ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 523,797
画像 105,999
書籍 19,735
関連ファイル 98,966
Video 1,423
言語
کوردیی ناوەڕاست 
300,501

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,727

هەورامی 
65,705

عربي 
28,766

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,125

فارسی 
8,292

English 
7,137

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945) Xelek: 5
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kovara Ronahî

Kovara Ronahî
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û #çapemeniya Kurdî# de (1942-1945) Xelek: 5
Dr.phil. Ebdilmecît Şêxo

Gotar di( Ronahî),hejmarên 20,21,22 an de
Di hejmara (20) ê de ev gotarên jêrîn bi pênûsên cuda hatine weşandin: 1-(Peymana Îswîçyan),gotarnivîs ne diyar e,lê bi texmîna me,ew sernivîser bi xwe ye. 2-(Ji min ve tiştên dinyayê).Lawikê Tiloyî .3-(kes gereke winda nebe).Sibhiyê Diyarbekirî.4-(çend gazind)Osman Sebrî.5-(jin û mêr û çîroka marekî Fêris )Silêmanê Ferho.6-(dîroka jîna Napliyon.xelek 4),Osman Sebrî.7-(zaravayê Cizîrê), bi texmîna me dîsan sernivîser e.8- (Êzdî û ola wan,xelek.2)Osman Sebrî.9-(Yên ko xelas bûne),Smaînê Serhedî.Em li jêr wek nimûne naverokên çend gotaran ji hejmarên jorîn bi kurtî li pêş xwendevan û lêkolîneran rêdixin.
Di peymana Îswîçyan de gotarnivîs dinivîse:ji Seydayê me ê mezin Cegerxwînê dilbixwîn re û ew di wir de ji Cegerxwîn hêvî dike ko vê peymanê têxe nezma xwe (helbesta xwe) a xurt û şêrîn.
Gotarnivîs di vir de dibêje:Îswîç dewleteke Ewropayî ye û dewleteke biçûk e,lê ew di nav dewletine mezin de wek Franasa ,Almaniya û Talyayê de dewleteke biserxwe ye..,heta sala 1291 ê xelkê Îswîçê ji hev belav bû û ew li 22 Kantonan lêk vedibûn,ew 22 eşîr,wek eşîrên me,li Kurdistanê, mêr û şerûdî ne,ew ji hev belav bûne û ew hero diketin bin nîrê dewleteke din.Lê di Tabaxa sala 1291 ê de serekên wan(Îsvîçiyan)her(hemu)22 eşîr gihane hev,destên hev girtin,sond xwarin ko mezinahiya tukesî di ser xwe re qebûl nekin û ew bi xwe bibin mezinên xwe û ew serbixwe bin.Celadet Bedirxan hîn ji Cegerxwîn û gelê xwe re dibêje:Em jî dixwazin bibin miletekî yekbûyî,em dixwazin aza bibin û li şûna ko em di hêsiriyê de bijîn,mirin ji me re çêtir e.
Gotarnivîs bi xwe hin caran helbest jî nivisîne,lê ew baş zane ko Seydayê mezin Cegerxwîn di tevnekirina helbestan de pisporekî astebilind e,ew kane hundirên peyvên xwe pir bi germî û bi wêneyên balkêş derbibire û tovên ramanên xwe yên netewî bi hostatî di giyanên xwendevanên xwe de biçîne,lewra jî ew vê kurtegotarê arastî Seydayê Cegeerxwîn dike.
