ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,351
画像 105,044
書籍 19,482
関連ファイル 97,751
Video 1,402
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Konferansa Lozanê, Kurd û Tirk - Beşa 2
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

İsmail Beşikçi

İsmail Beşikçi
Konferansa Lozanê, Kurd û Tirk - Beşa 2
#Îsmaîl Beşîkçî#

Brîtanya mezin ti caran hizra wê nebûye ku dewletekî bi nave Kurdistanê ava bike.
Bi taybetî piştî konferasna Adar a 1921ê ya Qahireyê qet ew hizra wê nebû. Di konferansa Qahireyê ya Adar a 1921an de T.E. Lawrence, Gertrude Bell, Martin Sykes, Arnold Wilson beşdar bibûn. Kesên axivîn gotin ku şer kirina Şêx Mehmûd Berzincî li gel Îngilîzan gelek şaş e. Em dikarin vê jî bibîr bînin ku Mistefa Kemal destek daye Şêx Mehmûd Berzencî ku şerê Îngilîzan bike û heta çek û sîlah jî jêre şandine.
Di nîvîsa berî niha de me daxuyaniya derbarê konferansa sed saliya peymana Lozanê belav kir ku li bajarê Lozan a Swîsra hatibû sazkirin. Di vê nivîsê de ezê hewl bidim tiştên ku min di nava du rojên konferansê de dîtine bînim ziman. Em tevî Endamê Lijneya Rêvebir a IBV Celal Temel beşdarî Konferansa Sedsaliya Lozanê bûn.
Balafira ku ji Balafirgeha Stenbolê rabû li Balafirgeha Cenevreyê daket. Dûriya di navbera Cenevre û #Lozanê# de 40 km ye. Swîsre welatek e ku ji bilî kerta bankî di warê pîşesaziya piçûk de jî pêşkeftî ye. Di heman demê de welateke ku xwedî çandiniyeke xurt e. Li her du aliyên rê me gelek cihên mezrayên nîştecêbûn çandinî dîtin ku bo parastina berheman ji sirr û seqemê û baranê ew bi tolên mezin nuxumandubûn. Ji keriyên dewar û pez, ji avahiyên ku amûrên hilberînê yên wekî traktor û kombinan tên parastin gelek hebûn û bi hesanî dikarî wan tiştan bibînî û rewşê fêm bikî ku xwedî pêşesaziya çandiniyê ye. Ji berhemên weke nan, penîr, nivîşk, sebze û şînkatiyên ku datînane ser sifreyan xuya dibû ku Swîsre welateke ku di ware çandinî û ajeldariyê de gelek bihêz e û tekez dike ku ew welat çiqas mezin e. (Binêre Doğan Ceren, Swîsre, Welatê Herî Xweş ê Alpê, Cild 1, Weşanên Cerence, Sibat 2021 Swîsre, rûp. 176, 178, 296 paş.)
***
Konferans li salona konferansan a Hotela Royal Savoy ya Lozanê hatibû sazkirin. Di nav wan du rojan de ev salon herdem tejî bû, em dikarin bêjin ku di nava du rojên konferansê de 500 kes hatin dîtin, wate beşdar bûn. Di nava konferansê de nûnerên ji Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat û axaftinvanên wan hebûn. Lê bi nerîna min nebûna nûner û axaftinvanên ji Kafkasya kêmasiyeke mezin bû.
Di 11 Gulan a 2023an de mûze (Yadgeha) Nîştimanî ya Barzanî hatibû vekirin, nebûna nûnerên Kurdistan a Kafkasyayê di vekirina vê yadgehê de jî bala min kişand.
Kêmasiyeke din a mezin jî nebûna axaftinvanên moderator a jin bû. Di bernameyekî tejî de tenê bo panelekî piştî nîvroya roja yekem navê jinekê weke moderator hate nivîsandin lê piştre her mêrekî moderatorî kir.
**
Di panela duyem de di beşa pirs û bersivan de jinan gotin ku Weke pêwîst mafê axaftinê nadin me û nerazîbûna xwe anîn ziman û dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bilind kirin, gelek ji bo cilûbergên netewî yên Kurdî di konferansê de beşdar bûn. Di nava programa tejî de, tişteke din a balkêş ev bû ku hin kesên weke axaftinvan navê wan hatibû tomarkirin di konferansê de beşdar nebûn.
