ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  530,012
画像
  107,343
書籍
  19,958
関連ファイル
  100,747
Video
  1,470
言語
کوردیی ناوەڕاست 
302,793
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,917
هەورامی 
65,831
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,990
فارسی 
8,924
English 
7,400
Türkçe 
3,595
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
327
Nederlands 
130
Zazakî 
88
Svenska 
60
Հայերեն 
50
Italiano 
41
Español 
40
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Тоҷикӣ 
3
Polski 
2
Hrvatski 
1
ترکمانی 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
2
イメージと説明 
1
地図 
1
MP3 
323
PDF 
30,417
MP4 
2,391
IMG 
196,273
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
Pêşengeke êzidî: Meyan Xatûn
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Hrvatski0
Norsk0
Polski0
Pусский0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pêşengeke êzidî: Meyan Xatûn

Pêşengeke êzidî: Meyan Xatûn
=KTML_Bold=Pêşengeke êzidî: Meyan Xatûn=KTML_End=
=KTML_Underline=Jîn Aryen=KTML_End=

Lawiko!
Kelekela germa vê havînê
Lawikê min nexweş e
Nexweşê li nav nivînê
Eza rebenê
Dikim cîhê lawikî deynim
Li eywana şaneşînê
Cotê reşguliyên xwe
Ji lawikê xwe re
Têxim ba û baweşînê
Heyanî sibê
Li ber serê lawikê xwe rûnim
Ez ê bejim:
“Gelî mêr û zilaman
Hûn ê ji kêleka lawikê min rabin
Ma çima hûn nizanin
Lawikê min nexweş e, bedhal e
Ditirsim ez lawikê xwe nebînim
Ez ê bimirim bi vê kulê
Bi vê kederê, vê birînê…”
De were…
Ax de were
De were
De were
Keser û meraqa min lawiko…
Meyan Xatûn piştî mirina kurê xwe Mîr Sêîd Beg demeke dirêj êş û azara birîna wî di dilê xwe de hewandibû û bi zêmarên qedîm birînên xwe pêçabû, bi wan re aş dibû; ew êş û azarên xedar bi dengê xwe yê xembar kehî dikirin, ew şevên dirêj li bejna xwe dipêçan û şev û rojên tarîgewrk hembêz dikir.
Ew piştî çend salên borî careke din çûbû qesra dayik û bavê xwe û berê berbangê li ser girê li pêşberî qesrê rûniştibû. Dema ku tîrêjên rojê bi şewqa xwe rûyê wê dixemilandin hêsirên çavên wê ku demeke dirêj bû di gewriya wê de kom bûbûn bêhemdî diherikîn ser hinarokên wê. Wê li aliyekî bi kefa destên xwe hêsirên xwe paqij dikir û li aliyekî jî bi zêmara ‘Lawiko’ hedûriya xwe dianî.
Li Baedreyê pêvajoyeke nû
Mirina Mîr Seîd Beg jî wek a bavê wî Mîr Elî Beg bi gûman bû û tu caran nehat zelalkirin. Helbet vê rewşê jî li ser Meyan Xatûnê zêdetir bandor dikir, lê li aliyekî jî derdora wê bi feq û fîtneyan hatibû dorpêçkirin. Diviyabû ku wê li dijî vê dorpêçkirina berfireh a neyaran berjewendiyên civaka xwe û yên mîrîtiyê bi awayekî xurt biparasta. Meyan Xatûnê jî dizanibû ku êdî ji bo wê û mîrîtiya Baedreyê pêvajoyeke nû dest pê dikir.
Meyan Xatûnê piştî mirina Mîr Seîd Beg careke din xwe di nava şerê desthilatdariya ji bo mîritiyê de dît û ji bo parastina mîrîtiyê têkoşiya. Wê nedixwest ku bi nîqaşên nava malbata mezin a ji bo bidestxistina mîrîtiyê paşveçûyinek çêbibe û ji bo vê destpêkê kesên ku li dijî wê tevdigeriyan beralî kir û di sala 1944’an de neviyê xwe Tehsîn Beg anî ser peywira mîrîtiyê.