Lê lawikê Tiloyî di mijara (ji min ve tiştên dinyayê) de dibêje:1-Meriv ji bo du tiştan hatiye dinyayê,yek jê şeref û namûs e,ê didowan malê dinyayê ye,yê ko li şeref û namûsê bigere, gereke pir ji malê dinyayê hez neke,çiko namûs û malê dinyayê neyarên hev in û ê ko ji malê dinyayê pir hez dike, ew pir bala xwe nede şeref û namûsê .2- Dan û standin bi merivê ehmeq re meke.3-Pirsê ji yekî meke ko ew pirs ji aqilê wî mestir be.4-Tu caran derewan meke,heke derew ji Zîv bin,rastî ji Almas e.5-Siyaset ne derew e,6-Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede destê jina xwe û herweha Lawikê Tiloyî çend şîretên din jî dide xwendevanên xwe.
Di vir de gelek şîretên watedar û sudar henin wek nimûne:1-Dan û standin bi merivê ehmaq re meke.2-Heke derew ji zîv bin,rastî ji Almas e.
Lê em di vir de û li gor zanista civakî nikanin hemû şîretên nivîskarê gotarê bipejrînin,wek mînak:(Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede destê jina xwe).Lê eger gotarnivîs weha gotibûya dê rastir û nêrîneke zanistî bûya. (Ger tu zane û gihîştî bî,kar û tevgera xwe mede destê JINA XWE YA NEZAN.(Hej.20).
Lê dîsan di vê hejmarê de Sibhiyê Diyarbekrî di bin vê navnîşanê de (Kes gerege wenda nebe) kurtegotarekê diweşîne;ew di vir de dibêje:Min ev bend ji bo hemî Kurdan nivîsandiye,ji boyî her kesê ko dibêje: Ez Kurd im,çi biçûk û çi mezin,çi jin û çi mêr û nemaze ez gotinên xwe berpêşî çavên zana û miletperewer û xebatkarên Kurdîtiyê dikim .
Ev çend sedsal in miletê Kurd di vê paşvemayînê de ye û li pey xelkê sekinîye,sebeba xwe ne ji bextreşiyê ye û ne jî ji çepgera çerxa felekê ye, herwekî Seydayê me Cegerxwîn carina dibêje:Lê belê sebeba xwe nezanî ye û bêbextiya me Kurdan ji hev û du re ye,em di vê bindestiya xelkê de hêştin, qisor jî ev e ko em xwe nalivînin, lê dawiyê gotarnivîs metheloka Erebê bi bîra xwendevanên gotara xwe tîne û ew dinivîse:(Dem şûrek e,heke te ew nebirî ,ewê te bibire).
Vaye em wek xwendevan û lêkolîner dibînin; çawa kovara (Ronahî)bi peyv û nêrînên gotarnivîsên xwe rewş û bindestiya gelê Kurd dide ber çavên miletê xwe,rêya têkoşînê û azadiyê jî bi zelalî şanî miletê Kurdistanê dike.
Lê vê carê û di vê hejmarê de Osmsan Sebrî mijarek dirêj di bin navnîşana (çend gazind) dinivîsîne û bi kurtasî ew dibêje:Îro bûne çarde sal ko
zimanê me bi tîpine xweser têye nivîsîn û ala vê tevgera çak û berxudar cara pêşîn di rûpelên kovara(Hawarê)da bi destê xwediyê wê hate hildan.
Van tîpên xweser zimanê me di tenganiyê ko tê da bû,biderxist,lê tevî vê yekê ez dinêrim hinek ji Kurdên xwenda,nemaze gelparêzên wan,hemû nivisînên wan bi zimanê Erebî ne,bi ya min be, ew şermeke mezin e.
Bi rastî Osman Sebrî tiliyê xwe daniye ser birîneke dev vekirî di govdê çanda Kurdî de, lê di serdema me de û nemaze di dehsalên dawî de çand û pir weşanên Kurdî bi zimanê dayikê li Kurdistanê û li dervayî welêt derketine û hîn jî têtin weşandin,lê gelek mixabin hîn bi sedan jî rojnamevan û nivîskar û siyasetmedarên me bi zimanên biyaniyan dinivisînin û ev diyardeya nih jî li nik pir lêkolîneran cihê gengeşiyê ye.