***
Yek ji kesên di konferansê de axivî got ku Kurdistan a Osmaniyan de kirine sê perçe, Kurdistana Îranê ji xwe her cuda bû. Ev bi nerîna min di ware parvekirin, perçekirin û dabeşkirinê de tişteke gotineke ne temam e, bi wî awayî em bêjin wê rasttir be: civakeke di serdem an demeke diyar a dîrokê de, rastî parvekirin, perçekirin û dabeşkirinê hatiye, êdî ev rewşek ku xwe dubare dike û zêde dibe.
Kurdistan di nîva yekem a sedsala 17an de, di sala 1639 bi peymana Qesrê Şirîn di navbera dewletên Osmanî û Îranê de bi ser du perçeyan hate parvekirin.
Perçeyê Kurdistanê ku di bin destê Împratoriya Îranê de bû, di çarêka, yekem a sedsala 19an de kete ber êrîşa Rûsan. Beşên bakurê wê perçeyê Kurdistanê bi peymana sala 1828 an kete bin destê Rûsya ya Tezarî de. Bi peymana Sykes_Picot a sala 1916an Kurdistana di bin destê împratoriya Osmaniyan de bû sê perçe û ew rewş bi peymana 24 Tîrmeha 1923an a Lozanê hate gerentîkirin.
Ji bo ku em bizanin hizra Parvekirin, perçekirin û dabeşkirin çawa pêşketiye û geşe kiriye, divê em behsa mijareke din bikin. Di yekemîn hevdîtinên di navbera Brîtanya û Fransayê yên derbarê peymana Sykes_Picot gotibûn ku dê Navçeyên Barzan û Behdînan tevî Sûriyeyê ji bo Fransayê bin û Silêmanî û Kerkûk jî dê bo Brîtanyayê bin, ev rewş gotûbêjên li ser parvekirin, perçekirin û dabeşkirinê zelal dike. Kurdistan bi Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat tê dabeşkirin û piştre Başûr di navxwe de careke din tê perçekirin. (Binêre: Hasan Yıldız, Yên Bi Navê Kurdistanê Siyaset Kirin, Li Metropolan Bûn, Ne Welatên Xwe. Deng, Hejmar 128, Adar 2023, r. 16)
Weke min berî niha jî diyar kir, di encama wan gotûbêjan de tevahiya Wîlayeta Mûsilê dikete bin destê Brîtanya ya mezin. Ji ber ku Fransayê gotiye erdên ku bûne para wê kêm in, xwe ji wan gotûbêjan vekişandiye. Bi rêkeftina 20ê Cotmeha 1921an a Enqereyê, Hikûmeta Enqereyê hatiye naskirin (Îtiraf pê hatiye kirin) û sînorên di navbera Sûriyê û Tirkiyê jî hatiye danîn.
***
Tirk, Lozanê weke Tapoya Tirkiyê dibînin, nehemîn Serokkomarê Tirkiyê Silêman Demirel (1924-2015) hem dema ku serokwezîr bû û hem jî dema ku serokkomar bû, peymana Lozanê weke tapoya Tirkiyê dabû zanîn.
Li Tirkiyê bûyerên civakî û pêşketinên siyasî ji bo Tirk û Kurdan wateyên gelek cuda hene. Weke mînak dema ku Lozan ji aliyê Tirkan ve weke tapo tê nirxandin ji bo Kurdan tê wateya koletiyê. Osman Baydemir ku di konferansa sedsaliya peymana Lozanê de gotarek pêşkêş kir, got bi peymana Lozanê kurd kifin kirin, Lozan weke Kifnê ku bo Kurdan hatiye dirûn da zanîn.
***
Konferansa sedsaliya peymana Lozanê bi axaftina serokê konfederasyona diyasporaya Kurdistanê (Kurdistani Diaspora Confederation) Îsmaîl Kamîl destpê kir, piştre her di vê beşê de nûnerê Serok Mesûd Barzanî, Dr. Hêmin Hewramî û rêkxerê giştî yê konfederasyona diyasporaya Kurdistanê Şîfa Barzanî axivîn.
Piştre panelîstên panela yekem bo ser kursiyê hatin vexwendin, di vê beşê de hin akademîsyen û siyasetvan ku ne Kurd bûn axivîn ez jî yek ji wan pênc kesan bûm ku min di vê beşê de axivî.
