ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 523,818
画像 106,003
書籍 19,738
関連ファイル 98,971
Video 1,424
言語
کوردیی ناوەڕاست 
300,520

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,727

هەورامی 
65,705

عربي 
28,766

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,125

فارسی 
8,292

English 
7,139

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî de (1942-1945) Xelek: 8
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kovara Ronahî

Kovara Ronahî
Rola kovara (Ronahî) di pêşketina çand û #çapemeniya Kurdî# de (1942-1945) Xelek: 8
Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Hej.(6,7,8,9,10,11,12)
Çawa kovara(Ronahî)giringî dabûye gotarên cur bi cur û nûçeyên navçeyî û cîhanî,herweha jî ewê giringî dabûye piraniyên cureyên wêjeya Kurdî;(çîrokên gelêrî,helbest,pend û şîret),emê di destpêkê de piraniyên çîrokên gelêrî di kovarê de nemaze yên li gorî me, pir balkêş û watedar ji hejmara (1)ê tanî (28) an de bi xwendevanan bidin nasîn û nirxên wan jî li gor nirînên xwe bi kurtebirî şirove bikin,lê divê em destnîşan jî bikin ku di vê xelekê de serpêhatiyek jî bi pênûsa Celadet Bedirxan hatiye weşandin.
Lê berî ku em seyranê di nav cîrokên folklorî de bikin, em pêwîst dibînin ku em hinekî û bi lez li ser wate û giringiya zargotinê di civakê û di pêşketina wêjeya nivîskî de rawestin.
(Folklor ji afrandina gel e,ango gel nayabkarê folklorê ye,folklor di nav gel de pir hatiye gotin û ewa zû jî hatiye belavkirin,lewra jî pisporên folklorê gotine:Folklor vedenga dema borîn e û dengê bilind yê serdemê û niha ye.)û piraniya çîrokên di (Ronahî) de hatine weşandin beşek ji zargotina Kurdî ye,emê li jêr li ser pirana wan rawstin; armanc û sûdên wan bi kurtî bidin diyarkirin.
Di çîroka (şêr û kêvroşk) de weha hatiye:Şêrek hebû destlatdariya xwe li ser pir ajelên derdora xwe diki,ewî hercarê celebek şîv ji wan dixwast,lê vê carê sira kêvroşkan hat,di nav wan de kêveroşkek jêhatî habû û ewê bi hevalên xwe re got:Ezê vê taştê ji şêr re amede bikim,kêvroşk piştî sê rojan çûye cem şêr,lê şêr gote kêvroşkê,ez çavnêrîna we dikim,we gote min,xwarina te li ser me ye,lê ez gelek birçî me.
Kêvroşkê bersiva şêr weha daye û got:Ezbenî!Di roja pêşîn de min ji te re xwarin anîbû,lê dewarekî mîna te xwarin ji min istand.
Şêr got:Kesî din mîna min jî heye ku kane destlatdariyê li lawiran bike?
Erê,tu bi min re were,ezê wî nîşanî te bikim,ew herdu bi hev re çûn,kêvroşk li ser devê bîrekê rawestiya û bi şêr re got: Ev e destlatdar di vir de ye, şêr li binê bîrê temaşe kir,wêneya şêrekî mîna xwe di avê de dît, yekser ewî xwe ji devê bîrê avête ser wêneya xwe û ew şêr jî kete binî avê û hemû lawir ji zordariya wî rizgar bûn.(Hej. 6).
Wek hemû kes dizanin,di nav hemû miletan de kêvroşk jî mîna pisîkan bi tirsonek hatine naskirin,lê di vê çîrokê de xûya dibe ku hin caran hinek ji wan jî awerte ne û ew kanin bi hişmend û jêhatî xwe di ser perda tirsê re bavêjin û bi wêrekî şêran jî bixûpînin,xwe ji wan biparêzin û koletiyê ji şêran û hêzdaran re nekin.Di nêrîna me de Celadet Bedirxan gelek bi zanebûn ev çîroka ji çîrokên gelêrî vebjartiye taku ew nameyek û waneyeke hişmendî bide xwendevanên kovara xwe û bêje:Ne tenê hêz rola xwe di civakê de dilîze,lê belê hiş û wêrekî jî dikanin zora neyarên xurt bibin.