Dîsan di vir de gotarek dirêj di bin navnîşana(zarav-1- zaravayê Cizîrê) bê destnîşankirina nivîsevanê wê hatiye weşandin,lê bi texmîna me Celadet Bedirxan xwediyê vê gotarê ye û ew di vir de dibêje:Ziman bi gelemperî bi zaran lêk vedibin (pêktên),ev zar carina ji hev gelekî bi ferq in,lê ew zarên yek zimanî ne,wek zarên zimanê me û hîn dibêje: Di zimanê me de sê zarên bingehîn hene1-Zarê Kurdmancî.2-Zarê Dumilî 3-Zarê Soranî û ferqa van zaravan ne ew çend mezin e û piştî vê dabeşkirina zimanê Kurdî li ser wan zaravên sereke, gotarnivîs hevdîtinên xwe bi hin kesayetiyên navmezin re li Cezîrê bi bîr tîne û şêweyên zaravokên wê herêmê bi xwendevanên kovarê dide nasîn.
Lê Osman Sebrî jî di vir de xeleka duhem li ser Êzîdî (Ezdahî) û ola wan berdewam dike û ew bi kurtasî gotara xwe li ser van navnîşanokan dabeş dike 1-Şêx .2-Pîr .3-Feqîr. 4-Koçek .5-Mîr weha dinivîse:Şêxên Êzdîyan xwe kurên Şêx Hadî dizanin,mezinatiya ola Êzîdiyan di destên wan de ye,riya bawerî,nimêj û rojî ji Şêxan tên hînkirin .
2-Pîr:Di ola Êzdiyan de piştî Şêxan, Pîr tên ,Pîr di reha binatî da ji malbeta Şêxan in,yanê ji kurên Şêx Hadî ne,lê di parvekirina kar û xebatên olê de hinek Şêx û hinek jî pîr hatine nasîn,herçî pîr in,ew di bin destên Şêxan da ne û di nav xelkê da arîkar û şûngirtê Şêx tên zanîn û Pîrek divê keça Pîrekî bixwaze.3-Feqîr:piştî Pîr Feqîr tê,lê Feqîrîtî wek Şêxitî û Pîrîtiyê ji bavê
nagehê kur,her Mirîdê ko di ber destê Şêx de xizmetê ola Êzîdê bike, ew dibe Feqîr,karê Feqîran di nav Êzdîyan (Ezdahîyan ) da bigerin û derheqê ola wan de şîretan li wan dikin.
4-Koçek:Koçekitî ji Şêx,Pîr,Feqîr û Murîdan e,kîjan ji wan bibe xweyî keramet,ew dikare haya îxtiyariyê mergehê bike;gava ji îxtiyarîyê re bide xûyakirin ko ew xweyî keramet e,hîngê ew dibe Koçek û eger çiqas karê Koçek di nav Êzîdiyan de hindik e jî,lê qedra wî gelekî mezin e,karê Koçekan hergav ji pêşendeyê,(berî hertiştî ) nûçeyan didin û nexwaşan bi lavijan xweş dikin,yan bi axa avahîyeke miqedes, teberikê salixî nexwaşan bidin û li hemer wan lavijan an salixana teberkê sedeqeyekê digrin .
5-Mîr:Mîr mezinê hemû Êzdiyan e,her Êzdî salê tiştekî dide Mîr .
Lê Osman Sebrî dûmahîka gotara xwe di hejmara(21)ê de dîsan berdewam
dike û ew li jêr navnîşana (Eşîrên Êzîdiyan) weha bi xwendevanên gotara xwe dide nasîn û ew dinivîse:Eşîrên Êzdiyan wek eşîrên Kurdan yên mayî, heyîn û yekîtiya xwe neparastine.Osman Sebrî di vir de navên van çend êşîran bi xwendevanên kovarê dide nasîn û ew dibêje:Navên eşîrên Êrdima Şêxan ev in:1-Hekarî,2–Xetarî,3-Mamûsî,4-Tîrkan,5-Qaîdî Domilî,6-Hiraqî,7-Xiskan,8-Şariyan,9-Şêx Xidirî,9-Sînan,1o-Dinayî,11-Başîtî û hwd,lê ji van eşîrên jorîn eşîra Hekarî tenê di rewşa eşîrtiyê de maye û tevaya vê eşîrê hezar û sed mal in.
