ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 527,651
画像 106,823
書籍 19,812
関連ファイル 99,845
Video 1,455
言語
کوردیی ناوەڕاست 
301,803
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,810
هەورامی 
65,787
عربي 
29,011
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,555
فارسی 
8,702
English 
7,180
Türkçe 
3,576
Deutsch 
1,461
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
1
イメージと説明 
1
地図 
1
MP3 
311
PDF 
30,011
MP4 
2,359
IMG 
194,968
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Qada çapemeniya azad bi pêşengtiya jinan bi pêş dikeve
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
=KTML_Bold=Qada çapemeniya azad bi pêşengtiya jinan bi pêş dikeve=KTML_End=
Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Evîn Îbrahîm û Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo di salvegera demezrandina YRJ'ê de têkildarî mijarên avakirina YRJ’ê û armancên wê û rola jinên rojnamevan di nava civakê de ji ANF’ê re axivîn.
Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Evîn Îbrahîm salvegera damezrandina YRJ’ê li hemû rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhiltatê Sûriyeyê dixebitin pîroz kir û diyar kir ku rojnamevanên jin ên li herêmên Bakur û #Rojavayê kurdistanê# roleke mezin rakirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke mezin didin meşandin û îro bi hejmareke mezin di nav ragihandinê de cih digirin û roleke mezin radibin. Ji bo gihandina dengê gel û jinên Rojavayê Kurdistanê ji cîhanê re ragihînin û parastina şoreşa ku bi pêşengtiya jinan dest pê kiriye, bike jî têkoşîna xwe heya roja me ya îroyîn jî bê navber didomînin.’’
Evîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa rojnamavanan ya beriya Şoreşa Rojava û ev yek anîn ziman: ‘’Li rojavayê Kurdistanê bi taybet jî beriya Şoreşa Rojava ji ber sîstema ku li ser civakê hatibû ferzkirin, rojnamevaneke jin tune bû. Ev rewş ne tenê ji bo jinan ji bo hemû gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê derbasdar bû. Her wiha eger kesekê cihê xwe di nav çapemeniyê de girtibana jî nikarîbûn weke rojnamevanekî azad tev bigere. Rojnamevanan nedikarî temsîliyeta çand, dîrok û neteweya xwe bike. Her wiha ev rewş ji bo jinan bi tu awayî nedihat qebûlkirin.’’
Evîn di nava axaftina xwe de anî ziman ku di sala 2011'an de li gel Şoreşa Rojava jinan di çapemeniya azad de cihê xwe girt û bi pênûs û kameraya xwe daketin qadan û got: ‘’Beriya Şoreşa Rojava li gorî fikrên ku li me hatibûn ferzkirin, me xeyal nedikir ku em bibin rojnamevan. Lê belê li gel Şoreşa Rojava yek ji qadên sereke yên ku di sala 2011'an de ketin nava kar û xebatê çapemeniya azad bû û wê demê herî zêde jin tevlî xebatan bûn. Jin bi kamera û pênûsên xwe weke pêşkêşvan û nûçegîhan daketin qadan û di nava çapemeniyê de cihê xwe girtin. Di destpêka şoreşê de ji ber civak û çanda ku hatibû belavkirin, di warê xebata çapemeniya azad de gelek zehmetî hatin kişandin. Nedihate qebûlkirin ku jinek rojnamevantiyê bike. Jinan jî ji bo ku vî karî bi civakê bidin qebûlkirin, têkoşîneke mezin dane meşandin. Jinan xwe perwerde kir, şoreşek di nava xwe de ava kir û bi sekn û pêşketina xwe civaka derdora xwe jî bi xwe re perwerde kir.''
Evîn Îbrahîm bal kişand ser rola jinên rojnamevan ya di nava şoreşê û êş û azarên jinan û ev yek anîn ziman: ‘’Rola jinên rojnamevan di qada şoreşê de mezin bû. Li kêleka wê jî ji bo eşkerekirina êş û azarên jinan roleke mezin diket ser milên jinên rojnamevan. Ji ber ku di destpêka Şoreşa Rojava de rola wan herî mezin ew bû ku ev mijar ji raya giştî re werin ragihandin, da ku jin bikaribin di nav vê şoreşê de gavên mezintir bavêjin û bikaribin jinan ji vê tundiyê rizgar bikin. Ji ber wê jî têkoşîna ku jinên rojnamevan di destpêka şoreşê de dane meşandin, gelekî mezin bû û heta roja îro jî heman keda ku di wê demê de dihat dayîn, berdewam dike’’
Evîn Îbrahîm anî ziman ku ger di qadên şoreşê de jin nebirêxistinkirî bûna, wê serkeftinên mezin jî nebûna û got: ‘’Ji bo wê jî beriya damezrandina YRJ’ê jinên rojnamevan di bin sîwana RA JIN ROJAVA de xebat dikirin. Jinên rojnamevan bandoreke mezin ser civakê dane avakirin û nêrînên civakê ên li ser jinan dan guhertin. Her wiha jinên rojnamevan karîbûn bi pênûs û kameraya xwe balê bikşînin ser hin mijarên civakê. Ji cîhanê re ragihandina dengê şoreşa jinan bi saya têkoşîna jinên rojnamevan pêk hat û heta niha jî ev têkoşîn berdewam dike.’’
Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Evîn Îbrahîm di nava axaftina xwe de qala beşdarbûna rojnamevanên jin a ji bo hemleyan kir û got: ‘’Gelek rojnamevanên jin di nava hemleyên rizagarkirinê û şerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girtin. Yek ji wan jî şerê Kobanê bû ku kêliyên şer û serkeftina ku bi pêşengtiya YPJ’ê pêk dihat di saya kamera û pênûsa jinên rojnamevan gihişt raya giştî û cîhanê. Heta roja îro jî cîhan qala têkoşîn û berxwedana Kobanê dike. Roja îro jî jin di qadên girîng de yên weke Hêzên Asayîş û YPJ’ê de cih digirin.’’
Evîn Îbrahîm di nava axaftina xwe de qala destpêka avakirina Yekîtiya Ragihandina Jinan kir û ev yek anîz ziman: ‘’Di sala 2020'an de Yekîtiya Ragihandina Jinan hate avakirin. Her wiha qadên şoreşê berfirehtir bûn û gelek herêm hatin rizgarkirin û jin jî weke hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî qada çapemeniya azad bûn. Ji bo wê jî pêwîstî bi avakirina yekîtiyekê hebû da ku jinên rojnamevan xwe di bin sîwana wê de xwe bi rêxistin bikin û kar û xebatên xwe baştir bikin. Weke encam jî îro wê jî îro jin di nava qadên çapemeniya azad de xwedî rêjeyeke weke ji % 70’yî ne. Çawa ku jinan di her qadê de cih girt û pêşengtî kir, îro di qada çapemeniya azad de jî pêşengtiya jinan derdikeve pêş.’’
Evîn Îbrahîm di dewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku di kêliyên gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê berdewam dikin de jî jinên rojnamevan di nav civakê de bi kamera û pênûsa xwe têkoşîna xwe ya li hemberî wan êrîşan didin berdewamkirin û got: ‘’Di van deman de em di xebatên xwe de zêdetir balê dikşînin ku em ê çawa guhertinan di nav civakê de ava bikin. Her wiha li aliyekî jî rojane êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê hê jî berdewam dikin. Em jî weke rojnamevanên jin hewl didin ku bi xebatên xwe di nava civakê de bi pênûs û kameraya xwe têkoşîna xwe ya li hemberî gef û êrîşan bilindtir bikin.’’
Evîn Îbrahîm dawiya axaftina xwe de anî ziman ji bo ku jinên rojnamevan dengê jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negihînin cîhanê her tim ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û wiha got: ‘’Îsal jî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser ekîba JIN TV’yê berdewam kirin. Di encama êrîşên dewleta Tirk de rojnamevanek birîndar bû û hevkarê me Necim El Dîn gihîşt asta şehadetê. Ev jî dide diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe çapemeniya azad hedef digire. Her wiha ji ber ku dengê jinên rojavayê Kurdistanê bi rêya jinên rojnamevan digihîje cîhanê û da ku jin bi azadî jiyan nekin, kar û xebata xwe nedin meşandin di hedefa dewleta Tirk a dagirker de ne. Em hemû êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên pêşeng û rojnamavanan şermezar dikin. Em ê her li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin.’’
Li aliyeke din jî nûçegîhana televizyona JIN TV’yê Sîdra Mamo di salvagera demezrandina YRJ'ê de hemû şehîdên ku ji bo heqîqetê canê xwe feda kirine, bi bîr anî û ev roj li wan şehîdan pîroz kir û got: ‘’Di nava Şoreşa Rojava de bi pêşengtiya jinan gelek destkeftî hatin bidestxistin. Yek ji wan destkeftiyan jî ew e ku jinan di nava çapemeniyê de bandoreke mezin li ser civak û raya giştî da avakirin.’’
