ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
ビデオ
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
アーキビスト
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
ビデオ
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
アーキビスト
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 アーキビスト
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
伝記
ニザーミー
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  536,828
画像
  109,413
書籍
  20,216
関連ファイル
  103,652
ビデオ
  1,530
言語
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,387
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,748
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,976
عربي - Arabic 
30,360
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,884
فارسی - Farsi 
9,609
English - English 
7,552
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,647
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
4
イメージと説明 
1
地図 
1
ファイルリポジトリ
MP3 
324
PDF 
31,274
MP4 
2,522
IMG 
200,568
∑   合計 
234,688
コンテンツの検索
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
伝記
ニザーミー
Ji ribaba Miradê Kinê çîroka Seyrê û Elîyê Mamed
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
کرمانجی0
هەورامی0
لوڕی0
لەکی0
Zazakî0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Français0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Catalana0
Cebuano0
Čeština0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Lietuvių0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
балгарская0
қазақ0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ترکمانی0
हिन्दी0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Miradê Kinê

Miradê Kinê
Ji ribaba #Miradê Kinê# çîroka Seyrê û Elîyê Mamed
Rêzan Diljen

Bawer bikin folkloreka me ya ewqasî xurt heye ku niha em dikarin bi tenê ji gundekî bi sedan çîrok, kilam, biwêj, gotinên pêşîyan, pêkenok, tiştanok, meselok û efsaneyan berhev bikin. Ev folklor (her çiqas gelek ji wan winda bûbin jî) bi xêra dengbêjan/çîrokbêjan hatiye parastin û gihiştîye roja me.
Dengbêjek bi navê Miradê Kinê ku xelkê jê ra digot Mirado hebû. Li herêma Torê ji sibehan heta êvarî qasetên wî li her derê vekirî bûn, û helbet hê jî tê hesandin. Weke cîranê min ê dengbêj digot, “yê hej Mirado nakê îmana wî kêm e.” Mirado jî gelek çîrok û meseleyên Torê û yên derdorê di tûrikê xwe da berhev kirine, û li dawet û civat û şevbihêrkan straye. Weke Şerê Elîyê Ûnis, Şerîfê Temo, Têlî, Ehmed Axa û Eyşê, Mîrza Axayê Rindikî, Seyrê û Elîyê Mamed. Em ê jî di vê nivîsê da li ser çîroka Seyrê û Elîyê Mamed bisekinin.
Miradê Kinê
Em pêşî Mirado nas bikin bê ka kî ye, ji kû ye, çi kes e, piştre jî li çîroka Seyrê û Elîyê Mamed binihêrin. Miradê Kinê ango bi navên xwe yên din ên di nav gel de tê zanîn Mirado an jî Miradko, li gorî nasnameya fermî 1ê Kanûna Paşîn a 1941, li gundê Gêra Cahfera a bi ser Kercewsa Êlihê ve hatiye dinyayê. Navê bavê wî Ferho û navê diya wî jî Hediya ye û dê û bavê wî dotmam û pismamê hev in. Ferho, kurê Ehmedê Îsayê Kinê ye û ji jina Ferho yanî ji diya Miradê Kinê, bi navê Xelîl û Eliya xwişk û birayek û herwiha ji jinbava wî, bi navê Cemîl, Nîhad, Xalîsa, Muxlîsa, Şefîqa, Derya û Ewniya du bira û pênc xwişkên wî hebûn. Li gorî rîwayetan, Ferho beriya sed salan ji binxetê ango Rojavayê Kurdistanê hatiye û li Tora hevêrkiyan niştecih bûye. Herwiha li gorî hin zanyariyan jî eslê wan ango eslê malbata Kinê digihê Şingalê û ji zemanê ew li vê derê bicih bûne, îhtimal e beriya bêne vê herêmê jî bi hunermendiyê mijûl bûne. Li gorî M. Sait Gezici, kurê Miradê Kinê, malbata Kinê beriya nêzî pêncsed salî ji rexê Şingalê koçî herêma Torê dibin û li wir jî niştecih dibin.1
Seyrê û Elîyê Mamed
Ji dengê Mirado çîroka Seyrê û Elîyê Mamed2
Seyrê Xatûn keça axayê welatê Hesenan û Heyderan e, û keçeka gelekî xweşik û taze ye. Heçî Elîyê Mamed e, pismamê Seyrê ye. Li biçûkayî dê û bavên wî mirine, li ber destê pismamên xwe ye. Rojekê mêvanên her sê birayên Seyrê tên, nêzî hezar û pênc sed siwarî. Axir gava mêvan li ser şîvê ne, birayê Seyrê dibêje, “Elî, ka here qedehek, tasikek av bîne, xwarin di gewrîya mêvanê me de ma.” Elî li vê odeyê li wê odeyê li tasikê digere, talîya talî dikeve odeya Seyrê. Hê negotîye tasik, çavê wî li xweşikbûna Seyrê dikeve, Seyrê jî ne bi dilekî bi hezar û pênc sed dilan dil dikeve Elî. Axir, qedereka dî Seyrê ji cêrîya xwe ra dibêje ka gazî Elî bike. Îcar Elî bi şermokî tê odeya Seyrê. Seyrê hal û meseleyê yekcar jê ra dibêje. Dibêje ji memleket gelek kes hatin min xwestin, lê ez ji te pê ve mêr nakim. Em pîvaza mişarekî, berûya darekê ne. Elîyê Mamed jî dibêje baş e, temam lê ka bi kîjan pereyî ez ê te bixwazim, di bêrîka min da deh wereqe nîn e. Werhasil dibêjin em birevin, bê pere çênabe. Îcar dibêjin temam em birevin, lê ka em ê herine kû derê? Seyrê Xatûn dibêje camêrekî êzîdî heye, navê wî Îskanê Gulîxan e, axayê Kelha Comanîyê ye. Em birevin wê derê, ew ê îşê me safî bike.
