=KTML_Bold=Rastiya şoreşa Rojava=KTML_End=
Gel û baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê (Kurd, Ereb, Asûrî-Suryan, Ermen) bi paparadîgmaya neteweya demokratîk ku li ser koka civaka xwezayî ya Serdema Neolîtîk hêşîn bûye, di şoreşa #Rojava# de zindî dibin.
Vejîna nirxên mirovahiyê ku ji aliyê sîstemên şaristaniya navendî ve ji her alî ve hatiye deformkirin, di avabûna civakî ya nû ya li #Mezopotamya# yê de li gorî reseniya xwe, ji bo gelên Rojhilata Navîn destkeftiyeke dîrokî ye. Sêgoşeya ‘dewlet, desthilatdarî û çîn’ ku di şaristaniya Sûmeriyan de toximê wê hatiye avêtin û bi şaristaniya kapîtalîst a îro re bûye melkemot û ji bo gelan bûye Sêgoşeya Bermûdayê. Ev pergal çavkaniya herî bingehîn a hemû pevçûn û nakokiyên civakî yên roja îroyîn e.
Mezopotamya wek dergûşa destpêkên dîrokî, êdî bi destpêkeke nû re hevnas dibe. Alternatîfa hegemonyaya navendî ku 5 hezar sal e rêgeha xwezayî ya pêşketina mirovahiyê qut kiriye, avadaniyên civakî yên derveyî dewletê di paradîgmaya neteweya demokratîk de zindî dibin. Zîhniyeta şoreşa Rojava ne tenê li ser navê gelan guhertineke asayî ya desthilatê ye. Her çend ji mîrateya şoreşên sosyalîst, şoreşên gelan ên demokratîk û şoreşên rizgariya neteweyî sûdê wergire jî, pêşketineke nû ya şoreşgerî ye ku wan derbas dike. Zîhniyeta şoreşa Rojava xwe dispêre paradîgmayeke civakî ya nû ku ji avadaniyên zîhniyetê (mîtolojî, ol, felsefe, zanist) yên ji nava hemû pêvajoyên dîrokî yên mirovahiyê hatine derxistin û ji civaka Neolîtîkê heta avakirina neteweyên îroyîn, di gewherê xwe de hildiberîne. Lewmajî jî destpêkeke nû ye.
Divê bê zanîn ku tecrubeya şoreşa Rojava ku ji bo gelên Rojhilata Navîn ên di nava kaosê de dijîn, perspektîfa çareseriyê digire nava xwe û hê jî di qonaxa tecrubekirinê de ye. Pratîka şoreşa Rojava xwe dispêre berhevbûneke teorîk a gelekî kûr û tecrubeyên pratîk ên dewlemend. Modelek e ku xwe dispêre birêxistinbûna civaka derveyî dewletê û dewletê jî red nake. Lewma jî tevî ku şoreş hê di qonaxa tecrubekirinê de ye, destketiyên gelekî mezin bi dest xistine.
Gelek baweriyên olî, girseyên neteweyî, nasnameyên etnîk bi hev re dijîn û xwe bi rê ve bibin, çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin û vê yekê jî di bin dorpêçiya sîstema kapîtalîst de bi formata neteweya demokratîk dikin. Ev yek tiştekî gelekî grîng e. Biryardariya neteweya demokratîk ku xwe dispêre sîstemeke nû ya ramanê ya kemilandî, xwe dispêre teoriya civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinan a rêberê şoreşa gelan Abdullah Ocalan ku li zindana Îmraliyê formulîze kiriye.
Birêxistinkirina civakê li ser esasê pîvanên neteweya demokratîk û bibe pergaleke mayînde, nikare bikeve maweyeke kurt. Di neteweya demokratîk de şexs-welatiyên azad û jiyana komunê ya demokratîk, jiyana polîtîk û xweseriya demokratîk, jiyana civakî, hevjiyana azad, xweseriya aborî, avaniya hiqûqî, çand, pergala xweparastinê, dîplomasî xwedî taybetmendiyên xweser in.
Ev fenomena ku em jê re dibêjin şoreş, dawiya dawîn armanca xwe guhertina civakî ye. Heke mirov bala xwe bide qonaxên şoreşa Rojava, mirov dibîne ku ji guhertina desthilatdariya siyasî wêdetir perspektîfên pir berfirehtir digire nava xwe. Rastiya şoreşa Rojava bi halê xwe yê heyî jî pêwîstî bi analîzeke berfireh heye. Çi bi dest xistiye û çi qasî bi dest xistiye, çi qasî neteweya demokratîk bi rêxistin kiriye û di nava civakê de guhertinên bi çi rengî kirine, divê din ava xwe de werin nîqaşkirin. Pêwîstî bi nirxandineke nû ya sosyolojîk heye ku bersivê bide van pirsan.