Lê di bin vê navnîşanê de (xwe ji bavê xwe vedizî ,terka gund û mala xwe da) serpêhatiyek bê destnîşankirina nivîsevanê wê hatiye weşandin,li gor texmîna me nivîsevanê wê Celadet Bedirxan bi xwe ye.
Nivîsevan dibêje:Ev nivîsa serpêhatiya xortekî Kurd hêja ye û ew weha dinivîse:Ev xorta ji bona ku bikane hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibe,xwe ji bavê xwe vedizî û çû Amudê,lê ev çîroka xwerû rastî ye û ewa ne di çarçewa zargotinê de ye.
C.B.Xan dibêje:Ez derng çûm çapxanê,min dît xortek rûnişiye û ew ji ber min rabû û min silav dayê,di çavên wî de çirûskên jîrîtiyê diçirisîn,di lebatên wî de terbiya Kurdmancî a zikmakî dihate dîtin,min jê pirsî,tu ji ku yî ? Ewî got:Ez ji Tilêlûnê ji derdora Dirbêsiyê me,lê min dîsan bi wî re got:Lê zarê te ne zarê wir e,xort li min vegerand û got:Erê eslê me Wartoyê ye,ji gundê Qerekan û em bi xwe Cibrî ne û navê min Cengbazê Cibrî ye û ez kurê Şêx Mehmûd im,lê ev bûne deh sal,em ji welêt derketine,lê min dîsan ji xortê xwe(Cengbaz)pirsî,tu zanî bi Kurmancî bixwînî?Cengbaz got:Ma çawa ez nizanim,hergav (Hawar) ji min re tê,lê hetanî ku ez hînî zimanê xwe bûm,min gelek zehmetî dît,lê min ji wî pirs kir, çira(çima)ji elfabeya me hêsantir heye?Cengbaz dîsan gote min:Zehmetî(dijwarî) ne di Elfbeyê de bû,Celadet dîsan ji wî pirsî,lê ewa di çi de ye?
Cengbaz dibêje:Gava (Hawar)nûh derketîbû,ez pê agardar bûm,lê hîngê ez biçûk bûm,min nikanîbû ji xwe re tevdêrek bibîta û ez hînî xwendina zimanê xwe bûbûma .
Xweda ramana miliyetê ji berê de, di serê min de çêkiriye,min dixwast hevaltiyê zimanhezan bikim,lê di gundê me de yên ku zanin Kurdî bixwînin,nînin;Cengbaz hîn bi Celadet Bedirxan re dibêje:Min rêdan ji bavê xwe xwest ku ez herim Amudê li cem Seydayê Ebdilhelîm taku ez îlmê(zanista)Erebî bixwînim,lê meqseda(mebesta) min tiştekî din bû. Celadet ji Cengbaz pirsî,çima ev derew,te çira negote bavê xwe ku tuyê li Amudê hînî xwendina çîroka Kurdî bibî? ¬ Cengbaz:Bavê min, wê ji min re bigota:Tu dixwazî kafir bî? Li dawiya dawiyê;Cengbaz baş zimanê Kurdî dizane û ew hevalên xwe jî hînî zimanê Kurdî dike.( Hej.7)Celadet Bedirxan bi hevdîtina vî xortî gelek dilşad dibe û xwastiye di riya vê serpêhatiyê re; rewşa olperestên şûndamayî bide diyarkirin û rolên wan yên neyênî di pêşketina çand û bizava Kurdî de bi xwendevanên xwe bide zanîn,lê li rexberî vê diyardeyê jî,ew xortên niştimanperwer û zimanhez jî di civakê de dide ber çavên xwendevanên kovara xwe,ew bi vê serpêhatiyê hestên pir nezanan û olperestên kevnehiş dide hember awêna jiyana Kurdî.
Di hejmara (8) an de çîroka folklorî (mîh, şêr û gur) hatiye weşandin,lê di çîroka (ker û heft gur de),(hej.9) bi kurtî weha hatiye weşandin:Li derdora gund kerek bê xwedê hebû,ew ji ber karên nişteciyên gund pir şerpeze bibû, lewra ew çû ser çiya,lê di rêkê de rastî roviyekî hat,rovî ji kerê pirsî,tu kuda diçî?Kerê got:Quzilqurta bavker,rovî jî li kerê vegerand û got:Lê ez çi bêjim?¬¬ ¬¬¬Û yekser got:(bêje ker kurtanê zer,sînîk ceh li ber),rovî jî wilo got û ji wî pirs kir,tu min bi xwe re nabî?Herdu bi hev re çûn û ew rastî beranekî hatin,berên jî ji kerê pirs kir,lo kero!Tu min jî bi xwe re nabî?Ew herdu bi hev re çûn û ew rastî beranekî jî hatin,berên jî ji kerê pirs kir,tu derî kû?Ew hemû bi hev re çûn,lê ew rastî dîkekê hatin û dîk jî bi wan re bûye heval û hîn kîvroşkek jî gihaye wan û ew hemû bi hev re çûn nav çiyê û ew di nav mêrgeke xweş de man,kerê bi hevalên xwe re got :Divê ez bizirim,hevalên wî ji wî pirs kirin:Çawa tuyê bizirî,gurên çiya wê me bixwin,lê kerê bi ya wan ne kir û ew ziriya,lê heft guran dengê zurîna kerê bihîstin,gurek çû cem wan û ew hemû bê xwedan dîtin,lê kerê,berên û dîkê bi hev re hêriş