Piştî heft roj û heft şevan xwe gihandin Kelha Comanîyê. Seyrê çû odeya pîrekan, Elî jî çû odeya zilaman. Elîyê Mamed hal û meseleyê ji Îskanê Gulîxanî ra got, Îskan jî got li ser çavên min, mal mala te ye, salê belkî sedên wekî te tên, ez îşê wan hal dikim û wilo dişînim. Qasekî dî gava çavê Îskanî li xweşikbûna Seyrê dikeve, şaş dimîne, aqil namîne. Dibêje ma yên halo li dinyayê mane. Axir çavsorîyê dike, dibêje ez ê Elî bikujim, û wê Seyrê ji min ra bimîne. Îskanê Gulîxan cihê Seyrê û Elîyê Mamed dike odeyekê. Gava di xewa şêrîn da ne bi xencera xwe Elîyê Mamed dikuje. Gava xwîna Elî diherike ser çavên Seyrê ji xew şiyar dibe, Seyrê bi hewar û girîyan xwe diavêje derve, cilê xwe diqetîne û xwe li çiyayan dixe. Li serê wan çiyayan bi heft roj û şevan xwe bi kereng û lopikan têr dike. Rojekê feqehek ji wir derbas dibe, û Seyrê hal û meseleyê jê re dibêje. Dibêje here xwe bigihîne birayê min ê biçûk Qol Qasim, û vê kaxezê bide destê wî. Îcar feqeh xwe digihîne welatê hesenan û heyderan. Talîyê xwe digihîne Qol Qasimî û kaxezê dide destê wî. Seyrê Xatûnê li kaxezê halo nivîsîbû:
l’ min nemayê
l’ min û reşa her sê birayê
l’ min êsîra serê çiyayê
heke hûn pirsa mi dikin ez ê serê çiyayê Mahdîyayê
nakevim ber vê rezîlbûna henêkê
xwîna Elîyê Mamed kuramê min ba Îskanê Gulîxan wê derê bêxweyî mayê
û erdê mayê
Qol Qasim tevî hezar û pênc sed siwarîyên xwe çûn ber Kelha Comanîyê. Qol Qasim û siwarî li hawirdora Kelha Comanîyê konên xwe vedan, û qaxezek da destê siwarîyekî û got here bigihîne Îskanê Gulîxan. Ji bo Îskan were cem wî, di kaxezê da gotîye ew zilamê ku xweha min revandiye, te kuştiye. Hema were ez xelatekê bidime te. Îskanê Gulîxan pê bawer dike. Talîya talî tê û Qol Qasim, Îskan Axayî dikuje, heyfa pismamê xwe hiltîne. Piştre Qol Qasim diçe serê çiyayê Mahdîyayê. Diçe li Seyrê Xatûnê digere. Axir wê dibîne, û jê ra dibêje:
welah heke tu ê pirsa Elîyê Mamed kuramê xwe dikê
welah wez ê hatime Kelha Comanîyê, min ê b’ destê xwe heyfa kuramê xwe hilanî
axx weylêêêêêêê heylêêê lêê
Varyantên Seyrê û Elîyê Mamed
Ev çîrok li herêma torê gelekî berbelav e, bêguman xêra Mirado gelek e, lê helbet ev çîrok berî Mirado jî hatiye gotin. Bi qasî em dizanin qeyda ewil ya Mirado ye, me berî Mirado xwe negihand tu kesî, tu qeydê û tu agahîyekê. Di youtubeê da sê qeydên Mirado hene, hemû hema hema yek in. Ji bilî vê, varyanteka Huseynê Omerî heye3, îhtimaleka mezin e wî jî ji Mirado guhdar kiribe lê qeyda Huseynê Omerî nêzî bîst deqeyî ye (ya Mirado nêzî saetekê ye). Ji xeynî Huseynê Omerî bi qasî me li herêmê ji dengbêj û çîrokbêjan bihîstîye me tu varyanteka din peyda nekir, jixwe hema hema hemûyan ji Mirado guhdarî kiriye.