Şoreşa Rojava ji bo gelan çavkaniyeke nû ya îlhamê û navendeke balkêşiyê ye, lê ne di nava pêşketineke li gorî vê mîsyonê ye jî. Ji ber ku li erdnîgariyeke wisa ye ku bûye navenda pevçûn û nakokiyên hegemonyaya gerdûnî û şerekî germegerm lê heye, lewma jî li ser bingeha pîvanên navborî bi zehmetiyên pêşxistina modela neteweya demokratîk re rû bi rû ye. Nemaze jî êrişên ji derve, dagirkerî û komkujî birêxistinkirina civakê li ser esasê pîvanan, egle dike. Pêvajoya şoreşê ya ku pêk tê, pir nû û têra xwe teşe negirtiye, di qonaxa tecrubekirinê de ye. Netewperestiya netewedewletê ya Tirkan, hewl dide şoreşa Rojava bi rêbazên barbarî yên duşibin serdema xweda-padîşahên despot, di zikê maka xwe de bifetisîne. Hêzên hegemonîk ên global ev pêşketina şoreşgerî hezm nekiriye. Rêveberiya Barzaniyan jî ku temsîla xiyaneta Kurdan dike, ji bo şoreşa Rojava bieciqîne, bê teredût nokeriyê bi dijminan re dike. Ne di warê berjewendiyên xwe yên pergalî de vê pêşketina şoreşgerî qebûl dikin, ne jî statuya rêveberiya xweser nas dikin. Lewma jî şoreşa Rojava rewşeke defakto ya li derveyî sîstema global a heyî îfade dike.
Li erdnîgariyeke biçûk a wek Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye navandin a di navbera Firat û Dîcleyê de navendeke berxwedanê ava bû ku mirovahî yekem car liv ê deverê bi cih bû û xwe li axê girt û kir welat. Şoreşa Rojava weke hêza nûnertiya vê navenda berxwedanê derketiye ser dika dîrokê.
Ji 19'ê Tîrmeha 2012'an ve dema ku şoreş pêk hat, pêkhateyên gelan ên şoreşa Rojava di formata neteweya demokratîk de bûne xwedî tecrubeyeke mezin. Li gel kêmasî û bêtecrubetiya xwe jî, di xebatên civakî-çandî, siyasî, leşkerî, aborî û dîplomatîk de jî li gorî avadaniyên xwe yên civakî qederekê bi pêş ve çûne. Lê ev hîna destpêk e. Qonaxa krîtîk hîna nehatiye derbaskirin. Dema mirov faktorên gefên ji derve jî bide ber çavan, rewşeke şer heye ku sîstema kapîtalîst û dewletên herêmê di navê de cihê xwe digirin. Pirsgirêka Sûriyeyê hîna çareser nebûye. Qadek e ku xwedî hevsengiyên siyasî yên nediyar e û hevsengiyên siyasî yên guherbar lê hene. Ji bo vê jî dema ku behsa rastiya şoreşa Rojava tê kirin, divê îhtîmalên pêkan neyên jibîrkirin û nêzîkatiyeke baldar hebe.
Her çend geşedanên siyasî yên heyî û rewşa konjonkturel wek faktorên derveyî yên bandorê li şoreşa Rojava dikin bên şîrovekirin jî, divê wek potansiyela navxweyî jî bên nirxandin. Pirsgirêkên îdarî û pergalî yên civaka nû ya ku tê avakirin, hîna têra xwe nehatine çareserkirin. Ji pirsgirêkên aborî yên rojane heta pirsgirêkên din, çarçoveya teorîk-bîrdozî bi awayekî serbixwe tê xêzkirin û îdealîzekirin, mirov nikare bibêje têra xwe taybetmendiya civakeke exlaqî-polîtîk û demokratîk pêk anîne. Avakirina neteweya demokratîk, civakeke exlaqî û polîtîk, bi zîhniyetê dest pê dike û piştre li hemû qadên jiyanê belav dibe. Dema ku mirov şoreşê bi yekpareyî binirxîne, ji qada fikrî bigire heya avakirina neteweya demokratîk, gelek pirsgirêk hene ku divê werin çareserkirin.
Vê erdnîgariyê ku kevneşopên gelekî kevnar lê hene, heta guherîna zîhniyetê çênebe, pergalên herî îdeal jî nikarin ji xwe re qadeke jiyanê lê peyda bikin. Pêwîstî bi derbaskirina taybetmendiyên civakî yên kevneşopî û guhertin û veguherînê heye. Heke şoreşa Rojava li nav civakên Rojhilata Navîn ku neteweperestiya etnîk û nakokiyên olî lê giran belav bûye, pêwîstî bi berfirehkirina wê heye. Tevî ku di gelek mijaran de rexne lê tên girtin jî, şoreşa Rojava li ber avabûna sîstemeke alternatîf a sîstema kapîtalîst a heyî ye.
Piştî belavbûna reel sosyalîzmê ku fikrên sosyalîst ên der barê siberojê de û utopyayên şoreşger hatin bêîtîbarkirin, li Rojava di asta gerdûnî de pêşketineke rewşenbîrî ya şoreşger derket holê û hebûna wê ya pratîk tevî hemû êrişan jî dewam kir. Nirxê wê yê ji bo gelan û mîsyona ku ew temsîl dike jî li holê ye. Di nediyariya siberoja cîhanê de, di demekê de ku şerên nediyar xwedî potansiyela xetereyeke nukleerî ne, şoreşa Rojava deriyên çareseriyê ji gelên cîhanê re vedike û rêya derketina ji kaos û krîzan nîşan dide.
Tevî hemû kêmasiyên şoreşa Rojava û pirsgirêkên birêxistinbûyîn û avakirinê yên divê werin rexnekirin jî, wate û girîngiya wê ya ji bo gelan li kêmê nedaye. Helbet divê ji serî heta binî ev şoreş li ser pirsgirêkên xwe bisekine. Divê rastiya şoreşa li Rojava, hêviyên şoreşê yên ji bo siberoja gelan û nirxên ku temsîl dike, bi awayekî rast pêk bîne û bi awayekî serkeftî temam bike. Avakirina neteweya demokratîk bi hemû aliyên xwe, ji ramanê heta pratîkê, li benda pêşengên xwe ye.
[1]