ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,301
画像 105,002
書籍 19,456
関連ファイル 97,734
Video 1,402
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Rê û resma şahî û dawetê li navçeya Jaweroya devera Hewraman ya Rojhilatê Kurdistanê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rê û resma şahî û dawetê li navçeya Jaweroya devera Hewraman ya Rojhilatê K...

Rê û resma şahî û dawetê li navçeya Jaweroya devera Hewraman ya Rojhilatê K...
Rê û resma şahî û dawetê li navçeya Jaweroya devera #Hewraman# ya Rojhilatê Kurdistanê

Di merasima nîşankirinê de diçûn destê keçkê maç dikirin û bo dema hefteyek yan du hefteyan gustîlekî dixistin tiliya wê. Paşê diçûn marê dibirrîn û piştî marebirrînê, şêranî dixwarin. Digotin, eger şêranî hişk be, ji ber ku erzan e, hinek dirav jî ligel şêranî daynin
Nîşankirin:
Kurdshop - Di merasima nîşankirinê de diçûn destê keçkê maç dikirin û bo dema hefteyek yan du hefteyan gustîlekî dixistin tiliya wê. Paşê diçûn marê dibirrîn û piştî marebirrînê, şêranî dixwarin. Digotin, eger şêranî hişk be, ji ber ku erzan e, hinek dirav jî ligel şêranî daynin. Eger dirav datînan, neçar nebûn nan bidin xelkê. Hinek dirav bo bûkê jî datînan, lê eger şêranî terr bûya, dirav nedatinîn. Merasim bi vî rengî bû û paşê nanek û çayek didan xelkê û kinc li bûkê dikirin. Êdî sal dozde meh, zavayê reben û mala bavê zavê, didin xebitandin, derew bi wan didan kirin, bax bi wan didin kolandin û ji wan re digotin gelekirin, gelekbax û geledar û karên bi vî rengî bi wan didan kirin. Merasima nîşankirin û dergîstîbûnê bi vî rengî bû û salekî dikişand.
Piştî derbasbûna salekî, di werza payîzê de (şahî û dawet werza payîzê dihat kirin), destek kincên bedew bo bûkê didrûtin û diçûn. Niha bo bûkan, kincên behar narinc didirûn, lê wan çaxan tenê kirasek û kofîiyek Sineyî bû, mexmel bû. Diviyabû jintîya bûkê, heft caran şala xwe bida serê bûkê û danîba bin piyên wê û bûkê jî piyê xwe danîba ser û bi ser de çûba. Digotin, ev resmek kevn e û bi vî rengî bûk li ber çavên jintî û jinên din şirîn dibû. Paşê kofî datînin serê wê û pêwîst bû jintîya bûkê, pênc caran kofî danîba serê xwe û paşê danîba serê bûkê. Kofî gilover bû. Paşê dihatin desmalek sor datinîn ser kofîyê û dibirin mala zavê. Zava diçû ser banê xanî û dema bûk derbasî nav xanî dibû, zava qend yan şekirok yan jî fêkîyek bi ser bûkê de davêt. Paşê şahî û govend dihat kirin û gazî zava dikirin û dibirin mal. Ew jî bi rengekî şermoko diçû xêliya ser çavên bûkê radikir.
Bûkbirin:
Di şahî û dawetan de, dayka bûkê yan jî dayka zava, du hêkan tînin û li ber deriyê mala xwe, yekê datînin bin piyê bûkê û yekê jî datînin bin piyê zavê. Debek din jî ew e ku dema bûk diçe derve, dayka zavê hindek tişt wek sêv yan şekirok û hinek xwarin dihanî û bi ser serê bûkê de dikir. Berê ji ber ku şekirok kêm bû, qend nav tiştekî de dipêçan û dixistin stûyê bûkê. Wateya wê jî ew bû ku bila bûk wek qend şirîn be. Dayka zavê jî helwa çêdikir û dixist nav nan û nan jî wek niviştan dipêça û 7 libên wisa çêdikir û dixistn bin lihêfa sor û lazim bû bûk heft caran bi ser wan nan û helweyan de hatiba û çûba, mebesta wan ew bû bûk wek wê helwayê şirîn be. Debek din jî hebû, ew jî dema bûk ji mala wê derdixistin û dibirin derve, bûk heft caran bi aliyê çepê de diket û heft caran jî bi aliyê rastê de diket, ji bo hem li ber çavên malbavana xwe şirîn be hem jî li ber çavên mala xezûrê xwe şirîn be. Dema bûk dihanîn, bi hespan diçûn pêşiya wê. Bi hespan li ber berbûkên bûkê de cirît davêtin û gelek kes diketin ber dest û piyên wan û digotin, lê binêrin! Birazava cirîtan davêjin. Êdî berbûk û jinên din neynikek û çirayek li ber bûkê digirtin û lawje digotin: Zawa Mizganî! Hawdemû Yawa (zava mizginî! Hevdema te hatiye)
“Zemaxwan” bi wateya sifreya zava
Şeva ku bûk dibirin, sibehê dayka bûkê radibû goşt û tiştên din sor dikir û ligel hinek nan û fêkî û hindek tiştên din, dişand mala zava, ji vê re digotin “Zemaxwan” heman sifreya zava. Dema zava sifre werdigirt, dirav dixist nav tasekî û dida destê kesên ku sifre jê re anîne.
“Kinaçeçirra”
Mala xezûrê bûkê wê şevê radibûn û şîv bo mala bavê bûkê dibirin û ji vê debê re digotin “Kinaçeçirra”. Dihatin heft jin û heft keçên derdora mala bavê bûkê li derdora bûkê kom dikirin û nan û xwarin bi wan didan belavkirin. Wan jî dewrîyek tijî gûz, mewîj yan jî hirmî û êdî çi ba, dikirin û desmalek davêtin ser û didan destê dayka bûkê û wê jî dixst nav sindûqa bûkê û bo taştêya bûkê radigirt. Bav û birayê bûkê jî hinek gore dikirrîn û dixistin nav sindûqê û wek diyarî bo mala zava û cîran û biravavayan dişandin.
“Serhorrane”
Dema di şahiyan de nan bipatana, du jin dibirin, yekê hevîr distira û ya din jî nan dipat. Dema diçûn torbê ard biçirrînin, yek ji birayên bûkê li ser torbe rûdinişt û nedihîşt biçirrînin û digot, heta dirav yan jî “berewhorrane” nedin min, ez nahlin devê torbê ard vekin. Ew du jinên ku diçûn bo nan patinê, jê re digotin “pawewe”. Berbûk diçûn bûkê bînin. Ji yekê re digotin berbûk û ji ya din re digotin “caş berbûk”. Wate, yek ji wan çûye hevîr bistirê û ya din jî çûye nan bipêje. Bi şev kade û bişî çêdikirin û bi roj jî nan dipatin. Roja dawetê jî pez û dewar serjêdikirin û dikirin xwarin bo mêvanan.
Deba Bawanî
Piştî ku bûk dibirin û dawet xilas dibû, piştî hefteyekî bûk vedigeriya mala bavê xwe û ji vê debê re jî digotin deba Bawanî. Bavê bûkê jî pezek yan golikek dida keça xwe û jê re digot, ev bawaniya te û para te keça min.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは102表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 22-04-2024
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 28-02-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 22-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 26-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 26-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは102表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.177 KB 22-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,301
画像 105,002
書籍 19,456
関連ファイル 97,734
Video 1,402
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ブック - クルド発行

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.265 秒(秒) !