ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,838
画像 105,970
書籍 19,372
関連ファイル 97,535
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de
Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem
Bêhzad Qadirî

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a #Newrozê# di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.
Di beşa berê ya vê gotarê de, me bi kurtî behsa girêdana Newrozê bi Kurd û Kurdistanê re kir û got ku Newroz li Kurdistanê tevî wê ku cejneke taybet e û xwedî dîrokeke kevnar e, lê di heman demê de wekî cejneke neteweyî tê hesibandin ku li hemû beşên Kurdistanê û bajar û bajarokan tê pîrozkirin. Herwiha me behsa rengvedana Newrozê di wêjeya Kurdî de jî kir û di vî warî de me behsa çend beşên helbesta çend helbestvanên Kurd kir. Di vê beşê de jî em ê heman meşê bişopînin û di helbest û deqên Kurdî de zêdetir dengvedana Newrozê pêşkêş bikin. Divê ez vê yekê jî bibêjim ku di vê gotarê de tevî wê ku em rengvedana Newrozê di wêjeya Kurdî de dibînin, em ê li helbestvan û nivîskarên xwe jî binêrin ku mixabin navên hinekan hatiye jibîrkirin.
Newroz di helbesta “Newroz” a Xadîm de
Xadîm” (1895-1971) nasnavê helbestvanê Kurd ê kilasîk Hacî Mîrza Ebdulah ê kurê Hacî Mihemed ê kurê Mewlûd Çavreşî Koye ye. Di sala 1895an de li bajarê Koye, bajarê wêje û hunera Kurdî ji dayîk bûye. Navbirî di şeş saliya xwe de dest bi xwendina olî kiriye û di 12 saliya xwe de xwendina xwe bi dawî aniye û bi başî hînê xwendin û nivîsînê bûye û berdewam dîwana helbestên Kurdî û Farsî xwendiye û xwe pê gihandiye. Xadîm di sala 1946an de çûye Silêmaniyê û heta roja koça dawî li wir maye. Wî dukanek li ser şeqama Mewlewî hebûye û mala helbestvanên wekî “Bêxud, Elî Kemal Bapîr û Remzî Mela Marf” û yên dinê bûye. Navbirî helbestek bi navê Newrozê heye (ji ber nebûna derfetê, em ê ji bo her helbestvanekî tenê çend beytên helbestên wan danên):
Newroze îmro weidey şadîye / cejnî serbestî û hem azadîye
Newrozî pîroz rêkewtey şeme / em newi`e cejne şaze, zor keme
Sirwey nesîmî seher hatewe / ta pişkoy xunçe geş bikatewe
Mujdey newbehar bide be bulbul / ta wekû şad bê be Ruxsarî gul
Xadîm di helbestek kurt a dinê de ya bi navê “Feslî Newroz û Helqeyî Ehbab” wiha behsa Newrozê kiriye.
Feslî newroz û helqeyî ehbab / bimderê saqya to camê şerab
Bulbulan nexmego le xendeyî gul / min denoşim be yadî to mey nab!
Navbirî herwisa li helbestên “qesîdey behar le wesfî qudretî xalîqî erz û sema, ta ebed namewê bimken le derî yar cuda, musmî newroze îmro bay seher wextê ke hat, newroze rojî şadîye emsale salî gul, feslî xezane îmro şêwawe haɫî bilbil û newroze cejne îmro feslî gule behare” behsa Newrozê kiriye.
Newroz di helbesta “Cejnepîrozey Newroz” a Nafî`i Mezher de
Nafî`i Mezher (1913-1998) li Seqizê ji dayîk bûye û li hucreyan û li cem melayên wê demê xwendiye û ji bo wê mebestê jî gelek gund, bajar û navçeyan geriyaye. Helbesteke kurt a navbirî bi navê “Cejnepîrozey Newroz” heye ku tê de hest û hezkirina helbestvan a ji bo yara xwe derdikeve pêş:
Erê ho yarî şîrîn wa behare û cejnî newroze / leto her taqe maçêkim ewê bo cejnepîroze
Ke çûnka salî tazey kurdekanî aqîbet xêre // deba dû camî mey lêdeyn beyadî em gel û hoze!
Hêjayî behskirinê ye ku “Nafî`i Mezher” li helbestên “be zend û pazend be gorî zerteşt, halekokî behar, kartî newrozî 42, eme behare, cejnepîroze bo mamosta hejar, şîrekanim, dûbare bo mamosta hejar û peyamî newroz” behsa Newrozê kiriye. Herwisa wî helbestek taybet li ser Newrozê her bi navê “Newroz”ê heye.
Newroz di helbesta “Lezrîn le tirsî serma tirsî nema le serma” a Şêx Ehmedê Şakelî de
Şêx Ehmed (1980 – 1905) kurê Şêx Mihemedê kurê Şêx Seîd e û li gundê Şakel ê ser bi navçeya Germiyanê ji dayîk bûye. Li hucerayê li cem Mela Ehmedê Kelar û Mela Qadirê Sofî dest bi xwendina xwe kiriye. Paşê çûye Silêmaniyê û li cem Mela Mihyedîn xwendina xwe berdewam kiriye, û bi vî rengî hînê Erebî û Farsî bûye. Terîqeta Neqşîbendî wergirtiye û evîndarê Şêx Osmanê Duyem ê Biyare bûye. Şêx Ehmed Şakelî helbestvan û di warê siyasî de endamê Partiya “Hîwa” bûye. Herwiha parêzerê hemû gundên “Kerîm Begê Caf” jî bûye.
Lerzîn le tirsî serma tirsî nema le serma / birkî edem leberma, bergî giranî serma
Be tîşkî tawdarî hetawî mangî newroz / şika şikohî serma, bê dest û pawu serma
Çemen çe awdare popey çiya behare / nizarî lalezare serma bebê eser ma
Şêx Ehmed jî wekî helbestvanên din ên Kurdistanê, di helbestên xwe yên dinê de behsa Newrozê kiriye, ku çend helbestên wî ev in: “Ey çiray şewqî cemalt şemî hucrey sînekem, ey sirwey nesîm wey kizey şemal, bo malî hemey welî û gulaley jînî min azîz bebê to taze nabêto”
Newroz di helbesta “Saqîname” a Fayeq Bêkes de
Fayeq Bêkas (1948 – 1905) ê kurê Ebdulah Begê kurê Kake Hemeyê kurê Îlyas Qoce ye. Malbata wî ji Qelaçuwalanê hatiye Silêmaniyê û di sala 1905an de li Sîtekê hatiye dinê. Fayeq Bêkas helbestvanekî nîştimanperwer û dijî biyanîperestî bûye. Di serdema xwe de, piştî Xanî û Hacî Qadir, yek ji alahilgirên nîştimanperwer bûye. Hêjayî behskirinê ye ku navbirî bavê helbestvanê mezin ê gelê Kurd, Mamoste Şêrko Bêkas e. Ev jî beşek ji Saqînameya Fayeq Bêkes e:
Saqî behare... saqî behare / saqî birwane dinya behare
Zemîn serapa gul û gulzare / çirîkey baz û nexmey hozare
Newroz peyda bû le girdî yare / tê bike le çawî ew îşwedare
Kwa firsetêkî herwek emcare / tê bike çi wextî twanc û are
Ev gotare dom heye…
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは57表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 19-04-2024
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 19-03-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: の言語
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 19-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 20-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは57表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,838
画像 105,970
書籍 19,372
関連ファイル 97,535
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.375 秒(秒) !