ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 522,594
画像 105,732
書籍 19,696
関連ファイル 98,586
Video 1,419
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Sosyolojiya Kurdan û Mamoste Beşîkcî
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sosyolojiya Kurdan û Mamoste Beşîkcî

Sosyolojiya Kurdan û Mamoste Beşîkcî
Sosyolojiya Kurdan û Mamoste #İsmail Beşikçi#
Nivîsandin û Amadekirin: #İbrahim Kureken#

Birêz Yusuf Zîya Döger di 23yê Sibatê de, di derheqê gotina Mamoste Beşîkcî ya li ser zimanê kurdî û bişaftina Kurdan de nivîseke rexneyî nivisand û di malpera Nerinaazad de da weşandin. (https://nerinaazad.org/tr/columnists/yusuf-ziya-doger/ismail-besikcinin-sosyolojik-yanilgisi). Birêz Döger di vê nivîsê de dibêje Mamoste Beşîkcî sosyolojîya Kurdan nizane. Ji bo ku Mamoste dibêje li ser bişaftina kurdan dewleta Tirk pir bi plan, zanîn û biryar e. Lê mixabin Kurd li xwe ne haydar in, hay ji xwe nînin. Kurda li hember bişaftina Tirkan xwe ne parastine, an jî kêm parastine. Îro li kolan û malên Kurdan di dewsa zimanê kurdî de bi tirkî dipeyivin. Zimanê kurdî di xetereke pir mezinde ye.
Birêz Döger van gotinan şîrove dike û dibêje haya Beşîkcî ji sosyolojiya Kurdan tune ye. Lê, dibêje gotina Mamoste piştî dema 1980yî rast e û berî 1980yî ne rast e. Dewlet berî salên 1980yî li gunda neketiye nav jiyana Kurdan a rojane. Gundiyan dûrî dewletê jîyana xwe meşandine. Piştî 1980yî elektrîk hate gundan û paşê jî televizyonê li ser Kurdan tesîreke mezin kir û Kurdên li gunda fêrî zimanê tirkî bûn. Lê berî 1980yî dewleta Tirk bi ser neket. Ji bo ku têkilî bi gunda re kêm bû.
Rast e, piştî ku elektrîk û televizyon ketin jiyana Kurdan, zarokên gundî hîn zêde fêrî zimanê tirkî bûn. Lê rastîyek jî ew e ku bajarên Kurdistanê jî li ser Kurdistanê tên hesibandin. Di van bajaran de gelek Kurd dijîn. Li gelek bajarên Kurdistanê bişaftin di salên 1930an de bi zext û zorê pêk hatiye. Sirgûna Kurdan û qedexekirina zimanê kurdî, dibistan, eskerî û hwd. Di salên 1930an de bişaftina Kurdan hate projekirin û roj bi roj zêde bû. Peyivîna bi zimanê kurdî qedexe kirin. Zarokên Kurda xeynî çend bajaran li gelek bajarên Kurdistanê bi tirki dipeyivîn. Ne tenê zarok, li van bajaran ( Amed, Ruha, Wan, Bedlîs, Semsûr, Elezîz, Meletî, Dêrsim, Qers) ticaret, jiyana rojane bi tirkî dom dikir. Li gelek bajarên Kurdistanê, bajariyan bi çavê kêmî li Kurdan û li zimanê kurdî dinêrtin. Bajariyan xwe wekî Tirk dihesibandin û gundî Kurd didîtin, qerfê xwe bi wan dikirin.
Eger dagirker û gel rastî hev nehatine û gel di jiyana xwe ya nawxwe de jiyaye û zimanê xwe, çanda xwe wenda nekiriye ew nayê wê wateyê ku Kurda li hember dagirkeran bi zanetî xwe parastine. Dema gel rastî sîyasetak êrişkerî hat û xwe parast ew parastinek bi zanetîye. Na, eger têkilî bi tu derê re nebûye, gel wek xwe maye ev tiştekî din e. Beşîkcî qala parastina bi zanetî dike.
Birêz Döger dibêje, salên 1970yî xortên Kurdan bi zimanê tirkî siyaset domandin. Rast e, nivîsên wan, belavokên wan bi tirkî bûn. Ev yek ji bo Kurdan kêmasîyek gelek mezin bû. Dikaribûn bi kurdî binivîsandına û zimanê kurdî pêş de bibirana. Mixabin ew nebû. Her rêxistin li ser doza Kurd û Kurdistanê ava bûbe jî bi îdeolojîya sosyalîzmê û bi îdeolojîya îslamîyetiyê pêş xwe nerîn. Netewetî wekî tiştekî şermî dihate qebûlkirin. Qiymeta zimanê kurdî nehate fêmkirin. Mixabin sîyaseta wan a rojan ne li ser rastîyên Kurd û Kurdistanê bûn. Ew çewtîya wê demê îro jî tengasîyeke mezin xistiye nav doza Kurd û Kurdistanê. Lê gotina “Siyastên Kurdan zimanê tirkî li Kurdistanê bilind kirin” neheqîyeke mezin e. Meriv dikare bibêje siyastên 1970an bajariyên ku bi çavekî kêmasî li gundiyan dinihêrtin û xwe wekî Tirk qebûl dikirin guhertin, li kurdîtiya xwe vegerandin. Bajariyan êdî nedikarî li gundiyan zulm û heqeratê bikin. Ev jî rastîyek e û nayê gotin. Ev mijar di pirtûka min a ku di weşanxana İletişimê de bi navê “Parçası, Tanığı, Mahkumu, Sürgünü Oldum” hate çapkirin de kûr û fire hatiye şîrovekirin.
