ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,673
画像 105,126
書籍 19,519
関連ファイル 97,792
Video 1,415
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Standarda du dav: Medya û dezgehên dîplomatîk ên rojavayî û helsengandina kurd û Îsraîlê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Standarda du dav: Medya û dezgehên dîplomatîk ên rojavayî û helsengandina k...

Standarda du dav: Medya û dezgehên dîplomatîk ên rojavayî û helsengandina k...
Standarda du dav: Medya û dezgehên dîplomatîk ên rojavayî û helsengandina kurd û Îsraîlê
Hozan Rojhilat

Hevdem digel şerê Xeze li dijî #Îsraîlê# , hêzên dewleta Tirkiyê bi fermana serkomarê vî welatî, şerekî naberanber û nexwastî digel kurdên Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin. Cudahiya şerê Îsraîlê bi Hemasê re û şerê dewleta Tirkiye bi hêzên Rojavayê Kurdistanê re di çend xalan de ye. Yekem; hêzên Rojavayê Kurdistanê ti êrîş û rûbirûbûnek digel hêzên Tirkiyê nebûne. Duyem; hêzên berevanker ên Rojavayê Kurdistanê li ser axa xwe nîştecih in. Sêyem; ew hêz di çend salên borî de nûneratiya rastîn a xelkê Rojavayê Kurdistanê kirine. Çarem; kar û kiryrar û çalakiyên çekdarî, aborî, siyasî û dîplomatîk a hêzên Rojavayê Kurdistanê, çi di çend salên borî de, çi li serdema amadebûna DAIŞê di wê navçeyê de û çi li piştî jinavbirina hêzên DAIŞê ji aliyê piraniya welatên demokratîk ên cîhanê ve hate pesendkirin û wek karekî wêrekane û şoreşgerane û di heman demê de wek berevanî li hemû mirovatiyê şirove jê re hate kirin. Ji aliyeke dinê ve hêzên Rojavayê Kurdistanê beşek in ji welatekî serbixwe bi navê Sûriye û ti pêwendiyeke wan bi welatê Tirkiyê re nîne.
Lê dema ku em mijûlê xwendin û şiroveya şerê Îsraîl û Hemasê dibin, ev xal tê de diyar in: Yekem, hêzên Hemasê ji aliyê piraniya dewletên demokratîk ên cîhanê ve, wek hêzeke terorîstî hatiye nasandin. Duyem, ew hêzane herçiqas înkarê ji terorîstbûna xwe dikin, lê çalakiyên xwe yên terorîstî veneşartine û bi şanazî ve berevanî li kiryarên xwe kirine. Sêyem, ji ti derfetekê bo derbelêdana bi berjewendiyên welatên Rojavayî û nemaze welatê Îsraîlê xwe dûr negirtine. Çarem, di vî şerî de vejînerê yekem ê şer, hêzên Hemasê bûn.
Li gor wê yekê em dikarin behsa wê bikin ku di warê kiryara çekdarî de hêzên Hemasê di vî şerê taybet de, vejînerê sereke yê şer bûn û tawana vejandina vî şerî dikeve stûyê wan. Li gor wê yekê ger em helsengandinê digel Rojavayê Kurdistanê bikin, hêzên Rojavayê Kurdistanê ti şerek li dijî dewleta Tirkiyê û berjewendiyên vî welatî di rewşa niha de nebûye. Mijarek din a cihê behskirinê ew e ku hêzên Hemasê digel dewleta Îsraîlê di welatekî de dijîn ku niha çarenivîsa wî bi tevahî nehatiye diyarîkirin. Ango çi beşa kerta Xeze û çi beşa Filistîna bin desthilata “dewleta xwebirêveber a Filistînê”, ti yek ji wan li welatê Îsraîlê serbixwe nînin, belkî du beşên xwebirêveber di nav welatekî de ne ku niha navê vî welatî Îsraîl e.
Li gorî wê yekê em dikarin êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezeyê jî bi awayekî rewa bikin ku di nav welatekî de ku beşeke vî xwebirêveberî heye û beşek jî serbixwe. Beşa xwebirêveber çalakiyên terorîstî û dijî mirovahî û tawan li dijî serbixweya wê bi rê ve biriye û beşa serbixwe mafê parastina berjewendiyên xwe heye û bersiva êrîşa terorîstî ya wan daye. Lê li Tirkiyeyê ne rewşa yekem û ne jî ya duyemîn di derbarê şerê ku wan daye destpêkirin de rast nîne.
Tişta ku ez dixwazim di vê gotarê de îşare pê bikim ev e: Çima arasteya welatên demokratîk ên cîhanê di demeke diyarkirî de ji bo du bûyerên mîna hev ji hev cuda ne? Piraniya welatên demokratîk ên cîhanê bi rêberiya Amerîka, welatên wek Franse, Almanya, Îtalia, Brîtanya û gelek welatên din, ne tenê rasterast êrîşên Hemasê yên li dijî Îsraîlê şermezar kirine, belkî piştgiriya xwe ya lojîstîk, aborî û siyasî jî ji Îsraîlê re nîşan dan.