Agahîyên Çîroka Seyrê û Elîyê Mamed
Mixabin di tu varyantan da behsa demê nehatîye kirin, di destê me da tu agahî nîn in ku em karibin bibêjin ev çîrok di van salan da qewimîye, lê Semra Demirel Kutê çîroka Seyrê û Elîyê Mamed bi navê Evîna Rast kiriye kitêb. Di hevpeyvîneka wê da tê gotin ku ev çîrok di sedsalên 17-18an da qewimîye4, lê em bi tu awayî nikarin vê agahîyê piştrast bikin.
Di çîrokê da tu carî behsa gundê Seyrê û Elîyê Mamed nayê kirin, Mirado tim û daîm dibêje welatê Hesenan û Heyderan. Îcar ev eşîr jî eşîreka ewqasî mezin e ku em nikarin bibêjin Seyrê û Elî ha ji vê derê ne.
Ji bilî welatê Hesenan û Heyderan behsa gundê Îskanê Gulîxan yanî Kelha Comanîyê jî gelek caran tê kirin. Li Hawêlê gundekî bi navê Comanîyê heye, îhtimal e ev gund ew gund be. Mirado nabêje ev gundekî êzîdî ye, lê gava Seyrê behsa Îskanê Gulîxan dike, dibêje camêrekî êzîdî. Niha ev gund ne gundekî êzîdiyan e. Axir yan ev gund berê gundê êzîdîyan bû yan jî gundê Îskanê Gulîxan ne ev gund e. Wekî din di deqîqeya 38.15an de Mirado dibêje “Kanîya Hespan a Kupras”. Kupras gundekî li ser Kerboran e, Kanîya Hespan jî bi nav û deng e, îcar em bi xêra gundê Comanî û Kupras dikarin sînorên welatê Hesenan û Heyderan hinekî tengtir bikin. Bi min îhtimala Serhedê hinekî kêm e, ji ber ku gava Seyrê ji Elî ra dibêje em birevin, yekcar dibêje Îskanê Gulîxan heye, axayê gundê Kelha Comanîyê. Îcar li gorî wan salan ê çawa navê Îskan Axa bigihe heta Serhedê. Ji aliyekî din ve jî dengbêj gava çîrokê dibêjin guherînan dikin. Îhtimaleka wilo heye ku Mirado çîrokê bi gund û çiyayên derdorê (herêma Torê) xemilandibe. Axir, cih û war jî weke demê ne kifş e, divê lêkolîn li ser wê bên kirin.
Gundê Kupras Gundê Kupras
Axirîya axir Seyrê û Elîyê Mamed çîrokeka folklorîk, sosyolojîk û dîrokî ye, xwezî li ser vê çîrokê lêkolînên meydanî bên kirin û em vê çîrokê berbelavtir bikin. Û helbet pirsek: Gelo ma ji vê çîroka dilşewat teksteka şanoyê dernakeve? Va dengbêjên me diyalog jî amade kirine, êdî bi min ev çîrok tê destê şanonivîsên me...
Çavkanî:
1. Agahiyên jiyana wî ji vê çavkaniyê hatine girtin: Mehmet Emin Aslan, Hostayê Ribabê Miradê Kinê û Analîza Şerê Wî yê Bi Navê Osê Zêrî, Zanîngeha Van Yüzüncü Yılê, teza lîsansa bilind a çapnebûyî, 2019 r. 49
2. https://youtu.be/PaMsUmB4Wnw
3. https://youtu.be/nDbWxVZjtfc
4. https://artigercek.com/kultur-sanat/semire-demirel-kut-seyre-ve-eliye-memedin-hikayesini-kitaplastirdi-231063h
[1]

この商品は(Kurmancî)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは95表示された回数
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
記事言語: Kurmancî
Publication date: 02-09-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 02-05-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 03-05-2024
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 02-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは95表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
伝記
ニザーミー
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
ニザーミー
新しいアイテム
伝記
ニザーミー
12-08-2024
شادی ئاکۆیی
伝記
アブー・ハニーファ・ディーナワリー
27-07-2024
شادی ئاکۆیی
統計
記事
  536,828
画像
  109,413
書籍
  20,216
関連ファイル
  103,652
ビデオ
  1,530
言語
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,387
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,748
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,976
عربي - Arabic 
30,360
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,884
فارسی - Farsi 
9,609
English - English 
7,552
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,647
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
348
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Español - Spanish 
55
Polski - Polish 
55
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
6
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
4
イメージと説明 
1
地図 
1
ファイルリポジトリ
MP3 
324
PDF 
31,274
MP4 
2,522
IMG 
200,568
∑   合計 
234,688
コンテンツの検索
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.625 秒(秒) !