PÎR ŞALYAR
Lêkolîn û nivîsîn: #Qendîl Şeyxbizînî#
29.7.2021
Pîr Şalyar yan “Pîr Şehryar” li gor hin jêderkan navê wî “Xwedadadê kurê Camasp”e. Weku Pîr Şalyarê Hewramanê navdar e, ew yek ji pîrên herî mezin ê peyrewên dînê Yarsanî ye. Gor van agahî û çavkaniyên yek ji destnivîsên pirtûka “Serencam”ê di paja “Dewrên Şahxoşîn”ê de hatiye nivîsandin, Pîr Şalyar di 1006ê zayinê li Hewramanê zad bûye. Di dema ciwaniya xwe de berê xwe daye Loristanê û çûye bal Şahxoşînê, sê salan li wir maye û dûre li ser daxwaza #ŞAH XOŞÊN# î vegeryaye Hewramanê û bangxwaziya bîr û baweriya Yarsaniyê kiriye. Di sala 1098 zayinî wefat kiriye. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=510931&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin PÎR ŞALYAR=KTML_Link_External_End=
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا
بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 679 جار هاتیە دیتن
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!