Mîr Tehsîn Beg kurê Mîr Seîd Beg bû û dema hat ser mîrîtiya Baedreyê hê 11 salî bû. Dayika wê Xoxê keça mîr Naîf Beg bû. Piştî mirina Mîr Seîd Beg wê jî piştgiriya kurê xwe dikir ku mîrateya bavê xwe bidomîne, lê bandora herî mezin a li ser mîrîtiyê bêgûman bi sekn û hêza xwe Meyan Xatûn bû.
Meyan Xatûnê bi mîrîtiya neviyê xwe Tehsîn Beg dê serdema sêyemîn a mîrîtiya Baedreyê jî bi rê ve bibira û ji bo pêşerojê Tehsîn Beg perwerde bikira. Mîr Tehsîn Beg asta êrîşên li ser kurdên êzidî, dek û dolabên siyasî yên li Rojhilata Navîn, şerên desthilatdariyê, têkoşîn û hunera rêvebirinê dê ji kiryar, cerebe û şîretên pîrika xwe Meyan Xatûnê hîn bûbûya û bi demê re bipijiya.
Mîr Tehsîn Beg di serdemeke wisa de mezin dibû ku şer û pevçûnên desthilatdariyê, komkujiyên li ser civaka wan û li ser gelên cîhanê pêk dihatin di asta herî jor de bûn. Meyan Xatûnê di vê merheleyê de her tim ew diparast û ew ji rojên dijwar re amade dikir.
Serhildan, bêbextî û welatperwerî
Di sala 1945’an de serhildana kurdên li başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Iraqê dest pê kiribû lê mixabin hinek eşîrên kurdan jî bi hevkariya dagirkeriya Iraqê bêbextî li neteweya xwe dikirin.
Dewleta Iraqê ya dagirker û hinek eşîrên kurd ên misilman ji bo ku kurdên êzidî jî bibin alîgirê wan û piştgiriyê bidin wan bi Meyan Xatûnê re hevdîtin pêk dianîn û carinan jî bi riya navbeynkaran name jê re dişandin. Lewre li gor agahiyên wê demê 600 hezar kurdên êzidî girêdayî mîrîtiya Baedreyê anku Meyan Xatûnê bûn. Dewleta Iraqê, hinek şêx û serkêşên din ên eşîrên kurd û ereban hay ji vê hêza Meyan Xatûnê hebûn û dixwestin wê bikişînin aliyê xwe.
Meyan Xatûn jineke welatperwer, jîr, têgihiştî û zana bû. Wê nedixwest civaka êzîdiyan a ku rastî gelek komkujiyan hatibû bixe nava şerekî navxweyî ku careke din xwîna wan bê rijandin. Wê bi hewldanên dîplomasiyê nêrinên xwe peşkeş kirin û got:
“Qewmê kurdên êzidî ku bi sedan sal in rastî gelek komkujiyan hatine û ji hêzê hatine xistin, em rast nabînin ku bi misilmanan re bikevin nava şerekî din ê navxweyî û careke din xwîna wan bên rêtin.”
Meyan Xatûnê bi vê sekna xwe ya bibiryar pêşî li komkujiyeke din a li ser êzîdiyan girt û bi riya dîplomasiyê nehişt ku eşîrên êzidî û misilman careke din bên dijberî hev.
Serdema dawî ya mîrîtiyê
Di serdema mîrîtiya Tehsîn Beg de êdî desthilatdariya sedan salan a Dewleta Osmaniyan bi dawî bûbû lê ji bo êzîdiyan dîroka fermanan a komkujî û mişextiyê hê berdewam bû. Mîr Tehsîn Beg jî wek bapîrê xwe Mîr Elî Beg û bavê xwe Mîr Seîd Beg dê şahidiya gelek fermanên qirkirin, pişaftin, belavkirin û dîlgirtina civaka xwe êzîdiyan bikira. Ew jî wek dapîr û bapîrê xwe dê ji ax û warê xwe bihata mişextkirin û bi hesreta welatê xwe salên dirêj derbas bikira.