birin ser gur,gur ji nav lepên wan serbest bû,lê ew nîvmirî çû û giha hevalên xwe, ewan ji wî pirsî,te çi dît?Gur got:Bira qet deng nekin,ez çûm
û min qewmek dît,bila kes wan ne bîne,hevalên wî dîsan ji wî pirs kirin,xêre?Gur got:Heman ez çûm,wan yekser serê min kirin nav du latan,her yekî bi rengekî li min xist û yekî jî ji wan gorna min dikola,hema her heft guran ji cih bazdan û bi hev re gotin:Em ji lepên wan rizgar bûn.¬-?
Vaye me dît çawa sernivîserê kovarê di rêya vê çîroka zargotinî de waneyeke kêrhatî dide gelê xwe û giringiya yekhêzî û yekdestî dide ber çavên rêvebir û welatparêzên Kurd,yanê ew dixwaze bêje;eger çiqas dijminên me mîna gor bi hêz be jî,lê ew nikane zora yekbûn û yekdestiyê gelê Kurd bibe.
Di hejmara (10) an de kurteçîrokek kurt di bin vê navnîşanê de (Xezna sê kosan) cihê xwe girtiye:Sê kes birayên hev kuse hebûn,ew di welatekî biyanî de dixebitîn,sendoqek zêrê wan hebû û ew danîbûn cem xanimekê,lê koseyekî din jî ji Hindistanê hebû,ewî remil avêt û zanîbû ko sendûqek zêr ya sê birayên kose heye,ev kose ji Hindistanê hat û çû cem Xanimê û bi wê re got:Kanî sendûqa zêrê me,lê xanimê ew nasnekir, ji ber ku kose hemû mîna hev in,ewê di dilê xwe de got,qey ev kosa yek ji sê koseyên biran e û ewê zêr dane wî, lê di êvarê de her sê koseyên birayên hev jî hatin cem xanimê,birayê biçûk pere ji wê xwastin,Xanimê bi wî re got:Birayê te hat cem min û min zêrên we dane wî,birayê biçûk ji Xanimê pirsî,lê ew kose yekî çawa bû ?Xanimê got: Ew yekî bejinbilind bû,ewî bi birayê xwe re got:Zêrên me ji Xanimê birine,birayê mezin ji wî pirsî, yê ko zêr birine, mirovekî çawa bû ?Birayê biçûk got:Ew bejinbilind bû,birayê mezin got: Eger ev nîşana heye, emê zêrên xwe bibînin.
Birayê biçûk got: Hebilbilind e (Bejinbilind) e.
Birayê mezin got: Hebilkemal e(Bejinkemal) e.
Birayê navîn got:Hebilkemal e(Bejinkemal) e,keleme-diran e.
Birayê mezin dîsan got:Bejinkemal e, kelem diran e,navê wî Hecî Remezan e û bajarê wî jî Hindistan e,her sê bira çûn Hindistanê û perên xwe anîn. Di rastiyê de û li gor nêrîna me,belkî hin agahiyên din ji vê çîrokê kêm in,lewra jî xwendevanên wê nikanin gelek sudan ji wê bigrin,tenê mirov kane bêje, ew xanima ku zêr li nik wê hatin danîn, gelek tam e û bi yekçavî li kusan temaşe kiriye û hemu kose mîna hev dîtine lewra jî şaşiyek mezin dermafê sê kuseyên bira kiriye,li aliyê din jî çawa kuseyên bira diçin Çînê û zêrên xwe bi sanahî vedigerînin?! Di vê diyardeya de jî hin valahî hene û hin agahî ji wê kêm in,lê di nêrîna me de ,ev rûdawa di hemû zargotinên cîhanê de xwazayî ye û lêkolînên taybet ji vê diyardeya gîştî re pêwîst in. Di hejmara (11) de jî em kanin çîroka (Dehbe û nêçîrvan ) jî bixwînin, lê emê li nik naveroka çîroka (Roviyê Şêr) di hjmara (12) an de rawestin:
