ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,583
画像 105,118
書籍 19,519
関連ファイル 97,788
Video 1,415
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Nesrîn Qasimlo û şêwaza netewenivîsî yan înfografî di bîranînan de
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Nesrîn Qasimlo

Nesrîn Qasimlo
Nesrîn Qasimlo û şêwaza netewenivîsî yan înfografî di bîranînan de
Dr. Azad Mukrî

“Ewropiyek Li Welatê Kurdan” navê pirtûkekê ye ku ji aliyê #Nisrîn Qasimlo# , hevjîna Dr. Ebdulrehman Qasimlo ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Nahîd Husênî ve hatiye wergerandin bo ser kurdî.
Ev pirtûk ji ber çend sedeman hêjayî nirxandina xwendevanên kurd û ewropî ye. Di vê gotarê de ez ê hewl bidim ku du sedemên girîng ên vê pirtûkê pêşkêşî xwîneran bikim. Di beşa yekem de ez ê behsa sedemekê bi navê “bi hev re ketina kultûran” û di beşa duyemîn de jî “jiyana ewropiyekê di siyaseta Rojhilatê” de nîqaş bikim.
Ew pirtûk bi awayekî balkêş hatiye nivîsandin. Herçiqas nivîskar otobiyografiya xwe nivîsandiye jî, lê ji aliyê formê ve, ev nivîs bêtir dişibe romanekê. Nivîskar navê xwe reş kiriye û vebêjerê bûyerên jiyana xwe kiriye kesê sêyem û bûyeran bi nêrîna kesê sêyem an jî zanayeke giştî vedibêje. Kesayetiyek ku jiyannameya xwe vedibêje ew bi xwe ye, lê ji bo ku çîrokê vebibêje navê xwe kiriye “Lîna”. Ango vebêjer bûyerên jiyana kesayetiyekê bi navê Lîna behs dike. Lîna heman nivîskar û vebêjê çîrokê ye.
Beşa herî girîng a wê pirtûkê ku di civaknasiya kultûrî de xwedan buha ye, ew e ku nivîskar/miroveke Rojavayî ku xwedî perwerde, exlaq û cîhanbîniya taybet a cîhana Rojavayî ye, berê xwe dide Rojhilata Navîn û Kurdistanê.
Vebêjiya wê nivîserê di vî warî de girîng e ku demeke dirêj di nav netewa kurd û Kurdistanê de dimîne. Ewa ku dibîne û diqewime ji nêzîk ve seh dike. Hewl dide ku digel wê civakê têkel be. Beşdariya hilkeft û rêûresmên wan bike û bûyer û hûrdekariyên wan ên civakî dubare bike.
Ev şêwe kare di civaknasiyê de bi “netewenivîsî” an jî “gelnivîsî” bê naskirin. Ew jî wate rêbaz û şêwazek ku civaknasan di sedsala 20an de ji bo naskirina kultûrên din girtine pêşiya xwe. Wate ew bi cihê wê ku ji bo naskirina netewe û gelan tenê xwe bispêrine çavkaniyên nivîskî, diçûn û bi wan gelan re heyamekê dijiyan da ku hûrdekariyên jiyan, bîr, bawerî, kar û kiryarên wan bizanin. Karê ku Nesrîn Qasimlo di pirtûka xwe de ji me re dibêje, rast heman rêbaz e ku civaknasên netewenivîs behsa wan kiriye.
Ew destpêkê diçe Tehranê li cem hevjînê xwe wate Dr. Qasimlo. Li wê heyamê ku li Tehranê mijûlê jiyana xwe ya veşartî ye, bi berdewamî li ser reftar, ziman û şêwaza jiyana xelkê bajar hûr dibe û zanyariyên baş bi dest dixe. Lê piştî çûyîna bo Kurdistanê û ji rêya Tewrêzê ve rû li Urmiyê, warê jiyana Dr. Qasimlo û malbata wî dike, çavê Nesrîn Qasimlo yan vebêjê pirtûkê hûrbîntir dibe.
Di rê de, hem wesfa welatekî nû dike ku pê xistiye nav û hem bi deverên din ên Îran û Ewropayê re helsengandinê dike. Tişta ku nivîskar li ser rêwîtiyê ji me re vedibêje, ew aliyê berfirehnebûna aboriya navçeyê nîşan dide. Nîşan dide ku dewleta navendî ti guh nedaye pêşketina navçeyê û ti bingeheke avedaniyê li navçeyê bi rê ve nebiriye. Danasîna rêyan, cihên mana li ser rê û helsengandina cihên dinê, vê rastiyê piştrast dikin.