Di vê beşê de nave wezîrê berê yê derve yê Fransayê Bernard Kouchner jî hebû ku baxive lê Bernard Kouchner tevlî civînê nebû. Ji profesorên zanîngeha Ohaio ya Amerîka, Prof. Liam Anderson di vê beşê de axivî.
Roger Nordmann, siyasetmedarê Swîsreyî û endamê Konton of Vaud jî di vê beşê de axivî. Wênegirê Brîtanî Richard Wilding jî yek ji axaftvanên vê beşê bû.
Di bernameya piştî nîvro ya roja yekem de nûnerên ku ji Rojhilat û Rojava hatibûn axivîn.
***
Di bernameya danê sibê ya roja duyem de ji Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê(YNK) Mela Bextiyar, ji partiya demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ji Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (PDKI) Mistefa Hicrî û serokê Berê yê Şaredariya mezin a Amedê Osman Baydemir axivîn.
Mela Bextiyar di axaftina xwe de behsa Kolonyalizm, Kemalizm û Bolşevizmê kir. Behsa wê yekê kir ku ew sê alî berdewam li gel wan kesan bûne ku Kurd û Kurdistan parve kirin, perçe kirine û dabeşkirine, piştevaniya wan siyasetan kirine ku wan aliyan meşandine herdem li hember Kurd û Kurdistan helwest wergirtine.
Li serê jî min got ku Osman Baydemir behsa wê yekê kir Lozan bu kifnê Kurdan. Osman Baydemir di gotara xwe de rexne ji wan welatan girt ku tevlî Peymana Lozanê bûne, ew îmze kirine û piştevaniya wê kirine, Hoşyar Zêbarî behsa rewşa Başûr kir.
***
Beşek ji axaftvanan behsa planên Îngilîzan ên ji bo Kurdan kir. Behsa dawiya sedsala 19 kirin ku petrol li Kerkûkê hate dîtin û derxistin û di bazarên cîhanê de hat firotin. Petrol bo Brîtanya gelek giring bû, piştî şerê yekem ê cîhanê Îngilîz ku welatê bi nave Iraqê dîzayn kiribûn, wîlayeta Mûsilê jî tevî Iraqê hesab dikir.
Brîtanya mezin ti caran hizra wê nebûye ku dewletekî bi navê Kurdistanê ava bike. Bi taybetî piştî konferansa Adara 1921ê ya Qahireyê qet ew hizra wê nebû. Di konferasna Qahireyê ya Adara 1921an de T.E. Lawrence, Gertrude Bell, Martin Sykes, Arnold Wilson beşdar bibûn. Kesên axivîn gotin ku şerkirina Şêx Mehmûd Berzincî li gel Îngilîzan gelek şaş e. Em dikarin vê jî bibîr bînin ku Mistefa Kemal destek daye Şêx Mehmûd Berzencî ku şerê Îngilîzan bike û heta çek û sîlah jî jêre şandine.
Şerîfê Mekkeyî Hisên (1852-1931) dema ku bi mebesta rizgarbûn ji Osmaniya hevkariya Îngilîzan kir, wê demê Şêx Mehmûd Berzincî digot Em ê Îslamê rizgar bikin, emê xelîfeyî dîl rizgar bikin û şerê Îngilîz dikir, rewşeke mirov ecêb dimîne, wisa dide nîşandan ku siyasetvan û rewşenbîrên Kurd ên serdema Şêx Mehmût guhertinên cîhanê bi başî nexwendine û baş tênegihêştine. Ya rast rewşenbîr û siyasetvanên Kurd li bajarên mezin ên weke Stenbolê jiyan dikirin ew ji civaka Kurdî veqetiyabûn û ew kovar û rojnameyên ku dişandin nekarîn bandoreke mezin çêkin.
***
Brîtanya mezin ji sala 1920ê ve biryar dabû ku pêwîste dewleta Tirk hebe ku berdewamiya Osmaniyan be, ji bo ku rê li ber belavbûna Bolşevîzmê bigre.
Axaftinvan di Konferansa sedsaliya Lozanê de li ser mijara Mûsilê rawestan. Siyasetvanên Tirk gelek dixwestin ku Musil bikeve ser Tirkiyê. Mistefa Kemal jî gelek tekezî li ser vê yekê dikir, nûnerê Mistefa Kemal tevî hin yekîneyên leşkerî li Rewandizê bû, di vê mijarê de heta dawiya sala 1923yê di navbera Tirkiyê û Îngilîz de aloziyeke dîplomatîk hebû, ez bawerim ku ev pirsgirêk di dawiyê de bi wî awayî hat çareserkirin.