Dîrokzan û erdkolog Austen Henry Layard ku li ser herêmê lêkolîn kiriye di berhemeke xwe ya di salên 1839’an de nivisandibû derbarê êrîşên osmaniyan û rewşa êzîdiyan de wiha dibêje:
“Parêzgerên Osmanî Mehmed Reşît Paşa û Hafiz Paşa êzîdiyên ku radestî wan dibûn jî didan kuştin, lewre li gor dînê îslamê girtina bacê ya ji êzîdiyan jî ne helal bû û ji ber vê wateya jiyana wan jî tunebû; divê bihatana tunekirin. Gelek êzidî ji ber vê rewşa kambax di nava şikeftên ku ji bo rizgarbûnê xwe veşartibûn de hatin şewitandin. Tenê du rê li pêşiya wan hebû. Yan dê dev ji baweriya xwe biberdana û bûbûna leşkerên Osmaniyan an jî dê bihatana qetilkirin. Di van komkujiyan de gelek jinên êzidî hatibûn revandin û li ‘harem’an de hatibûn bicihkirin. Herwiha zarokên wan jî li bajarên cuda dihatin firotin…”
Fermana 73’yan û şerê rizgariyê
Dîrok û çarenûsa êzîdiyan a bêyom piştî 200 salan jî neguherîbû û ew bîra ku Osmaniyan bi fermanên komkujiyê ava kiribû bi riya neviyên Osmaniyan, dewleta Iraqê û herî dawiyê jî bi êrîşên DAIŞ’ê nû dibû. Mîrê êzîdiyan ê dawî Tehsîn Beg jî di vê çerxa bêsiûd a êzîdiyan de dê pêvajoyên gelek giran li pey xwe bihişta û herî dawiyê dê şahidiya fermana 73’yan a ku ji aliyê kujerên hov ên DAIŞ’ê ve pêk hatibû bikira.
Di meha tebaxa 2014’an de li Şingalê êzîdiyên kurd dê careke din bi komkujiyê re rû bi rû bimana û li pêşberî cîhanê û hemû mirovahiyê rastî fermana komkujiyê bihatana. Piştî vê fermana qirkirinê dê careke din gelek jin û zarokên êzidî bihatana kuştin, revandin û li bajarên cuda bihatana firotin. Gelek malbatên êzidî jî dê mişextî welatên din bûbûna.
Kurdên êzidî di hemû serdemên ferman û komkujiyan de ji ber ku ne xwedî wê rêxistinbûyîn û hêza xweparastinê bûn nikaribûn xwe ji qirkirinê jî biparêzin û her tim ew çarenûsa reş û tarî dubare dibû. Lê vê carê ji bo êzîdiyan ferq û cudahiyeke vê serdema dîrokî hebû. Lewre piştî salên dirêj ên zor û zehmet gelê kurd û civaka êzîdiyan bi pêşengiya rêber Evdilah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê xwe ji her milî ve bi rêxistin dikirin û têkoşîna rizgariyê bi pêş ve dibirin. Li Şingalê jî êdî ew çerxa bêsiûd diguherî û çerxa berxwedan û rizgariyê derdiket pêş. Mîr Tehsîn Beg û civaka êzîdiyan jî vê carê ji carên din cudatir dê şahidiya têkoşîneke dîrokî ya parastina êzîdiyan bikira.