Lê nivîsandina nivîskar bi vê yekê naqede. Dema ku digihêje gundê ku malbata Qasimlo bi serokatiya “Mihemed Xanê Qasimlo” an jî “Wasûq Xan” tê de dijîn, wesf û vegotinên wê wateyeke din peyda dikin. Li destpêkê nivîskar mijûl e, diçe nav yek ji malbatên herî naskirî û dewlemend ên Rojhilatê Kurdistanê.
Duyem jî ew e ku diçe nav yek ji malbatên xan û axayê naskirî û destçûyî yên Rojhilatê Kurdistanê. Sêyem, ew diçe nav malbata yek ji mezintirîn siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber van sedeman em dikarin bibêjin ku her hevokek ku nivîskar di dema mayîna xwe ya di wê malê de dinivîse ji bo kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo lêkolînerên civaknasî li Rojhilatê Kurdistanê û ji bo hogirên siyasetê li Kurdistanê xwedan buha ye.
Behskirina Nesrîn Qasimlo di pirtûka xwe de, li derheq jiyana malbata yek ji xanên mezin ên Kurdistanê, hûrdekariyên jiyan û demûdezgehên dîwanxanê ji bo me eşkere dike. Vêca êdî xwîner tenê çîrokekê naxwîne ku çîroknivîs bi xeyal jiyana dîwanxanekê afirandiye, belkî vegotina jinekê dixwîne ku bûye beşek ji wê dîwanxaneyê û jiyana wê dîwanxaneyê bi hemû xweşî û nexweşiyekê ve dîtiye.
Ji aliyeke dinê ve nivîser her di çarçoveya wê dîwanxaneyê de namîne û hatinûçûna derê û nav reiyetan jî dike û helsengandina wan du cure jiyanane bi rêya axaftinên xwe ve dike û em dikarin qasa dûriya jina xan û dîwanxanê ji jiyana xelkê asayî fam bikin.
Warê sêyem, jiyana malbatî ya rêberekî siyasiyê mezin ê kurdê Rojhilatê ye. Ti çavkaniyek derheq jiyana siyasî û asayî ya Dr. Edulrehmanê Qasimo bi qasî wî pirtûkê hûrdekarî tê de nînin. Nivîskara wê pirtûkê Ebdulrehman Qasimloyekî nîşanê xelk û xwînerên wê dide ku evîndarê wî bûye. Bi wî re jiyaye. Digel wî ders xwendiye, digel wî bûye mamosteya zanîngehê li Pragê, digel wî eware bûye, jiyana nihênî ceribandiye û di encamê de bûye hevkara wî di meşa şoreşê de.
Ew pirtûk wê rastiyê derdixe ku çawa ewropiyek kariye piştî wê ku bi hûrî ji arîşeyên kurd û perîşaniyên wan fam bike, bi dil û can bê nav refên şoreşvanên kurd û tevî wan ji bo mafê rewa yê neteweyekî bindest hewl bide û di metirsîdartirîn proseyan de beşdariyê bike. Ji aliyê dezgehên sîxurî yên Saziya Îtilata rejîma Paşayetî ango SAWAK û serokê wê saziyan dije mirovî û metirsîdar ve bê lêpêçînkirin. Bi zarokên xwe yên hûr ve ewareyê bajar bi bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bûye. Neçar bûye bi sedan roj bibe xizmetkarê şoreşgerên karê nihênî yên nav bajar û bibe hevkarê şoreşgerên li ser çiyayên Kurdistanê. Bi giştî ew pirtûke, hêjayê jê hûrbûn, xwendin û jêfêrbûn e, hem ji bo xwenerên kurd û hem jî ji bo xwînerên ewropî. Hêjayê lêkolîn, xwendin û hînbûnê ye. Ji ber ku ewropîyekê nivîsiye ku evîndara kurdan û birîn û derdên wan e.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは33表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 17-05-2024
リンクされたアイテム: 4
グループ: 記事
Publication date: 26-09-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 10-05-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-05-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 17-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは33表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,583
画像 105,118
書籍 19,519
関連ファイル 97,788
Video 1,415
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - クルド発行

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.359 秒(秒) !