Navê pirtûkê: Mîrektiya Bitlîsê - Di Êwra Evdal Xan De (1618-1664)
Navê nivîskar: Sedat Ulugana
Cihê çapkirina pirtûkê: Istanbul
Navê çapxaneyê: Nubihar
Sala çapê: 2018
Çawa ku Mele Mehmûdê Bazîdê jî behsê dike, “Dijmin” dema ku êrîşê #Kurdistan#ê bikira divê pêşiyê Mîrektiya Bitlîsê dagir bikira. Ji ber ku Bitlîs deriyê Kurdistanê bûye. Di dîroka Bitlîsê de, ji malbata Şerefxaniyan dewra Evdal Xan jî “serdema zêrîn” ya Mîrektiya Bitlîsê ye. Evdal Xan, di demeke kurt de bajarê ku di navbera du Împaratoriyên cîhanî de (Osmanî-Sefewî) mabû û bûbû qada şeran, kiribû qonaxeke şaristaniyê. Bêguman di dîroka Kurdistanê de, bi sedan rêvebirên ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve serkeftî hene ku haya me bi wan çênebûye. Li dijî dîroka fermî, mirov dibîne ku di sedsala 17an de, li Kurdistanê mîrên muqtedîr hene ku wan rengê xwe dane dîroka Kurdistanê. Bêguman Evdal Xanê mîrê Bitlîsê jî ji van mîran e. [1]
تێبینی : ئەڤ پەرتوکە بێی فایلا PDF ە ، هیڤییە هاریکاریا کوردیپیدیا بکە ژ بو ب دەست ڤە ئینانێ ! ڤرێکرنا پەرتوکێ ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,078 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!