Sîdra di dewama axaftina xwe de têkildarî rola jinan ya di nava ragihandinê de axivî û wiha berdewam kir: ‘’Jin di nav xebetên çapemeniyê de bi roleke girîng radibin. Bi taybet jî di warê xwebirêxistinkirinê de weke xwediyên roleke girîng di nava xebatên çapemeniyê de cihê xwe digirin. Her wiha jinan li seranserê cîhanê jî bandoreke mezin li ser hemû jinên cîhanê dan avakirin. Piştî şoreşê ev yek bi çavan jî hate dîtin ku jin di nava çapemeniya azad de bi hejmareke mezin cih digirin û rola xwe dilîzin.’’
Sîdra di nava axaftina xwe de anî ziman ku jin jî bi kamera û ramanên xwe li hemberî sîstema kapîtalîst têdikoşin û got: ‘’Di roja me ya îroyîn de leşker bi çekên xwe şer dike, siyasetmedar bi pênûsa xwe şer dike û jin jî di nav ragihandinê de bi raman û fikrên xwe li hemberî sîstema kapîtalîst şer dike. Girêdayî esasê ku em bibin dengê rastiyê û bi taybet jî li her derê em bibin dengê jinan û bibin çavê rastiyê em xebatên xwe dimeşînin.’’
Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra di berdewamiya axaftina xwe de behsa îlankirina demezrandina YRJ’ê û sîstema YRJ’ê kir û got: ‘’Di konferansa sala 2020'an de YRJ hate avakirin. YRJ’ê bi awayekî bi rêk û pêk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xwe da runiştandin û meclîsa xwe li hemû qad û kantonan da avakirin. Girêdayî vê yekê kar û xebatên me li ser esasê pêşxistina jinan û perwerdekirina jinan û civakê ye.’’
Sîdra di axaftina xwe de da diyarkirin ku armanca wan a sereke ew e ku bibin dengê jinên li herêmên dagirkirî û got: ‘’Em weke rojnamevanên jin armanca me ya sereke ew e ku em bibin dengê jinên li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî. Jinên li van herêman rastî kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên weke êşkenceyên giran tên. Em jî weke nûçegîhanên jin yên li qada Şehba, erka me ye ku em bibin dengê van jinan û ji cîhanê re nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hember jinan eşkere bikin. Her wiha bidin xuyakirin ku dewleta Tirk ji hêz û rêxistinbûyîna jinan ditirse û ji ber wê ye ku bi awayekî eşkere li her derê jinan hedef digire. Dewleta Tirk bi taybet jî jinên ku li pey azadiyê digerin û xwe perwerde û zana dikin û ramanên xwe li her derê vedibêjin, hedef digire.’’
Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo got ku ji cîhanê re gihandina dengê wan jinan weke erka xwe dibînin û axaftina xwe wiha domand: ‘’Em jin weke erka xwe dibînin ku heta jinên li herêmên dagirkirî bên rizgarkirin em ê dengê wan jinan ji hemû cîhanê re ragihînin û em ê bibin dengê heqîqetê û em ê tim ji bo vê yekê kar bikin. Taybet jî erka me ye ku em berxwedana jinên Efrînê ên ku li Şehba li hemberî hemû zor û zehmetiyan, li hembeî êrîşên dewleta Tirk û dorpêça Hikumeta Şamê li ber xwe didin, ji cîhanê re ragihînin.’’
Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo diyar kir ku serkeftinên ku îro hatine bidestxistin bi keda salan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: ‘’Serkeftinên ku îro hatine bidestxistin bi saya keda salan ya rêhavelên me ên şehîd ên ku di oxira vê şoreşê de hewl dan ku bibin dengê heqîqetê. Em weke rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî em ê tim li ser şopa şehîdên xwe bin û em wan ji bîr nakin. Her wiha em soz didin ku em ê tu carî ji xeta wan gav paşde nevêjin û xeyalên wan pêk bînin û her tim bibin dengê rastiyê.’’[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 18-07-2024
リンクされたアイテム: 14
グループ: 記事
Publication date: 28-06-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
ブック: 女性
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 11-07-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 29-07-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 29-07-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1116 KB 18-07-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 527,651
画像 106,823
書籍 19,812
関連ファイル 99,845
Video 1,455
言語
کوردیی ناوەڕاست 
301,803
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,810
هەورامی 
65,787
عربي 
29,011
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,555
فارسی 
8,702
English 
7,180
Türkçe 
3,576
Deutsch 
1,461
Pусский 
1,123
Française 
321
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
56
Հայերեն 
44
Español 
39
Italiano 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
20
日本人 
18
עברית 
14
Norsk 
14
Ελληνική 
13
中国的 
11
グループ
日本人
記事 
9
ライブラリ 
6
伝記 
1
イメージと説明 
1
地図 
1
MP3 
311
PDF 
30,011
MP4 
2,359
IMG 
194,968
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 記事 - ブック - クルド発行

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:4.016 秒(秒) !