Carekê şêr dît ku roviyek ji wê de hat,şêr ji wî pirsî,çima tu wilo belengaz bûyî û pirça dûvê te weşîya ye?Rovî li şêr vegerand û got:Ey Sultanê lawiran,ev sala xerap bi ser me da hatiye,lewra ez wilo şerpeze bûme.Şêr bi rovî re got:Eger ez te têr bikim,tu çi dibêjî ? Rovî got:Ma tiştek ji vê çêtir heye ku ez îsal têr bixwim?!
Şêr got: Tu guhdarî min bike, min çi bi te re got tu li min vegerîne.
Rovî gote Şêr, belê ezbenî,şêr ji rovî pirsî,çavên min çawan?Rovê got:Çavên te çavên şêran in,şêr dîsan ji rovî pirsî,lê pora min çawa ye ¬?Rovî dîsan got:
Miwên te weke singên di zirihan de sekinîne, ¬¬¬lê şêr dîsan ji rovî pirsî,lê serê min çawa ye? Rovî got:Serê te serê qehremana ye, şêr pirsî:Lê lepên min çawan in?Rovî got:Lepên te lepên şêran in,vê carê şêr bi rovî re got:Tu rabe bide pey min!Ew herdu çûn mêrgekê,di wir de hesp û hêştir diçêrin,şêr dewarek ji wan êşand û lepek li wî daye û bi rovî re got :Tu rabe wî bixwe û rune û kînga tu birçî bûyî, tu were cem min!Rovî jî kete ser goşt û xwar,sê roj derbazbûn,çavên wî sor bûn,roviyek bi ser da hat,ewî dît ku ew ji wextê berê xeraptir e û jê pirsî, bira çima tu wilo sêfîl bûyî ? Ewî li hevalê xwe vegerand û got:Bira çima tu nizanî ko ev sala xela ye (tunebûnê¬ )ye û bi hevalê xwe re got:Kuro,meyzeke tiştê ko ez ji te re bêjim li min vegerîne,hevalê wî got:Belê ezbenî,ewî ji wî pirskir;çavên min çawan in? Hevalê wî got:Çavên te çavên roviyan e,hevalê wî dîsan bi wî re got:Ne wilo bêje!Bêje çavên te çavên şêran e,pora te wek singên di zirhan e,yanê roviyê têr ew hîn kir û ewî jî mîna hevalê xwe bi şêr re got,paşê roviyê sêfîl pey roviyê têr çû û ew gihana mêrga Selekûnê,ew giha cem bergilî(bergîr), roviyê têr xwe kire paşiya yê birçî û got:Belkî ewê weke şêr bergîr bavêje erdê,lê ne wilo bû,bergîr pîhnek li çavên rovî da û ew li erdê dirêj kir,roviyê din bazda û got:Wela bira min zanîbû ,tu ne şêr î,. LÊ TE LI BER ÇAVÊN MIN XWE KIRYE ŞÊR !!!.
Mebesta vê çîrokê jî gelek zelal e, lewra jî em pir pêwîst nabînin ku em li ser rawestin.
Dûmahîk heye
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは29表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 18-06-2024
リンクされたアイテム: 13
グループ: 記事
Publication date: 06-03-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 18-06-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 22-06-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 22-06-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは29表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 523,818
画像 106,003
書籍 19,738
関連ファイル 98,971
Video 1,424
言語
کوردیی ناوەڕاست 
300,520

Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,727

هەورامی 
65,705

عربي 
28,766

کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,125

فارسی 
8,292

English 
7,139

Türkçe 
3,565

Deutsch 
1,455

Pусский 
1,119

Française 
321

Nederlands 
130

Zazakî 
84

Svenska 
56

Հայերեն 
44

Español 
39

Italiano 
39

لەکی 
37

Azərbaycanca 
19

日本人 
18

עברית 
14

Norsk 
14

Ελληνική 
13

中国的 
11

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド ライブラリ - プロヴァンス - 外 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - ブック - クルド発行 記事 - ブック - クルド発行 伝記 - 方言 - クルド - Badini

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.516 秒(秒) !