Herweha jî di vê hejmarê de; Nêrevan û bi texmîna me ew dîsan (Celadet Bedirxan) bi xwe ye,gotarekê di bin navnîşana (tiştên ko di Libnanê de çêbûne)diweşîne û di wir de hin agahiyên giring dide xwendevanê xwe; ew dibêje:Di destura Libnanê de madeyin hebûn ko li gora hikumeta Libnanê ew made û îstîqlal bi hev ne diketin.Li Çiriyapaşîn hikumeta Libnanê ji bo edlandina wan madan, pêşniyarek qedimande perlemanê,lê li ser vê yekê civata Firansizan ya azahiyê rabû beyanamek belav kir û ewê di wir de daye zanîn ko Libnan destura xwe bi tena xwe nikane bighurîne ji ber ku ew destûr hukumeta Libnanê û Firansa bi hev re çêkirine,ji lewra ji edlandina wê re, raya Firansê jî divêt û li dawiyê nelihevhatinên mezin di navbera Libnanê û Firansa de çêbûn.
Di hejmara(22)an de gotarên jêrîn cihên xwe girtine1-Di vî şerî de (xebata jinên Sovyetistanê)sernivîsser.2-Dîroka jîna Napliyon(6),(Osman Sebrî).3-
Çîn û tarîxa medeniyeta wê(Dr.Lyonêl Caylez).4-Nêçîreke pilingan(Dilawer Çarpîne).
Evdilrehman Siltanov sekretêrê sefareta Sovyetistanê li Misirê ji kovareke Misrî re qala xebata jinên welatên Sovyetistanê kiriye û gotiye:Jinên Sovyetistanê di vî şerî de(şerê cîhanê yê duhem) zor xebat dikirin,kovar û rojname hero qala qehremaniya jinên Sovyetistanê dikin.
Osman Sebrî di vê hejmarê de jî, xeleka (6) ê ji dîroka Napliyon û di bin hin navnîşanên şaxî de1-(vegera Korsikayê),2-(berdana Korîskê),3-(malbeta Bonabart li Firanseyê ) dinivîse.
Lê di vê hejmarê de jî gotarek pir dirêj li ser komara( Çînê)bi pênûsa Dr. Yonêl Çaylez bi wergera pênûseke nenas hatiye weşandin, lê pir gengaz e jî ku ev gotara dîsan ji aliyê sernivîserê kovarê hatibe wergerandin.
Ew dinivîse:Li gora tarîxê;Çînî îro ji 4000 salî bêtir hene ,dibêjin ko Çînî ji cihine din yên Asyayê, ji Rojava yan ji merkezê hatine welatê ko îro tê de ne,lê ji vê nirînê re tu delîl û belge nînin.Di pêşiyê de Çînî bi tenê bi cotkariyê mijûl dibûn, di pişt re ewan dest avêtine fen û zanistiyê;wek
çêkirina porsalanê,çêkirina dermanan ji giya.Bi rastî Yonêl Çaylez gotara xwe bi gelek zanîn û agahiyên civakî,dîrokî û di pir warên din de dewlemend kiriye û ev gotar jî mîna pir berhemên din di (Ronahîyê )de gelek balkêş û watedar e .
Dûmahîk heye[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは24表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 18-06-2024
リンクされたアイテム: 13
グループ: 記事
Publication date: 19-11-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 18-06-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-06-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 20-06-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは24表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 523,797
画像 105,999
書籍 19,735
関連ファイル 98,966
Video 1,423
言語
کوردیی ناوەڕاست 
300,501

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,727

هەورامی 
65,705

عربي 
28,766

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,125

فارسی 
8,292

English 
7,137

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.453 秒(秒) !