Bi dehan şêniyên #Kobanê# û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşma Dem dema azadiya rêber Apo ye meşek li dar xist.
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi beşdariya bi dehan şêniyên Kobanê li taxa Botan Xerbî ya Kobanê meşek li dar xist.
Di meşê de wêneyên rêber Abdullah #Ocalan# û pankartên Dem dema azadiya rêber Apo ye û Werin cenga azadiyê hatin hildan.
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Saetê vegerî mîtîngê. Li wir berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û wiha got: Heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk neyê em ê li ser pêyan bin. Dewleta Tirk a ku li her herêman bi balafir û topavêjên xwe êrişî Kurdan dike û çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî wan bi kar tîne di pêknîna armancên xwe û têkbirina vîna gelê Kurd de bi ser nakeve. Ji lew re tecrîda li dijî rêber Ocalan giran dike û rêber ji gel qut dike. Em ji vir teqez dikin ku fikirê rêbertî rojane zêde belav dibe û hûn di planên xwe yên qirêj de bi ser nakevin.[1]
(fr)
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,258 جار هاتیە دیتن