Hemû medyayên cîhanê di çend rojên borî de bal kişandine ser rewşa şerê li Îsraîlê. Eşkere ye, em dizanin ku pêşkêşkirina hemû medyayên cîhanê bi yek awayî nînin. Hin welatên erebî û îslamî li ser kerta Xeze zom kirine û behsa şer û tawanên dewleta Îsraîlê li wir dikin ku dewleta Îsraîlê li wir diafirîne. Piraniya dezgehên ragihandinê yên Rojavayî yên wek CNN, BBC, Reuters, Dengê Amerîka, Associated Press û gelekên din li ser şerê Ereb û Îsraîlê rawestiyane û bi piştgirî li ser Îsraîlê nûçe, wêne û dîmenên li dijî aliyên Erebî û Hamasê belav dikin.
Di vê navberê de li warê dîplomasiyê jî, dîplomasiya tund mijûl e aktîf dibe. Aliyek ji wan hêzan bi rêberiya Amerîka û Ewropaya Rojava ji rojên destpêkê yên şer ve li Neteweyên Yekbûyî civiyan û ji bo riswakirin û şermezarkirina êrîşa terorîstên Hemasê çendîn civînên navxweyî hebûn, bo wê ku îmkanatên hevkarîkirin bi Îsraîlê re gengeşe bikin. Her ji roja yekem ve Amerîkayê çend navên mezin ên hilgirê balafiran bi pênc hezar çekdaran ve ji bo qiraxavên Xezeyê veguhastin. Ev hemû rastiyekê ji me re dibêjin; Şerê Îsraîl û Hemasê li ber çavê cîhanê qewimî. Ev behs naxwaze dakokiyê ji aliyekê li dijî aliyekê din bike.
Em dixwazin di vê behsê de bibêjin ku li Xezeyê şerekî newekhev heye ku ti aliyek ji nihêniyên şer nayêne veşartin. Ragihandin çi li dijî ereban û çi jî li dijî Îsraîlê, nihêniyên şer careke din nîşanî cîhanê didin. Nûnerên siyasî yên welatên cîhanê jî, bo mînak Yekîtiya Ewropa û Amerîka û hêzên NATOyê, mijûlê lidarxistina kombûnan in ji bo berjewendiyên welatê Îsraîlê. Ji aliyekî dinê ve welatên Erebî, Yekîtiya Ereb û welatên Misilman, mijûlê lidarxistina kombûnan in ji bo berjewendiyên Hemasê.
Di germahiya van şeran de eva ku hatiye jibîrkirin parçeyek ji axa cîhanê ye ku dûr ji çav û wîjdana hişyariyên cîhanê tê bombebarankirin û tawanên şer tê de diqewimin. Demûdezgehên wê yên xizmetguzarî û perwerdeyî û olî têne jinavbirin. Lê heta ti yek ji medyayên Rojavayî û Erebî, nûçeyekê jê belav nakin. Eva bi wateya jibîrkirina şerekî ye ku dewleta Tirkiyê bi ser kurdan de sepandiye.
Ger Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di tehrîkkirina dewleta Tirkiyê de rol lîstiye, dewleta Tirkiyê çima rasterast rûbirûyê hêzên PKKê nabe û xelkê sivîl ên Rojavayê Kurdistanê dike armanc? Ji xeynî wan hemû behsan, tehrîkkirina sereke ya delweta Tirkiyê her aliyek be, wek çawa xelkê Xezeyê bêtawan û bêguneh in di şerekî de ku bi ser wan de hatiye sepandin û xelkê sivîl û medenî dibine qurbaniyên xwastinên qirêj ên Hemas û Îsraîlê, bi heman rengî li şerê hatî destpêkirin di Rojavayê Kurdistanê de, ew kes dibine qurbanî ku xelkê sivîl û medenî ne. Ew kesên ku têne kuştin her ew şervan in ku çend sal berî niha hêzên demokratîk ên cîhanê, pesnê wize û şiyana wan dikir ji bo lihemberderketin li dijî qirêjtirîn şer û nexweşiyeke ku Rojhilata Navîn girtibû, ew şer û nexweşî jî hebûna dirindeyên hêzên DAIŞê bû. Ê çawa di rewşa niha de welatên demokratîk ên cîhanê li hember jenosîdeke ku di Rojavayê Kurdistanê de bi rê ve diçe, bêdeng in. Welatên rojavayê cîhanê dikarîn û dikarin tevî şermezarkirina reftarên nebaş ên PKKyê, pêşiya şerê qirêj ê Tirkiyê ku bi ser Rojavayê Kurdistanê de sepandiye bigirin û berevankerê berjewendiyên hin kesan bin ku serdemeke rûmet ji bo Rojhilata Navîn wergerandin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは20表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 08-05-2024
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 11-10-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 10-05-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 26-05-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 26-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは20表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.115 KB 25-05-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,673
画像 105,126
書籍 19,519
関連ファイル 97,792
Video 1,415
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - その他

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.406 秒(秒) !