Dibe ku Mistefa Kemal gotibe Tirkiye dê xwe ji Mûsilê vekişîne, di hember vê yekê de jî dibe ku daxwaz ji Îngilîzan kiribe ku daxwazên Kurdan ên ji bo serxwebûn û xweseriyê qebûl neke û deng neda wan. Brîtanya mezin bi berfirehî ev daxwaziyên Mustefa Kemal qebûl kirine, em dikarin bi hêsanî vê yekê ji wan guhertin û pêşketinan ve bizanin.
Îngilîz ji Hindistanê heta Kenyayê li hemû koloniyên xwe de xwerêveberî damezirandine û bi wî awayî îdare kirine, di wî warî de cudahiya wê li gel koloniyên Fransayê heye. Take navçeya ku Îngilîzan xwerêveberî têde ava nekirin Kurdistan e û ew yek jî, bi baweriya bersivdana daxwazên Mistefa Kemal bûye.
***
Beşek ji axaftinvanan dane xuyakirin, konferansa Lozanê bo wê yekê hate sazkirin ku daxwaziyên Tirkiyê cîhbicîh bike
***
Di Konferansa sedsaliya Lozanê de ji pirsên ku li min hatin kirine min bersiva du pirsan da. Pirsa yekem ev bû Dibêjin peymana Lozanê bo sed salî û dema sedsal temam bibe dê şertên xwe winda bike, gelo rast e? Min wisa bersiv da, Peymana Lozanê peymaneke navtewî ya herdemî û bê dawî ye, şerên wê herdem ji bo hikûmetan mayînde ne.
Pirsa duyem derbarê zimanê Kurdî bû. Gelo Kurdên ku nexşeya dewleta serbixwe ya Kurdistanê dîzayn dikin wê bikarin zimanê Kurdî bikin zimanê dîplomasiyê? Li ser sazîbûna zimanê kurdî çi dikare were gotin?
Min waha bersiv da, di vê mijarê de li Başûr, Rojhilat û Rojava ti pirsgirêkek tine, lê li Bakur pirsgirêk gelek mezin e. Li hember Kurdî, Serdestiya Tirkî û asîmîlasyona li dijî Kurdî didome. Bi nerîna min ev pirsgirêk di dema xebata gerîlayan de û partiyên siyasî yên weke HEP, DEP, DEHAP, HADEP, HDP de hê jî mezin bûye.
Di nava vê xebatê de dema ku pêwîst bû Kurdistanîbûn bibe rojev, Tirkiyeyîbûn pêşketiye. Vê helwêstê li hember Kurdbûnê serdestiya Tirkbûnê zêde kiriye. Herweha bûye sedema berfirehbûna asîmîlasyonê.
Di vî warî de divê hişmendiyeke xurt û berfireh li ser zimanê kurdî bê pêşxistin. Bêyî zimanê Kurdî, têkoşîna netewî ti wateyeke xwe ya cidî nîne.'
***
Ji ber ku pêwîst bû em di dema xwe de bigehin balefire, em beşdarî beşa piştî nîvro ya konferansê nebûn ango em di panela dawiyê de beşdar nebûn. Di vê panelê de Serokê Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê Îsmaîl Kemal, Dîplomatên Kurd, Iraqî, balyozê berê yê Iraqê li Yunan û Kenyayê Burhan Caf, Siyasetvanê Kurd ê ji Almanyayê Mehmet Tanriverdi, Prof.Hawrê Mensûr Beg û Parêzerê Kurd Şêxmus Ozdemir beşdar bûn.
* Konferans ji aliyê Navenda Swîsrayê ya Konfederasyona Dîaspora ya Kurdistanê (KDC) ve hat organîzekirin.
** Berga bernama çapkirî 'Yeras of Division Kurdistan 1923-2023 A Century After The Rereaty of Lozanne Opinion and Perspectif 27 & 28th May 1923' bû.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは21表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 08-06-2024
リンクされたアイテム: 14
グループ: 記事
Publication date: 08-06-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 08-06-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 09-06-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 09-06-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは21表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,351
画像 105,044
書籍 19,482
関連ファイル 97,751
Video 1,402
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド ライブラリ - プロヴァンス - 外 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行 伝記 - 方言 - クルド - Badini ライブラリ - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.031 秒(秒) !