ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,185
画像 106,581
書籍 19,305
関連ファイル 97,362
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan

Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan
Çêkirina Kilê Sibhanî li cem jinên Kurdan
#Siltana Eto#

Di nav çand û #folklora# Kurdan de gelek awa û alavên xwe çêkirinê hene ku bedewiya jinên Kurdan didin xuya kirin. Serbarê cil û bergên xweşik, awayê hûnandina porê û hwd, kilê sibhanî jî xwedî çandeke kevn e di nava Kurdan de û ew jî yek ji wan alavan e ku jina Kurd ji bo nexşandina xwe bikartîne da ku hîn bedewtir xuya bike. Kilê sibhanî piranî di şahî û ahengan de dihat bikaranîn û çavên derdorê dikişande ser xwe, di heman demê de sûdeke taybet bi xwe jî hebû ji bo çavan.
Ka em bi hev re binêrin kilê sibhanî çi ye û jinên Kurdan çawa çêdikirin. Kilê sibhanî wek kevirekî reş tê dîtin, lê hin dibêjin ku rengê wê bi xwe zîvî ye û tê bikaranîn ji bo mezin û xweşikirina çavan. Kilê sibhanî xwedî dîrokeke kevn e ku zêdetir li deverên wek Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa û Başûrê Asya tê dîtin. Lê hin dibêjin ku li Hecê cihekî taybet heye ji wê derê tînin. Hîn jî dibêjin dema ku xweda bangî Hz. Mihemed dike ku li ser çiyayekî wî bibîne, wê demê ronahî dide wî çiyayî û ew çiya reş dibe û kil ji wir tê. Lê dîroka wê vedigere bo serdema Bironêzî de, derdora salên 3500 b.z. Herwiha yek ji wan şaristaniyên ku di aliyê çêkirin û berhemanîna kil de navdar e, bêguman serdemê Fîr’ewinan ango Misriyên kevin e. Ji xwe diyar e gava ku em li dîroka wan dinêrin, zilam û bi taybetî jinên wî serdemê wek Nefertiti, Cleopatra û hwd, di çavên wan de kil xuya dike. Misriyan ne tenê ji bo bedewî, belkî zêdetir wek derman jî bi kar dianîn. Ji bo ku kil çavan ji tîrêjên rojê diparêze.
Bi vî awayî kil berbelav bû li welatên wek Yewnan, Roma, Hind û Îslamê de, ji xwe di serdema Îslamê de Hz, Mihemed bi xwe kil dikire çavên xwe, ku di pirtûkan de diyar bûye HZ, Mihemed çavê xwe yê rastê sê caran û yê çepê du caran kil dikir. Herwiha beriya razanê jinên Kurd kil dikirin çavên xwe, ji bo ku bandora wê liser bedewiya çavên wan bêtir be.
Bi awayek gelemperî kil yan ji etaran dihat kirîn, yan jî kesên ku diçûne hecê bixwe re dianîn. Lê wê demê jina Kurd li mala xwe û bi destê xwe çêdikir. Herwiha li gor her herêmekê, awa û şêwaza çêkirina kilê cuda bû. Ku ji wan awayan pêktê:
Awayê yekem
Di destpêkê de wî kevirî hûr dikin, lê ji ber ku kevir e û pir hûr nabe, Piştre li ser sêlekê (ew tiştê ku nanê tîrê li ser dibiraştin) an birûşekê de datînin, vê carê kasek zeyta zeytûnan, gûzek an dû (piştî gûz tê şikandin, hundirê wê dikine nav kevir) hin hebên genim û herî dawî hinek kuncî jî dikine nava wî kevirî. Piştre bi tiştekî serê wê digirin û didine ser agir, derdora xulekekê agir pê dikeve, bi wî agirî ew zeyt bi pênc an deh xulekan tê şewtandin û agir vedimire. Dema ku agir vedimire, li benda sarbûna wê dimînin û Jina Kurd vê carê bi kevirekî careke din hûr dike, ango zeyt, genim, kuncî û gûz di nava kevir de tên şewtandin. Ji ber vê yekê wek kevir xuya dike. Vê carê rengê wê tê guhertin û wek xwelî dibe. Ya herî dawî jî da ku bêtir hûr bibe bi şeara reş (di dema berê de şaera reş hebû) derbas dikirin, ger şear tune ba bi cawekî (qumaş) tenik re derbas dikirin û dikin kildankê )Ew cihê ku kilê tê dikin).
Awayê duyem
Di destpêkê de ev kevir bêy ku hûr bikirana tevî dendikek xurme, heft heb genim û ceh dikirine nava girikek nanê tîrê û davêtin nava agir. Piştî ku kirik dibraşt vê carê derdixistin û ni kevirekî hûr dikirin, piştre di hinek zeyta zeytûnê de dişewitandin. Vê carê di şearê re derbas dikirin, ger ku mîldan tune be, wê demê dikirin pîstik (caweke ku wek çargoşe didrûn, di hundirê wî de parçeyek kîs dixinê da ku kil li caw negere û hinekî dirêj dikin). Piştre kirbitekî agir serik dişewitînin dikine nava kil û ew cawê zêde lê digerînin.
Awayê din
Zerikê hêk, xwê, tenî, rûnê Erebî û şeb, ev hemû di çêkirina kil de dihatin bikar anîn. Lê her kesek li gor xwe wan tiştan bikar tînin. Bo mînak hin kesên ku hesasî di çavê wan de heye, zerikê hêkê naxin nava pêkhateyên kila xwe.
Sûdên bikaranîna kilê Sibhanî
Ji bo xweşkirin û mezinkirina çavan.
Ji bo kesên temen mezin ku çavên wan diêşin, dibe alîkar.
Dema ku zarok nû ji dayîk dibûn, çavên wan sor in, ji bo ku reş û mezin bibin kil li çavên wan dixistin.
Dema ku navika zarokan dikeve an diwerima, kil dikirinê.
Weke kevneşopî an bawerî bû ku dema şîn an taziye heba, kil nedihat bikar anîn. Di heman demê de li gor ezmûnên wan Hatiye naskirin ku çêkirina kil li hin malan nayê ango dema ku kil li mala xwe çêdikirin, an beleyek an miriyek an xezebek bi ser wan de dihat. Ji ber vê yekê diçûn li gel heval û cîranan kilê xwe çêdikirin. Hêjayî bîrxistinê ye ku di van deman de pir kêm jinên Kurd kilê sibhanî li mala xwe çêdikin, di niha de kil wek pênûs li sûkan tê firotin, lê cudahiyek zêde di navbera kilê bazarê û kila ku li malan dihat çêkirin heye. Kilê bazarê wek boyaxekê ye tu çawa dişoyî yekser jê diçe, lêbelê kilê sibhanî ji ber ku resen û esile, zû jê naçe û komek sûdên xwe jî hene.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは35表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 05-05-2024
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 04-12-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
ブック: 女性
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 05-05-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 06-05-2024
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 05-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは35表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1114 KB 05-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,185
画像 106,581
書籍 19,305
関連ファイル 97,362
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.39 秒(秒) !