Li Şingalê piştî êrîşên DAIŞ’ê 12 gerîlayên pêşeng ên hêzên Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo parastin û rizgariya kurdên êzidî xwe di nava demeke kurt de ji gelek milan ve bi rêxistin kirin û li dijî hovîtiya DAIŞ’ê û hemû hêzên êrîşkar û li dijî bêbextiya hinek kurdên hevkar ên dagirkerên Kurdistanê cengeke lehengî ya dîrokî meşandin. Bi fermandariya fermandarên êzidî yên nemir ên wek Zekî Şengalî, Egîd Civiyan û Rojda Mahîr ala Êzdîxana azad a ku daxwaz û xeyala Meyan Xatûnê jî bû li çiyayê Şingalê bilind kirin, Êzdîxan parastin û gelek sazî û dezgehên ku bîr, bawerî, dîrok û çanda kurdên êzidî bivejînin, biparêzin û bi pêş ve bibin ava kirin; di pêşengiya rêber Evdilah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê de mîrateya pêşengên êzidî bi têkoşîneke bêhempa bi serketinê tacîdar kirin û xeyalên wan li her derê Êzdîxana azad belav kirin; giyanê Meyan Xatûnê, giyanê Dewrêş û Edûlê, giyanê bi sed hezaran êzîdiyên nemir şad kirin.
Jiyaneke têkoşer a têr û tijî
Meyan Xatûnê di sê serdemên mîrîtiya Baedreyê de tevahî 44 salan bi awayekî çalak kar û barên mîrîtiyê bi rê ve bir û pêşengiya civaka kurdên êzidî kir. Ew piştî jiyaneke ewqas têr û tijî ya di nava têkoşînê de derbas bûbû di sala 1957’an de li Baedreyê çû ser dilovaniya xwe.
Ew heta dawiya temenê xwe ji bo ku rizgarî û yekîtiya êzîdiyan ava bike û wan ji xetereyên komkujiyê biparêze têkoşiya û xebitî; di jiyana xwe ya têkoşer de gelek berdêlên giran jî dan, lê dîsa jî paş ve gav neavêt. Wê di nava civaka êzîdiyan de -ku ji aliyê hişmendiya jinê ve paşverûtiyeke pir kûr jî hebû- 44 salan rêbertî kir û bi hêz, pêşbînî, zanebûn û sekna xwe ya polîtîk pêşengiyeke serketî kir.
Meyan Xatûn jineke welatperwer, bîrewer û bibiryar bû; bi hestên kûr dilsoza gelê xwe û axa xwe bû. Bi jiyan û têkoşîna xwe hêz û pêşengiya nirxbiha ya jina kurd, bi taybetî jî ya jina êzidî danî pêşiya me. Ew wek jineke kurd û êzidî nirxên xwe, nasnameya xwe ya neteweyî, çand û hebûna gel û axa xwe bi awayekî dewlemend parast û li gel nav û dengê xwe mîrateyeke giranbiha ya dîrokî jî hişt li dû xwe. Giyanê wê şad be…
1- Dîroka Êzidiyan – John S. GUEST
2- Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd – Rohat ALAKOM
3- Devletsiz Ulusun Kadınları – Shahrzad MOJAB
4- Kovara ‘Kürt Tarihi’ Hejmar: 15[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは32表示された回数
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun.org/ - 16-04-2024
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 00-00-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: 女性
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 96%
96%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 15-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 17-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは32表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
新しいアイテム
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  530,012
画像
  107,343
書籍
  19,958
関連ファイル
  100,747
Video
  1,470
言語
کوردیی ناوەڕاست 
302,793
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,917
هەورامی 
65,831
عربي 
29,215
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,990
فارسی 
8,924
English 
7,400
Türkçe 
3,595
لوڕی 
1,691
Deutsch 
1,479
Pусский 
1,134
Française 
327
Nederlands 
130
Zazakî 
88
Svenska 
60
Հայերեն 
50
Italiano 
41
Español 
40
لەکی 
37
Azərbaycanca 
24
日本人 
19
中国的 
14
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
Fins 
12
Тоҷикӣ 
3
Polski 
2
Hrvatski 
1
ترکمانی 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
2
イメージと説明 
1
地図 
1
MP3 
323
PDF 
30,417
MP4 
2,391
IMG 
196,273
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 伝記 - 人タイ - ライター 伝記 - 人タイ - 伝記 - 人タイ - Astronom 伝記 - 人タイ - 宗教 伝記 - 人タイ - 歴史

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.563 秒(秒) !