Dîlan ew kesayetiyê henekker kiriye berdengê helbesta xwe û gelek bi hişyarî ve paradokseke ecêb çê kiriye.
Mame Kurnû henekker û devken bûye û helbestvan gazî dike ku:
Mame Kurnûy rakişawî girdekey seywanekem
Ser rehet dil bê girê, guwê şil ke bo dastanekem
Îcar ew çîrok ku ji bo Mame Kurnû yê niha mirî vedibêje pir e ji nexweşî.
Ji xeynî wî awayê helbestê, karekî din ku Dîlanê helbestvan kiriye helbestnivîsîn e ji bo tevgerên rizgarîxwaz ên gelên bindest ên cîhanê. Bo mînak helbestek ji bo Lumumba nivîsiye. Helbest ji bo Martin Luther King nivîsiye. Ji bo tevgerên rizgarîxwazî yên Cezayir, Kongo û herwisa ji bo gelek aliyên rizgarîxwaz ên dinê helbest nivîsîne ku nîşanderê hişyariyê ye ji hereket û tevgerên siyasî û civakî yên cîhanê. Lê tevî wan hemûyan jî, Salih Dîlan stranbêjekî mezin bûye ku helbest dinivîsî û beşek ji helbestên wî ji aliyê stranbêjên mezin ve hatine pêşwazîkirin û muzîk xistine ser wan helbestan. Wek helbesta “Mame Kurnû”, “Ey baldarî nawhilaney ser popî dirext” û “Ey tirîfey mange şewî zêwînî asiman”.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは26表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 14-04-2024
リンクされたアイテム: 2
グループ: 記事
Publication date: 04-10-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
ブック: 文学
ブック:
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 14-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 16-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 15-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは26表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.216 KB 15-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
写真ファイル 1.0.169 KB 14-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,612
画像 105,232
書籍 19,488
関連ファイル 97,516
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.297 秒(秒) !