Birêz Döger dibêje “Heta deh saliya xwe û di sala 1976an de ez çûm dibistana herêmî ya bi razanî min yek herfek bi tirkî nezanîbû”. Bê guman ew dibistana herêmî ya bi razanî ya ku birêz Döger qal dike, mekanîzmayeke dewletê ya li Kurdistanê ji bo zarokên Kurda ji koka wan biqetînin e. Û ew proje ne wê rojê, ji gelek berî de di sala 1962an de amade kiribûn. Ew mekanizma berî destpêkirina dibistana Birêz Döger dixebitî. Gelek zarokên Kurda bi nezanî û belkî ji bê îmkanî çûn wan dibistanan.
Birêz Döger dibêje, “ Mamoste Beşîkcî ji bo ku ne ji herêmî ye (ne Kurd e) van rastiyana nabîne.” Ka kî dikare nîşanî me bide ku kesên herêmî ji Beşîkcî zêdetir van rastiyan dîtine û Kurdan bi rêxistinî li hemberî sîyaseta bişaftina dewletê berxwedaneke cidî dane? Mînak; me bi zanetî zarokên xwe şandin dibistanên tirkî. Zarokên me bi salan sonda Tirkbûnê xwendin. Çend hezar Kurd li hemberî sîyaseta dewletê derketin? Çend Kurdan li malê zarokên xwe fêrî nivîsandin û xwendina kurdî kirin? Belkî çend kes. Lê bi milyonan Kurd bêdeng man û vê mijarê ji xwe re nekirin kul û derd.
Birêz Döger di nivîsa xwe de bi vê gotina xwe neheqiyeke mezin li Mamoste Beşîkcî dike ku birastî gelek Kurd pê diêşin. Dibêje; “Gerek bête diyarkirin ku çavên ji der ve yên li ser Kurda xebatê dikin astengan dixin ber me, ji bo ku em nikaribin bi rastî tehlîla xwe bikin.” Ev gotin tê wê wateyê ku wek bi biyanîyan em tên xapandin. Ev gotin ji bo Mamoste ne di cî de ye û li Beşîkcî neheqiyeke mezin e. Bi hezaran xwendevanên Kurd bi nivîsên Mamoste xwe naskirine. Kurdên ne xwende bin jî di bin tesîra şewqa ji fikrên Beşîkcî tên weşandin de kurdîtiya xwe nasîn. Beşîkcî ne dûr û derveyî Kurda ye, ew, ji bo ên ku Mamoste dinasin, di navenda mêjiyê kurdayetiyê de ye.
Îro bi dehan, bi sedan ronakbîrên Kurd li welat, li derveyî welat li ser zimanê Kurdî dixebitin. Ev xebateke gelek pîroz e. Xwendevan kêm bin jî gelek nivîskarên Kurdan çîrok, roman û helbestan bi kurdî dinivisînin. Lê belê axaftina zimanê tirkî li bajaran û li gundan di dinav gelê Kurd de gelek zêde bûye. Îro êdî ne muhîm e bê ev kêmasî di kîjan salê de destpêkirîye. Bi milyonan Kurd li metropolan dijîn. Çend deh salên pêş me zarokên wan wê nebêjin em Kurd in. Li Kurdistanê bi kurdî axaftin roj bi roj kêm dibe. Mamoste Beşîkcî bi ser me de diqîre ku em bi xwe ve werin û hay ji xwe hebin. Birêz Döger di nivîsa xwe de, di gelek ciyan de maf daye mamoste û rûmeta wî bilind kiriye, lê cardin jî ev gotinên Mamoste ji xwe re kiriye derd. Bo çi?
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは58表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 15-04-2024
リンクされたアイテム: 2
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 05-03-2019 (5 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
ブック: 社会
プロヴァンス: Kurdistan
プロヴァンス: トルコ
Technical Metadata
アイテムの品質: 98%
98%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 15-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 15-04-2024
最近の( ڕۆژگار کەرکووکی )によって更新この商品: 08-06-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは58表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 522,594
画像 105,732
書籍 19,696
関連ファイル 98,586
Video 1,419
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - ライブラリ - ブック - その他 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.844 秒(秒) !